27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berjewendiyên hikûmeta Başûr rê li ber dagirkeriyê vedikin

Li başûrê Kurdistanê xêncî partî û hêzên li ser desthilatê; gel, sazî û dezgehên civakî û siyasî bertek nîşanî operasyonên Tirkiyeyê yên dersînor didin.

Berpirsê Hizba Şue ya Kurdistanê Luqman Zindanî û endama Komîteya Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê Şeyda Maruf diyar kirin ku partiyên desthilatiyê yên li başûr ji ber berjewendiyên xwe yên hevbeş ên bi Tirkiyeyê re xwe li dijî dagirkeriyê bêdeng dikin û wiha gotin: “Ma başûrê Kurdistanê evqas bênirx û erzan e ku hikûmet li beramberî van kiryaran xwe li bêdengiyê datîne.”

Dewleta Tirk êrîşê PKK’ê tenê nake

Zindanî bal kişand ser paşxan û dîrokçeya dagirkeriya Tirkiyeyê ya li herêmê û wiha pê de çû: “Dewleta tirk ne tenê êrîşê PKK’ê dike, her wiha ew li herêmê, li Libya û Ermenistanê jî êrîşên dagirkeriyê pêk tîne. Armanca dewleta tirk ew e ku başûrê Kurdistanê dagir bike û bigihêje mirazê xelîfetiya xwe ya osmanî.”

Ji ber berjewendiyên hevbeş hêzên başûr bêdeng in

Zindanî bal kişand ser berjewendiyên hevbeş yên partiyên li ser desthilatiya başûrê Kurdistanê û wiha got: “Berjewendiyên hevbeş yên partiyên desthilatiya başûr bi Tirkiyeyê re hene. Ji ber vê yekê jî ew li dijî van êrîşên ser axa xwe kerr û lal in, bêhelwest in. Tirk êrîş dikin û qehremanê vî gelî şehîd dikevin, lê li bazarên başûr hê jî serwerî ya kelûpelên tirkan e.”

‘Ma qey Kurdistan evqas bênirx e’

Der barê mijarê de Şeyda Marûfî jî axivî û bal kişand ser êrîşên dewleta tirk û ev yek anîn ziman: “Tirkiye di warê leşkerî tenê de axa başûr dagir nake, di heman demê de ew di warê çandî, aborî û jiyanî de jî başûrê Kurdistanê dagir dike. Başûrê Kurdistanê herêmeke girîng e, jeostratejîk e, ji bo vê yekê Tirkiye  hewl dide axa başûr dagir bike. Ma qey herêma Kurdistanê li cem berpirs û rayedarên başûr evqas bênirx û piçûk e ku li beramberî dagirkirinê wiha bêdeng in.”

Şeyda ji bo helwestnîşandanê bang li gel, rêxistin, sazî û dezgehên civakî kir da ku zextan li ser hikûmeta başûrê Kurdistanê çêbikin û hikûmet rê li ber dagirkeriyê veneke.