26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Helbestkar nikare dûrî êşa welatê xwe bijî

Xwînerên hêja, vê hejmarê me berê xwe da bajarê evînê û em bûn mêvanê xewletgeha şêxê helbestê Ehmedê Huseynî û der barê jiyan,helbest, xewn û êşên xwe de, me ev hevpeyvîn kir. Fermo em bi hevre li bersivên helbestkarê xwe binêrin.

Mamoste ji kerema xwe tu dikarî ji xwendevanên Xwebûnê re hinekî behsa Ehmedê din bikî, yanî ne Ehmedê helbestvan, ne yê pêşkêşvan ji derveyî helbestê Ehmedê Huseynî kî ye?

Êvarek ji êvarên payîza Amûdê bû, li Beriya Mêrdînê kavilên xweliyê ji dayik dibûn, peyamên pêxemberan li ser lêvên dûmanê zuha dibûn, ewrên reş bi ser bişkojên xewnê de diketin, dengbêjan dest ji çîrokên sînor û mayinan berdidan û dayika min jî li ber tîna agirê Sînemeya Amûdê dest bi afirandina sirûdên êşê û dest bi ristina lavijên şînîgirî û reşgirêdanê dikir.

Zarokekî pênc salî di şûna spî de hînî reş dibe, di şûna rojê de hînî şevê dibe, di şûna ken de hînî girî dibe, di şûna hembêzkirinê de hînî xatirxwestinê dibe û di şûna ku raz û wateyên berbangê bixwîne, surdarî û nepeniyên keskesorê rave bike, sersomî û dilmestiya tavsorkê zeft bike, di şûna wê de, goristanan dihejmêre, bêdengiya kêlan di şaneyên xwe de dadiçikîne û ji mirinekê ber bi mirineke din ve, dayika xwe li ser milên xwe hildigire, ji Efrînê ber bi Serêkaniyê ve, ji Kobanêyê ber bi Qamişlokê ve,  ji goristanekê ber bi ya din ve dibeze, dilerize, dişike, dinale û di dawî de di sînga qedera xwe de hetahetayê radize.

Kî me nizanim? Lê ji şewata Amûdê hetanî bi şewatên dayika xwe û hetanî bi şewatên Rojava baş dizanim ku guliyek ji guliyên êgir im, ku peyveke êşbar di ferhenga jiyanê de, ku straneke ji komerê di bîra dîrokê de, ku nexşeyeke lanetê di stûyê mirovatiyê de me.

Li gorî gelek kesan zimanê ku tu pê helbesta xwe dinivîsî gelekî zehmet e û asta zanîna gelê me ku bi zimanê xwe perwerde nebûye aşkera ye, tu vê yekê çawa şîrove dikî?

Dema ku ez helbestvanekî rasteqîn e bim, dema ku ez xemxur û şagirdê Melayê Cizîrî bim, dema ku ez rola xwe ya rastîn wek helbestvanê miletekî bindest, dema ku bizanibim ku zimanê min talan dibe, binpê dibe, pêwist e li koşeyên tarî, li derbirînên ku nayên derbirîn, li gencîneyên veşartî, li hêza ku di şaneyên zimên de veşartî, li bûneweriya zimanê xwe bigerim.

Rola min ew e ku zimanê xwe di derbirînê de bigihînim asta herî dawîn, ku xeyalê ji bandore zimanên dagîrkeran rizgar bikim, ku hestên xwe bi ava zelal û pîroz a Melayê Cizîrî bişom, ku xeyala xwe bi Şakiro, Mihemed Arif û Fadilê Cizîrê  ji nû ve ava bikim ku şerê zimanê serdestê xwe di hinavên xwe de bikim, ku wekû kurdekî li xwe, li derûdora xwe, li mirovatiyê binêrim û ji maka Kurdî werim zimanê hişmendî, hişyarî û zanîna xwe.

Ez bi Kurdî dinivîsînim, hewl didim ku ew Kurdî bersiva giyanê min, êşa min, bîra min, derd û kul û evîna min be.

Nivîskarê Kurd Mehmûdê Lewendî berî 20 salan ev çîrok ji min re got.

“Min helbesteke te wergerand Turkî, li civatekî min helbesta te bi turkî xwend, min ji wan re negot a kê ye? Ne jî min got ku werger e. Ji min re gotin ku helbesteke pir xweş e yaho, ma ya kê ye? Min bersiva wan da û got: min ew ji kurdî wergerandiye turkî, helbesta Ehmedê Huseynî ye. Hela hela ma tiştên wisa xweş bi kurdî jî tên nivîsandin?

Bawer im ev dîmen têra gelek bersivan dike.

