Rojnameya Heftane

‘Bê Henek’ zimanê kurdî geş dike!

Qedrî Esen

Şanoger Gulbîn Bozan û Rabîa Heybetoglû bi navê Bê Henek lîstîkên şanoyê çidikin û li ser medyaya civakî diweşînin. Bozan, diyar kir ku armanca wan a lîstikan geşkirina zimanê kurdî ye

Di salên dawîn de weke her gelî kurd jî ji teknolojiyê sûd werdigirin û pê gelek xebatan dikin. Bi taybetî jî amûrên teknolojîk ên ragihandinê ji xwe re bi kar tînin û bi vê yekê astengiyên li pêşiya xwe ji holê radikin. Hunermendên kurd di vê mijarê de afirîner in û li ser medyaya civakî, bi serêşandeke zêde xebatên balkêş hildiberînin.

Hunermendan bi van xebatên xwe yên balkêş, pirsgirêka cih û demê rakirine û xwe digihînin girseyeke mezin. Şanoger Gulbîn Bozan û Rabîa Heybetoglû bi navê “Bê Henek” serî li vê rêbazê dane û bêyî ku biçin eywaneke şanoyê lîstîkan amade dikin û li ser medyaya civakî diweşînin. Heftê lîstîkeke xwe diweşînin û ji bo weşandina lîstîkê jî roja sêşemê hilbjartine. Armanca wan a bingehîn nîşandana hebûn û geşkirina zimanê kurdî ye.

Em bi Gulbîn Bozan re hatin gel hev û li ser Bê Henekê axivîn. Bozan, diyar kir ku Rabîa Heybetoglû re di navbera salên 2009 û 2013’an de li Akademiya Cegerxwîn perwerdeya şanoyê dîtine û wiha got: “Piştî ku me perwerdeya xwe ya li akademiyê bi dawî kir jî terka xebatên çandî û hunerî nekir. Me xebatê ji xwe re kir derd û hewl da ku gelek tişt binivisînin. Me herî dawî biryar da ku xebata Bê Henek bikin. Di meha çileya vê salê de me dest bi vê xebata xwe kir.”

Nîşana hebûna kurdî ne

Li ser pirsa ku Bê Henek kî ne Bozan, da zanîn ku Bê Henek kes nînin, fikrek e û ev tişt got: “Fikrek ku di dilê gelek kesî de hebû, me jî xwest em jî vî tiştî derxin holê. Bê Henek dilxwaziya gelek kesan e.” Bozan, têkildarî armanca Bê Henek jî ev tişt anîn ziman: “Propagandayeke neyînî li ser zimanê kurdî çêdibe. Hinek kes ji zimanê kurdî re emir diyar dikin. Dibêjin ku dê heta 10-20 salan zimanê kurmancî winda bibe û biqede. Dema ku min û Rabîayê van tespîtan bihîst, me ji xw ere got, ‘Bila me bikin muzeyekê. Lewre em tenê mane’. Lê rastî wiha nîne em û derdora xwe bi kurmancî xeber didin. Ji sedî 100 jiyana me bi kurmancî ye. Me bi vê xebata xwe xwest ku em nîşan bidin hê kurdî heye. Armanca me ya sereke jînkirina zimanê kurdî ye.”

Eywana şanoyê pêwîst nîn e

Di berdewamê de Bozan derbarê naveroka lîstîkên wan de jî axivî û diyar kir ku bi mîzahê nêzîkî mijaran dibin û wiha berdewam kir: “Mijara me sosyolojiya civaka me ye. Em dayik, pîr û meta xwe dilîzin. Ên ku me temaşe dikin dikenin lê di bingeha lîstîkên me de îroniyek heye. Erê lîstik henek e lê di bingeha xwe de Bê Henek e. Bê henek, weke beşeke xebata me ye. Wê xebat li ser me her du kesan bimeşe. Niha em li ser du jinan dixebitin. Em ê têra xwe van her du jinan biguvêşin. Çi derkeve holê em bikin lîstik. Lê beşên me yên dinê jî hene. Ji bo van xebatên me jî kîjan qarekter pêwîst be, em ê bikevin wan qarekteran.”

Bozan, destnîşan kir ku lîstikên xwe li derveyî ewyana şanoyê dikişînin û wiha pê de çû: “Me heta niha 10 beşan li Almanyayê kişandiye. Li gorî derfetan dibe ku em mekanê lîstikên xwe biguherînin. Ji bo ku mirov şano bike eywana şanoyê pêwîst nîn e. Niha derfetên me ev in, em jî li gorî van derfetên xwe tevdigerin. Heke di pêşerojê de derfetên me çêbibin dikarin li eywaneke şanoyê jî lîstîkan çêbikin.”

Di rêya rast de ne!

Di dawiyê de Bozan bal kişand ser bertekên ji bo lîstikên wan û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Vegerek baş heye. Ji rojava, bakur û başûrê Kurdistanê mirov li me vedigerin û şîroveyên xwe dikin. Kesên ku li me vedigerin dibêjin ku dema em we temaşe dikin em xatî û metên xwe di we de dibînin. Mirov bi hesreta kurmancî ne. Dixwazin tiştekî kurmancî hebe û ji xwe re pê mijûl bibin. Em gelek kêfxweş dibin ku gelê xwe bi zimanê wî didin mijûlkirin. Ger em bi kurdî bixebitin dê kurdî nemire. Ev bertek jî nîşanî me didin ku em di rêya rast de ne.”