26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di rojên koronayê de darbeya siyasî

Hikûmeta AKP’ê ku di her şert û mercî de şerê kurdan dike, operasyona xwe ya ku di 3’yê tebaxa 2019’an de li dijî şaredariyên HDP’ê dabû destpêkirin, hefteya borî jî berdewam kir. Di van rojên ku herkes ji ber vîrûsa koronayê ketiye derdê canê xwe, AKP’ê 8 şaredariyên din ên kurdan desteser kir.

Di vê çarçoveyê de di 23’yê adarê de vîna gelê kurd tune hat hesibandin û Şaredariya Êlihê, şaredariyên Farqîn, Erxenî, Gêlê û Licê yên Amedê, şaredariya Norşîn a Bêdlîsê, şaredariya bajaroka Xelfelî ya Îdirê û şaredariya bajaroka Cîwanîk a Sêrtê hatin desteserkirin.

Şaredarî dorpêç kirin

Şaredariyên navborî di serê sibehê de ji ewil ji hêla hejmareke zêde ya polîsan ve hatin dorpêçkirin. Pişt re jî polîsan bi ser malên hevşaredaran de girt û hevşaredar binçav kirin. Wezareta karên hundir di saetên ber bi êvarê ya heman rojê de li şûna hevşaredarên HDP’î, qeyûm tayîn kirin.

Wezaretê li şûna hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz, waliyê Êlihê, ji bo şaredariyên Farqîn, Erxenî, Gêlê, Licê, Norşîn, Xelfelî û Cîwanîkayê jî qaymeqamên van navçeyan weke qeyûm tayîn kirin.

Tunehesibandina vîna gel

Ji bilî hevşaredarê Gêlê Mûstafa Akkul, hemû hevşaredar rojek piştî binçavkirinê hatin berdan. Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak û hevşaredarê Licê Tarik Mercan jî bi şertê hefsa malê û qedexeya derketina derveyî welat hatin berdan. Hevşaredarên din jî bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derve hatin berdan.

Tayînkirina qeyûman di serî de HDP, ji hêla gelek derdorên cuda ve hate şermezarkirin. Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar û parlamenterên HDP’ê tayînkirina qeyûman weke ‘Tunehesibandina vîn û tenduristiya gelê kurd’ nirxandin. HDP’iyan got ku bi tayînkirina qeyûman re dijminahiya li hemberî kurdan di rojên vîrûsa koronayê de jî hatiye berdewamkirin.

‘Em ê serê xwe netewînin’ Parlamenterên HDP’ê jî di Lijneya Giştî ya Meclisê de bi awayekî tund li dijî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên xwe derketin. Parlamenteran ji rayedarên AKP’ê re gotin ku di dijminahiya li dijî kurdan de sînoran nas nakin û di hemû şert û mercan de AKP dijminahiya xwe ya li dijî kurdfan didomîne. HDP’iyan destnîşan kir ku dê tu carî serê xwe li ber polîtîkayên AKP’ê yên dijminane netewînin û li gel hemû astengiyan jî dê siyasetê bikin.

Tevî ku vîrûsa koronayê li ser jiyana hemû mirovahiyê xetereyeke mezin e, gelê kurd ên li bajar û navçeyên ku qeyûm lê hatine tayînkirin, daket kolanan û tayînkirina qeyûman şermezar kir. Bi taybetî di saetên şevê de gel bi çalakiyên deng derxistinê, li dijî tayînkirina qeyûman derket û bertek nîşanî polîtîkayên AKP’ê yên li dijî vîna xwe dan.

Banga yekhelwestiyê

Tayînkirina qeyûman ji hêla gelek derdorên cuda ve jî hate şermezarkirin. Di serî de CHP, CHP piraniya partiyên çepgir ên Tirkiyeyê ji ber tayînkirina qeyûman, bi awayekî tund hikûmeta AKP’ê rexne kirin. Partiyan tayînkirina qeyûman weke ‘darbeyeke siyasî’ penase kirin û li dijî polîtîkayên AKP’ê banga avakirina eniyeke hevpar kirin. Li dijî AKP’ê banga helwesta hevpar li hemû derdorên demokrat hate kirin.