Ez ê careke din jî bibêjim: di dîroka têkoşîna Kurdan a ji bo azadiyê de, zimanê Kurdî mezintirîn şehîdê wê têkoşînê ye!!

Di demekê de ku koçberiya xelkên Rojava ber bi Ewropa û welatên din ve dest pê kiribû, te koçberiyek berevajî kir tu ji welatekî dûr vegeriya û li Rojava bicih bû, sedema vê yekê çi bû, tu dikarî hinekî vê mijarê zelal bikî?

Ezê li vir tiştekî bibêjim: Li Rojavayê, xaniyekî min tune ye, bi qasî du buhust erdê min jî tune ye, di xaniyekî bi kirê de me, lê pêwist e bibêjim ku, ev Rojava hebûna min e, xewna min e, êş û şewata min e ya ku ji Sînemeya Amûdê dest pê dike û bi şehadeta Seyfo, Yûsiv, Tolhildan, Goran, Şaho, Hevrîn, Şiwêş, Lewend, Seydo bi dawî nabe.

Tiştekî pir seyr û balkêş e, çawan helbestvanek, dema ku derfet hebe, dikare dûrî êşa welatê xwe bijî? Çawan dikare ji paş deryayan li wê êşê temaşa bike, wê êşê derbibire bêyî ku di naveroka wê êşê de bijî?

Min gelek pirs ji xwe kirin, min 25 salên penaberiyê li ber çavên xwe raxistin û min ji xwe jî pirsî: tu çawan di van kêlîkên dijwar ên Rojava de, dikarî helbestvanekî rasteqîne bî bêyî ku tu li tenişta xelkên xwe bî, bêyî ku tu nav di şervanên xwe bidî, bêyî ku tu bi destê ketiyan bigirî û qehremanan himbêz bikî?

Min hewl da bi xwe re, bi zaroktiya xwe re, bi kolanên bajarê xwe re, bi bîranîn xwe re, bi goristan û bîna dayika xwe re rast û durist bim.

Sere 40 salan der barê azadiyê dinivîsim, êdî çawan derfeta ku di azadiyê de bijîm hebe û ji destê xwe berdim?

Bi kurtî, temenê min ê rastîn ne 65 sal in, bi tenê çar sal in, çar salên ku li Rojava dijîm û di evîna Rojava de dihelim.

Di van salên dawî de û bi taybetî piştî bicihbûna li Rojava, bi qasî ez dişopînim hema bêje hemû helbestên te nivisandine bi sernavê ‘destên te’ dest pê dike, tu dikarî hinekî behsa wê projeyê bikî?

Ji boyî ku kêlîkên watedar û pîroz ên Rojavayê ji dest xwe ber nedim, ji boyî ku bikaribim peyama xwe ya mirovane  ragihînim û çêjekê pêşkêşî jiyana xwe û jiyana derûdora xwe bikim, pêwist e bi dijwarî li dijî sextekar û derewîn û keysperestan rawestim, pêre pêre jî dilsojan, kedkaran, qehremanan, xweşmêr û xweşjin û destpakên ku Rojava wek xewn, wek giyan, wek ax û wek ezmûneke jiyanî diparêzin, pêwist e ez jî kêlîkên xweşik zeft bikim û di dîrokê de biçesipînim û wijdanê xwe di astên herî rehagir de bi kar bînim.

[bs-quote quote=”Êdî ji bilî girî tu çareyeke din tune bû da ku dilê xwe û dilê qedera xwe hênik bikim.” style=”default” align=”left” color=”#dd3333″ author_name=”Ehmedê Huseynî ” author_job=”Helbestvan ” author_avatar=”https://xwebun.org/wp-content/uploads/2020/03/helb.png”][/bs-quote]

Li hemberî destên wêranker, destine din hene ku şev û rojê li çemk û têgeh û li nexşeyên eşqa Rojava digerin û di kêlîkên herî tirsnak de, rûyê mirovane û spehî, dilê tijî hezkirin ê Rojava diafirînin.

Destên ku derberê wan dinivîsînim , ew dest in ku dest ji axê bernadin. Ew dest in ku xatir ji Rojava naxwazin, ew dest in ku Rojava di kûrahiya şaneyên xwe de vedişêrin û bêyî jena dilê Rojava nikarin behsa tîpan, rengan, derbirînan, dahênan û afirandinê bikin.

Tê bîra min beriya 9-10 salan bû ku bi salan te Rojava nedîtibû, em bi hevre çûn nêzî sînor û ji aliyê din ê sînor te li Amûdê mêze kir û gelekî giriya, niha tu di bin baskê Amûdê de dijî, tu çawa dikarî behsa hestên xwe yên wê demê û niha bikî?

