Rojnameya Heftane

Bi vîrûsê re rûbirû tên hiştin

Piştî belavbûna vîrûsa koronayê, girtîgeh cihên ku herî bi risk hatin pênasekirin û bû rojeva sereke. Mafên heyî yên girtiyan bi hinceta tedbîrên tenduristiyê ya li dijî vîrûsê tên binpêkirin

Navenda Nûçeyan

Bîlançoya vîrûsa koronayê her ku diçe giran dibe.  Her roj dane diguherin. Bi sedan welat niha li hemberî vîrûsê di nav liv û tevgerê de ne. Her welat li gorî xwe tedbîr digirin. Ligel tedbîrên ku tên girtin jî vîrûs her ku diçe belav dibe. Li gelek welatan derketina derve hat qedexekirin, hin welat ji di nav de Tirkiye jî heye tenê banga li malên xwe dernekevin tên kirin.

Li Tirkiyeyê jî her roj dane diguherin. Piştî ku hejmar zêdebûn sazî û dezgehên fermî yên dewletê ketin nav hewldanan. Her roj Wezîrê Tenduristiyê bi rêya twitterê rewşa heyî û daneyên dawî parvedike. Hefteyên borî Lijneya Zanyariyê diyar kir ku Stenbol, Enqere, Îzmîr, Antalya û Wan bajarên herî bi risk in. Lê baweriya civakê ji daneyên ku tê parvekirin nayê. Ligel belavbûna nexweşiyê, di nava civakê de tirs û fikar jî mezin bûye.

Hişyarî didomin

Dibistan heta 30’ê nîsanê hatin girtin, qehwexane, kafe, xaringeh, cihên mezin ên danûstandinê, berber û kuafor cihên ku rîska belavbûnê hene hatin girtin. Ji bo kesên bi temen mezin biryara qedexeya derketina derve hat dayîn. Ev tişt biryarên dezgehên fermî yên dewletê ne. Ji bilî hewldana dewletê rêxistin, sazî, dezgehên sivîl û partiyên siyasî jî li gorî derfetên xwe dest bi xebatan kirin. Her beş di çarçoveya rol û mîsyona xwe de tedbîr digirin. Herî zêde bangewaziyên “Ji bo hezkiriyên xwe ji malên xwe denekevin, paqijiya xwe baldar bin” tên kirin.

Rewşa girtiyên nexweş

Her tim rewşa girtiyên siyasî di rojeva Tirkiyeyê de bû. Li gorî daxuyaniya Wezareta Dadê bi tevahî li Tirkiyeyê 260 hezar girtî hene. Li gorî rapora sala 2019’an a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehan 458 jê giran bi giştî hezar û 334 girtiyên siyasî yên nexweş hene. Li gorî daneyên Tora Lêkolînên Zarokan a Amedê jî bi giştî li Tirkiyeyê 3 hezar û 19 zarok girtîne.

Li girtîgehan pêkutî didomin

Bi hezaran kes ji ber fikr û ramanên xwe girtî ne. Dewlet, li dijî fikr û ramanên azad tenê girtîgehên nû ava dike û li hemberî girtîgehan jî polîtîkayên taybet dimeşîne. Ji ber polîtîkayên demên dawiyê êdî kapasiteyên girtîgehên nû jî terê nakin. Koguşên ku 20 kes lê bimînin 40 kes dimînin, an 8 kes lê bimînin 16 kes dimînin. Bi taybetî jî piştî grevên birçîbûnê pêkutiyên li hemberî girtiyan zêde bûn.

Girtîgeh cîhen herî bi rîsk in

Piştî belavbûna vîrûsa koronayê,  girtîgeh cihên ku herî bi risk hatin pênasekirin û bû rojeva sereke ya raya giştî. Dezgehên eleqedar yên dewletê ji bo pêşî li ber vîrûsê bigirin hîn tedbîrên balkêş girtin. Astengkirina hevdîtinê ya bi malbatan re, zêdekirina mafê axaftinê ya bi telefonê re û dezengfekteya girtîgehan wekî tedbîr hatin girtin.

Tedbîr nayên girtin

Li gorî agahiyên malbatên girtiyan piştî belavbûna vîrûsê bûhayên malzemeyên paqijiyê li kantînan hatine zêdekirin. Ava germ û sabûn nayên dayîn. Ji bo dezengfekteya koguşan tiştek nayê kirin. Pirsgirêka paqij çêkirina xwarin û vexwarinê jî hêj didomin. Lepik, maske û madeyên dezenfekteyê nayên dayîn. Heke girtî bixwazin cara duyem bi rêya telefonê ji malbatên xwe re biaxifîn pere tê xwestin. Ligel rîska vîrûsê heye li girtîgehan sirgunkirina girtiyan didomin û dema tên sirgunkirin jî bi şîdeta fîzîkî û derûniyê re rûbîrû dimînin. Kontrolên tenduristiyê yên girtiyan rêkûpêk nayên kirin.