Lê belê balkêşe ku tevî gelek bertek û çalakiyan jî, hikûmeta AKP’ê heta niha jî têkildarî tayînkirina qeyûman de tu daxuyanî nedane.

Şaredariyên HDP’ê

Bi tayînkirina qeyûman a li ser  8 şaredariyên dawîn re, hejmara şaredariyên HDP’ê yên ku hatine desteserkirin bû 40. Bi vê yekê re ji 65 şaredariyan tene 18 şaredarî di deste HDP’ê de man. Şaredariyên ku di destê HDP’ê de mane wiha ne: “Komir a Semsûrê, Bazîd, Panos û Giyadîn ên Agiriyê, Hezo ya Êlihê, Pîran û Çinar ên Amedê, bajaroka Sarican a Xarpêtê, Qereçoban a Erziromê, Îdir, bajaroka Hoşhaber a Îdirê, Qers, bajaroka Vartînîs a Mûşê, Sêrt û navçeyên wê Xana Hewêl û Misircê, Silopiya ya Şirnexê û bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê.

Tayînkirina qeyûman şibandin vîrusê

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê (EMEP) jî têkildarî tayînkirina qeyûman daxuyanî dan.

ÎHD’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku tayînkirina qeyûman,  tunehesibandina vîna gel û paşguhkirina tenduristiya gel e. ÎHD’ê destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman darbeyeke li dijî bergiriyên vîrûsê ye.

Platforma Ked û Demokrasiyê jî tayînkirina qeyûman weke ‘vîrûs’ ê pênase kir û got; “Bi tayînkirina qeyûman vîrûsê digihînin demokratîkbûna Tirkiyeyê.” Platformê herî dawî jî bang li hikûmeta AKP’ê kir ku  êdî dev ji dijminatiya kurdan berdin.

‘Tekane rêya xelasiyê pergala hevserokatiyê ye’

Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz piştî ku hatin berdan, têkildarî binçavkirina xwe axivîn. Hevşaredaran diyar kir ku bi awayeke kelemçekirî derxistine pêşberî dozger û rûyê dozger negirtiye ku li rûyê wan binêre. Hevşaredaran da zanîn ku xebat û bernameyên wan ên di dema hilbijartinê de ji wan hatiye pirsîn. Hevşaredaran got ku pergala hevserokatiyê ji wan hatiye pirsîn û dozger pergala hevserokatiyê weke sûc pênase kiriye. Hevşaredaran got; “Li dijî zîhniyeta DAIŞ’ê, tekane rêya xelasiyê, pergala hevserokatiyê ye. Em ê heta dawiyê biparêzin. Dê ev şert û merc ji holê rabin û em ê careke din bi ser bikevin.”

Xebata Tifaqa kurdistanî qeyûm nas nekir

Xebata Tifaqa Kurdistanî bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da. Tifaqê diyar kir ku desthilata AKP’ê li dijî kurdan pêngaveke din daye destpêkirin û tayînkirina qeyûman şermezar kir. Tifaqê bal kişand ser dema tayînkirina qeyûman û destnîşan kir ku bi tayînkirina qeyûman re derbe li xebatên şaredariyan ên ji bo parastina ji vîrûsa koronayê hatiye xistin. Bi domdarî jî tifaqê ev tişt parve kirin: “Em vê zilmê qebûl nakin. Em bang li gelê xwe dikin xwedî li hilbijartiyên xwe derkevin. Em bang li AKP’ê dikin ku hilbijartiyên gelê kurd ên bi rêyên sivîl û demokratîk hatin hilbijartin, qebûl bikin. Dev ji dijminatiya li hemberî hilbijartiyên kurd berdin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê