26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berxwedana xizmên windayan 667 hefteye didome

Çalakiya ji bo winda bêne dîtin û kujer bêne darizandin li Amedê di hefteya 667’an de berdewam kir. Komîsyona Windayan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan bi dirûşmeya “Bila winda bêne dîtin û faîl bêne darizandin” di hefteya 667’an de li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu daxuyanî da çapemeniyê. Xizmên windayan û endamên Komîsyona Windayan a ÎHD’ê di çalakiyê de amade bûn. Malbatên windayan wekî her carê vê hefteyê jî pankarta  ku wêneyên windayan li ser heye û nivîsa “Bila winda bêne dîtin û faîl bêne darizandin” li erdê raxistin. Pişt re weneyên windayan ên li ser “Winda” hatiye nivisandin xistin hembêza xwe û daxuyanî dan. Daxuyaniya vê hefteyê di bin baranê de hat dayîn. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag, Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya, Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê Ozum Vûrgûn, Nûnera Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Çîgdem Sevîmlî û gelek parêzer, parêzvanên mafên mirovan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û nûnerên saziyên sivîl tev li çalakiyê bûn.

Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya Emîne Senyaşar, Dayikên Şemiyê û hemû kesên li edaletê digerin silav kir. Kaya anî ziman ku ji bo Gulîstan Dokû ya 2 sal berê li Dêrsimê hat windakirin li vir in û ev windabûn li pêş çavên tevahiya cîhanê pêk hat.

Nûnera Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Çîgdem Sevîmlî jî têkildarî windabûna Dokû anî ziman ku li cihekî biçûk ê mîna Dersimê ku li her goşeyê kamera û polîs hene, ev du sal in aqûbeta jinekê nehatiye diyarkirin.

Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Amedê Ozum Vûrgûn jî têkildarî windabûna Dokû de ev tişt gotin: “Em dizanin ku ev ne çîrokeka wendabûnê ye, ew çîrokeka windakirina bi zorê ye.”

Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û xizmên windayan çalakiya ji bo çalakiya xwe ya hefteya 503’yemîn li pêş Bîrdariya Mafên Mirovan a Cadeya Gulistanê kom bûn. Vê hefteyê jî bi hinceta qedexeya walîtiyê destûr nehat dayîn. Girseyê ji ber qedexeyê derbasî pêş Şaxa ÎHD’ê bûn li gel wêneyên windayan pankarta di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” vekirin. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Yûnûs Bagiş diyar kir ku demeke dirêje hiqûq tune ye.”