Li 12 girtîgehan lêkolîn

Gelek sazî, rêxistinên sivîl û partiyên siyasî derbarê rewşa girtiyan de daxuyanî dan, bal kişandin ser rîskên heyî û her wiha tedbîrên ku ji hêla dewletê hatin girtin jî rexne kirin. Hefteya borî parêzerên Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxaran a Med (MED TUHAD-FED) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) çûn serdana 12 girtîgehên herêmê. Derbarê rewşa girtîgehên herêmê de raporek amade kirin.  Li gorî raporê rêgezên ji bo vîrûsa koronayê hatine aşkerekirin tên piştguhkirin û li girtîgehan her çiqas kontrola tenduristiyê hatibe kirin jî kêm in.

Girtiyên siyasî nayên efûkirin

Malbatên girtiyan û raya giştî xwestin hemû girtî serbest bên berdan lê belê, di çarçoveya pakêtê 3’yemîn ê Darazê de tenê ji bo 100 hezar girtiyan biryara berdanê dê bê dayîn. Her wiha hemû girtiyên siyasî jî derveyî vê pakêtê hatin hiştin. Raya giştî li benda efûkirina hemû girtiyan bû, lê belê tenê kesên ku bi sûcên edlî hatine girtin dê bên berdan. Her wiha CHP’ê jî piştgirî da lihevkirina AKP û MHP’ê.

Ji bo girtiyan kampanya

Li dijî rîska vîrûsa koronayê ya li girtîgehan, bi pêşengiya MED TUHAD-FED û komeleyên ku girêdayî wê kampanyayek hat destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de ji Navenda Ragihandinê ya Serokkomariyê (CÎMER) re daxwazname tên şandin û daxwaza berdana girtiyên siyasî tên kirin. Her wiha raya giştî li ser rewşa Îmraliyê jî disekinin û daxwaz dikin ku tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysi Aktaş bê rakirin. Wezareta Dadê der barê Îmraliyê de heta niha tu agahî nedaye û ev jî fikara malbat û parêzeran her ku diçe zêde dike.

Her wiha ji hêla parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû ve bi sernavê “Di pakêta darazê de cih ji cudakariyê re nîne – Ji bo girtiyê siyasî jî wekhevî” kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin. Kampanya hefteya borî destpêkiribû û di nava sê rojan de hejmara îmzeyan gihaşt 55 hezaran.

Ji saziyan pêşniyarên tedbîrê

Rêveber û nûnerên Komeleya Civaka Sivîl a Pergalên Cezayê Înfazê (CÎSST), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Odeya Hekîmên Diranan, Odeya Bijîşkan a Stenbolê, Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Înîsiyatîfa Maf li dijî vîrûsa koronayê çend pêşniyarên kirin.  Peşniyar wiha hatin birêzkiri;

  • Ji bo şewba vîrûsa koronayê were astengkirin, divê li hijyena takekesî girîngtirîn baldarî hebe. Lazime tenduristiya girtiyan were parastin. Ji bo girtî dikaribin paqijiya xwe bikin lazime demildest kelûpelên paqijiyê beleş bidin wan.
  • Qadên hevpar ên mîna daşir û serşok her roj werin dezenfektekirin.
  • Ji bo girtî bi awayê têrkirî, bi hevsengî û tenduristî werin xwedîkirin lazime vîtamîn qet kêm nebin.
  • Pêwîst e girtiyên nexweş, astengdar, extiyar, zarok û ducanî bi rêya şertên kontrola edlî werin berdan û cezayên wan bên taloqkirin.
  • Berevajî vê yekê jî lazime girtî ne li cihê qelebalix û li cihên guncav ên kapasîteya wan heye û hîjyen werin ragirtin.
  • Lazime dosyeyên girtiyên nexweş werin lêkolînkirin û demildest li derveyî girtîgehê werin dermankirin.
  • Pêwîste pêşniyaz û hişyariyên Wezareta Tenduristiyê û Yekitiya Bijîşkên li ber çavan were girtin. Lazime personelên girtîgehê werin agahdarkirin û li gorî rêgezan tevger bikin.
  • Divê kesên diçin girtîgehan di warê pêşîlêgirtina şewbê de werin agahdarkirin û kes nêzî girtiyan nebin.
  • Di serî de xebatkarên tenduristiyê û hemû xebatkarên temasê bi girtiyan re deynin divê cilên parastî li xwe bikin û kelûpelên baş werin xwestin. Ji bo xebatkarên girtîgehan jî divê tevdîrên pêwîst bigirin û werin agahdarkirin.
  • Divê ji bo girtî, xizmên girtiyan û xebatkarên girtîgehê test bên kirin û tedbîr bên girtin. * Li cihê ku hevdîtin tên kirin bêyî ku mafê girtiyan ê hevdîtinê bê binpêkirin, tedbîrên bi lez bên girtin û bên dezenfektekirin.
  • Li şûna ku girtiyan di wesayîtên rîngê de bibin nexweşxaneyan, bi wesayîtên paqij û ji tenduristiyê re guncav bibin.
  • Tedbîrên ku bi hinceta tenduristiyê tên girtin divê ku bi rengekî ku mafên girtiyan bin pê nekin bên girtin.
  • Têkildarî tedbîrên ku ji bo vîrusê tên girtin û dê bên girtin û encamên wan di serî de malbatên girtiyan û parêzer û raya giştî bê ragihandin.