Belê rast e.. Çunkî her gav, li welatên penaberiyê, tiştek di bîra min de bû: ”ez ê di tabûtê de vegerim Amûdê” yanî vegera li Amûdê bi tenê mirin bû. Di wan kêlîkan de bi hezaran bîranîn wek kêran dihatin û di hestên min de diteqiyan. Zarotî, dost û heval, toza kolanan, evîna pêşîn, maça pêşîn, şikestin, têkçûn, xewn û hêvî, çol û heriya zivistanê, darê mamosteyan, nasnameya birîndar û zimanê qedexe, hemû bi hev re dihatin û wekû sîmirxekî di xeyala min de divejiyan, êdî ji bilî girî tu çareyeke din tune bû da ku dilê xwe û dilê qedera xwe hênik bikim.

Niha di jiyana li Rojava de tiştê herî zêde kêfa te tîne û yê herî zêde te xemgîn dike çi ye?

Di hemû movikên dîrokê de, di hemû traedyayên mezin ên mirovatiyê de, ji dema Homîros de, ji dema ku Ilyaza û Odêsa nivîsand “Iliad  û Odyssey” û hetanî vê kêlîkê, bi qasî ku qehremanên miletan hene ewqasî bazirgan û firoşkerên xwînê hene, ev nakokî, ev hevkêş bi dawî nabe. Wisa jî li Rojava, lê pêwist e wek helbestvanekî Kurd bibêjim: ku ev Rojava ya min e, şehîdên Rojava keç û kurên min in, serkeftina Rojava û têkçûna Rojava serkeftin û têkçûna min e. Ji derveyî siyaset û idyolojyayê, ji derveyî hesabên biçûk û demikî, Rojava pênaseya min û bûneweriya min a herî zelal û berdest e.

Tişta ku dixwazim bibêjim ev e: li Rojava tiştekî mirov xemgîn bike yan jî kêfxweş bike tune, li Rojava bi tenê hinaseyek heye ew jî hinaseya ku bi dawî nabe ya azadiyê ye.

Ez di wê hinaseyê de dijîm, di wê hinaseyê de jiyanê berdewam dikim, di wê hinaseyê de dixwazim helbestê, evînê, dilsojiyê û gerdûnê jî agahdarî evîna xwe bikim..

Ez yek ji aşiqên herî dilsoj ên Rojava me. Lewra jî hemû hêzên reş êrîşî vê eşqa min dikin, çunkî dizanin ku eşqa min ji dil û hinavên min e..

Hêvî û daxwazên te, pêşniyar û şîretên te bo nivîskar û rewşenbîrên kurd çi ne?

Di serî de, rihê xwe, hestên xwe, şaneyên xwe, xeyala xwe, hişmendî û hişyarî û helwesta xwe, DNAya xwe ji şopa zimanê serdestê xwe bişon, bi kurdî hest bikin, bi kurdî li xwe û li cîhanê binêrin û bi kurdî xwe û xewna xwe û êş û birînên xwe bibêjin. Piçekî hevûdû bipejirînin, piçekî li hevûdû guhdarî bikin, piçekî di bazinê şaristanî û paşxaneya Mezopotamyayê tev bigerin, piçekî li hemberî Turkî, Erebî, Farisî xwe kêm nebînin, piçekî li giyanê dê û bapîrên xwe xwedî derkevin û dema ku dîmena rewşenbîriya kurdî nîgar bikin, bila ji rih û can bi xwe re dilsoj bin.

Dawî jî em çawa xatirê xwe ji xwendevanên rojnameyê bixwazin , gelo dibe em bi helbestekê xatir bixwazin, helbesteke ku te di dema dawî de nivisandibe?

Bi tenê dixwazim ji Amedê re, ji Karwan Sarayê re, ji Deriyê Çiyê re, ji Deriyê Mêrdînê re û ji deriyê Ruhayê re bibêjim: Va em komara dilê xwe di dilê xwe de ava dikim, va em li vê Rojavayê dilekî nû ji we re diafirînin, dilekî bi qasî bejna êşê, bi qasî bejna xwîna pîroz û dilekî bi qasî bejna evîna min.

[accordions]
[accordion title=”Ehmedê Huseynî kî ye?” load=”show”]Helbesvanê kurd Ehmedê Huseynî di sala 1955’an de li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê hatiye dinyayê.  Di sala 1983’an de beşa felsefeyê li zanîngeha Şamê xwendiye û bidawî kiriye.Di sala 1989’an de koçî Swêdê bûye. Dîwana wî ya ku berhemên wî yê giştî dihewîne di sala 2001’ê de ji alî weşanxaneya Avestayê ve hate çapkirin. Huseynî piştî Swêdê li Londonê bicih bû û di van salên dawî de vegeriyaye Rojavayê Kurdistanê û li wir dijî.[/accordion]
[/accordions]

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê