27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wate: Îro û Do

 Faustê Johann Wolfgang von Goetheyî li ber gotina Tewradê, “pêşî kelam hebû”, radibe û dibêje, “divê bê gotin ku berê wate hebû.” Ez jî dibêjim, “berê ziman hebû da wate di nav da bê honandin.” Belkî helbest ji wir heşîn dibe. Lê di vê behsê da dîrokî û dîrokîparêzî wek hişkgirêkekê dixuyin. Jiyîna me ya di roja îro da destûr û hêza lêkolîn û şîrovekirina roja çûyî dide me, lê yên di roja duhî da jiyane nikaribûn me şîrove bikin. Em wan dinasin, lê em ji bo wan nenas in. Ligel vê yeke, bo me tiştekî gotine?

 Gotina tiştekî bo roja çûyî, roja îro û roja tê, lêgerîna nemiriyê ye. Jixwe Gilgamêş nav û naveroka çîroka me diyar kiriye: Binpêkirina sînoran û gotinek bo demê. Tişta digot helbest bû ku Benno Landsberger dibêje bi “behra recez” hatiye nivîsîn.

 Helbesta zimên heye, her ziman rîtmek û olaneka xwe heye. Her ziman xwediyê qadek ji qada wateyan e û ne bi peyv û hevokan an jî bi taybetmendiyên xwe yên gramatîk, lê bi vê qadê dibe zimanekî cuda ji yên dî. Heke wisa be, em ê çawa têbigihên? Heke her ziman xwediyê qadeka wateyî be, pêkan e em bi hînbûn an jî bi wergeriyê wan dengan bibihîsin? Gelo deriyê zimanan heya taqê piştê vekirîne?

 David Damrosch dibêje, kesên bi zên û bîreweriya îroyîn li metnên berê dinêrin, dibêjin qey xwediyên van metnan xwestine romanekê binivîsin lê pêk neanîne. Heke şêwe, cure û zimên ber bi roja me ve kemilîbin, em wek “lehengên dema xwe” çiqas bextewêr in! Heke ji ber jiyîna di roja îro da, ku xelasî jê tune, em girêdayî roja xwe bin, pêkan e em dengê rojên berê bibihîsin? Ji ber ku guh û mejiyê me bi gotinên ayîdê roja îro mişt û sermişt in.

 Lê çima helbestên Gilgamêşî û yên îroyîn dişibin hev? Ev şibandin ji ber vegotina heman tiştan e yan ji ber çavê me yên roja îroyîn e ku her tişta dibîne werdigerîne ser zên û zimanê roja xwe? Di ser da gellek wergerî hene: 1) Metna berê hatiye nivîsîn, bi zimanê berê hatiye nivîsîn. Heke zimanê te berdewamiya wî zimanî be, divê tu ji zimanê berê wergerînî zimanê îroyîn. 2) Heke bi zimanekî dî be, divê ji wî zimanê berê bê wergerandin bo îroyîna wî zimanî. 3) Ji wî zimanê îroyîn tê wergerandin bo zimanê te yê îroyîn. 4) Wergêr dikare metneke kevn ji zimanekî dî yê çend car hatiye nûkirin û carîkirin bi reng û kincên roja îroyîn wergerîne? 5) Wergêr ji bo bîhna zemanê berê jê bê bi qeydê zimanê te yî berê werdigerîne? 6) Heke wate di nav zimên da be û em bi wî rengî bi dest dixin, çima helbest halê “prosaic” an jî saziya wateya sazkirî xera dike?

 Di asasê xwe da em helbestê li ser zemînekê û di nav wusat/warekê da werdigirin. Wergirtina me ya îroyîn û ya duhî ji hev cuda ne. Em îro dikarin hemû rabirdûyê bibînin û bêjin: Helbesta duhî, dubarekirina helbesta beriya xwe, ango “helbesta eslî” ye. Yanê helbestek hatiye nivîsîn, ew helbest “îdea” ye û helbeskarên demê ew dubare kirine.

 Gava em bidin dû şopa helbesteka kevn, şop wê me bibe eslê wê helbestê. Ji ber ku ew siya metna eslî ye. Helbesta klasîk berhema Nû-Platonîzmê ye. Gava em vê diyardeyê bi hunera Serdema Navîn a alema Îslamê re rûbibû bikin, em ê bibînin ku ev huner li ser bersivdayîn û dubarekirinê ava bûye. Xalî, mehfûr, ferfûr, kitabe, nexşe, kutek û lengerên avahiyan, minare, qube, derî, eywan, derence, şibak, zemîn ûyd. li hevdu dinêrin, simetrîk in. Wek mînak, îro taqekê Medreseya Sor li Cizîra Botan hilweşiyaye. Ku bixwazî, dikarî li gor parçe-avahiya li pêşber ava bikî, çimkî simetrîk e û olana taqê dî ye. Heke helbest jî perçeyek ji heman hunerê be, ew jî olana helbesteka li pêşberî xwe ye. Naxwe yek şîroveya helbesteka berê pêkan e: Ew bersiva helbesteka beriya xwe ye. Êdî em ne behsa şîroveyê, lê behsa arkeolojiyê dikin.

 Beriya Walter Benjamin jî “pirkirin” (reproduction) hebû. Lê di dema borî da teknolojî her yekaneya hunerî wek hevdu pir nedikir. Kesên kopî dikirin, yanê “mistensîx”, metnê ji nû ve diafirandin. Îca em ê behsa du pirkirinan bikin: 1) Helbestkar helbesteka beriya xwe dubare-pir dike. 2) Mistensîx, dubare-pirkirina helbeskêr pir dike. Mistensîx: Ew ê/a kopiya kopiya eslî kopî dike û ji nû ve diafirîne!

 Helbesta kevn di nav sînoran da dihat nivîsandin. Di ser da sînorên kaxizî jî hebûn. Kaxiz bînin ber çavê xwe. Divê ji çar alî ve valahî hebin bo nezîre, îtiraz û notan. Carina valahî ji şûna metnê berfrehtir in. Te diye metn çawa gazî xwîner dike, dibêje were tu jî binivîse; çi nezîre, çi îtiraz. Yanê xwîner dibe mitercim û mielifê metne û xwendin dibe nivîsandin û aferînêrî!

 Heke aferînêrî tenê taybetmendiya Xwedê be, wê çima helbestkar aferînêr be? Divê ew dubarekêr be! Ji ber vê ye ku wergêr û xwîner nêziktir in bo dema me; herçî nivîskar e, ew anonim e! Yanê  roja çûyî bi çavê roja îroyîn nayê dîtin. Ji ber ku hunera Serdema Navîn di nav sînoran da bû; kêm, netemam û dûrî xwe. Li gor baweriya wê demê, Xwedê heye, ew temam û xwe ye. Ebd biqisûr û kêm e, gava bimire digîje eslê xwe û temam dibe. Ji ber vê yekê Nicolas Boileau, di L’Art Poetique (Hunera Helbestê) da dibêje, “heke îlhama Xwedê tunebe helbest nayê nivîsandin.” Îca li wir takekes û kirde/biwar tunebû; çi bo wergerê, çi bo nivîsînê, çi bo xwendinê. Lê heke wekî roja îroyîn di roja çûyî da jî wate hebe, divê di nav zimên da hatibe honandin ku karibe tiştekî bo zemên bibêje.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê