26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bendewarî û hêza civakî

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Di rojên vîrûsê de rewşa Kurdistanê bi xetereyên pir mezin re rû bi rû ye. Dewleta tirk di van rojên wisa bi êş de jî di dijminatiya kurdan de bi israr e. Ji bo gelê kurd di vê demê de hîn pirtir êş bikşîne û muxtacî van bibe serî li hemû rêyên qirêj didin.

Gelên li bakurê Kurdistanê baş dizanin ku şaredariyên HDP’ê ji bo tenduristiya gel biparêzin bi hemû derfetên xwe ve di nava hewldanan de ne.  Ji ber ku ev şaredarî, beriya her tiştî girîngiyê didin nirxen mirovahiyê. Lewma ji bo wan a girîng ew e ku beyî cudahiyê bixin navbera dîn, ziman û neteweyan, destê alîkariyê dirêjî her kesî dikin. Ji bo di vê dema wiha bi zehmet û bi êş de ev şaredariyên HDP’ê erka xwe bi cîh neyînin û di çavê gel de nirxên wan bikevin, desthilatdariya tirk weke her carê ketin nava lîstikên qirêjî.

Li gorî agahiyên ji navêndên tenduristiyan, dewleta tirk heya niha li bajarên bakurê Kurdistanê ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrûsê tu xebat nedane meşandin. Li ruxmî vê, nahêle şaredariyên HDP’ê jî alîkariyê bidin gel.

Di roja me ya îroyîn de çi dibe bila bibe yekem rojeva cîhanê, vîrûsa koronayê ye. Lê mixabin di van rojên wisa bi êş de jî dewleta tirk tenduristiya gel daniye aliyekî û di polîtîkayên xwe yên înkarê de israr dike. Mînaka vê ya herî berbiçav jî desteserkirina şaredariya Êlihê û 7 şaredariyên din ên HDP’ê ne.

Mixabin dewleta tirk qîma xwe bi vê jî neanî û li hin deverên bakurê Kurdistanê wek herêmên nû yên operasyonên leşkerî ragihand û dest bi operasyonên leşkerî kir.

Di vê rewşê de pêwîste tu kurd nekeve nav bendewariyên şaş. Ji destê AKP dê alîkarî tu carê neyê herêmê. Her çiqas rewş cuda û pêwîstî bi nirxên mirovahiyê hebe jî, ji bo dewleta tirk û bi taybet jî ji bo AKP’ê dema mijar dibe gelê kurd, mijar tê guhertin. Lewma li herêma bakurê Kurdistanê pêwîste kes ne li bendê be ku dewleta tirk ji wan re bibe alîkar û wan ji van rojên zehmet xelas bike.

Di vê demê de pêwîste gelê kurd neyarê xwe baş bibîne û baş nas bike. Her wiha di van rojên wisa bi zehmet de berpirsyarî û erka HDP’ê jî pir girînge. Di vê demê de pêwîste HDP bêyî ku ji dewlete bixwaze û bikeve nava bendewariyekê, divê bi hêza xwe ya civakî xwedî li gelên herêmê derkeve. Ev roj rojên giran in. Di van rojan de pêwîstî bi gelek tiştan çêdibe lê derfetên HDP’ê jî li ber çavanin û tên zanîn. Lê çi dibe bila bibê pêwîste HDP li dijî van operasyonên desteserkirina şaredariyan, xwe teslîmî van şert û mercên zehmet neke. Ev rewş ji bo HDP’ê jî ezmuneke girîng e.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê