26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Beşar Esed dîsa bû serokkomar

Hilbijartinên serokomartiyê yên Sûriyeyê ku di nava nerazîbûneke mezin a navneteweyî û navxweyî de pêk hat bi serketina Beşar Esed bi dawî bû.

Serokê Sûriyeyê Beşar Esed cara çaremîn bû serokomar û di hilbijartinê de ji sedî 95.1 ji dengan bi dest xist.  Piştî aşkerakirina encamên hilbijartinê serokê parlamentoya Sûriyeyê Hemûdê Sabax da xuyakirin ku hilbijartin bi tevlêbûna ji sedî 78.6 ê hilbijêran pêk hatiye.

Herdu berendamên din ên ku qaşo bi Esed re ketibûn pêşbirkê Abdulah Selûm 1.5 ji dengan bidest xistiye û Mehmûd Merî jî 3.3 ji dengan bi dest xistiye.

Wekî tê zanîn hem muxalefeta Sûriyeyê hem jî di nava raya giştî ya navnetewî de ev hilbijartin wekî şanoyeke beredayî hatibû binavkirin û tenê li deverên di bin destê rejîmê de pêk hatin.

Çima her kesî ev encam texmîn dikir?

Li gorî Komseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) 6.6 milyon sûriyeyî li cîhanê penaber in û piraniya wan li Tirkiye (Dewleta tirk hejmara herî zêde ya penaberên sûriyeyî pêşwazî dike yanî zêdetirî 3.6 milyon sûriyeyî) û Almanyayê dimînin ku qebûl nekirin hilbijartin li ser xaka wan werin lidarxisitn.

Li rex wan jî derdora 5 milyon sûriyeyî li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimînin. Zêdetirî 3 milyon koçber di nava kampên li herêmên dagirkirî de hene. Ev tê wateya ku zêdetirî 14 milyon sûrî yanî zêdetirî nîvê gelê Sûriyê tev li hilbijatinan nabin (li gorî daneyên fermî yên sala 2011`an, hejmara niştecihên Sûriyê 21.1 milyon bû). Ev jî bi xwe re gelek pirsnîşanan der barê rewabûna hilbijartinan de çêdike.

Ji aliyekî din ne vê carê û ne jî di hilbijartinên berê de tu caran wekî piraniya welatên Rojhilata Navîn bi rengekî demokratîk hilbijartin li vî welatî pêk nehatine. Ji xwe ji destpêkê de hatina Beşar Esed bi rengekî sosret bû. Serokê berê yê Sûriyeyê Hafiz Esed beriya mirina xwe kurê xwe Basil Esed ji bo serokatiya welat amade dikir lê beriya ku bimire an jî serokatiya welat dewrî wî bike kurê wî Basil di qezayeke bi guman de jiyana xwe ji dest da. Piştî mirina Hafiz Esed êdî rejîma Baasê serokatiya welat dewrî kurê Beşar Esed kir ku mirovekî di halê xwe de bû û haya wî ji siyasetê tune bû. Tenê wekî ribotekî li ser wî kursiyî hatibû bicih kirin û rejîmê wekî berê siyaseta xwe berdewam kir.

Armanca hilbijartinan

Armanca van hilbijartinan ew bû ku rejîma Esed rewa nîşan bide û di hilbijartinên şeklî de serkeftinekê bidest bixe. Ev tê wateya mayîna desthilata zordar a li Sûriyê. Wekî din jî hêzên Rûsya û Îranê ên ku li ser erdê bûne xwedî hêzeke mezin in ew li vî welatî xwedî biryarên siyasî û ewlehî ne.

Beşar Esed xwest ku ji cîhanê re bêje ku ew hîna heye û dikare welat kontrol bike. Lê ev ne rast in, tenê li ser ekranan in. Her kes dizane ku rastiya wê yekê li ser erdê tune ye.

Muxalefeta Sûriyeyê

Mixabin di nava van deh salên borî de komên çekdar û siyasî ên ku li ser navê muxalefeta Sûriyeyê derketin pêş ji bo çareseriyê tu gaveke erênî neavêtin.  Berevajî vê yekê her ku çû bêtir gel ji xwe dûr xistin û ketin pey berjewendiyên şexsî û wekî çeteyan tevgeriyan. Bi çetetî êrîş birin ser gelek bajaran û welatê xwe perçe perçe firotin xelkê. Dest ji welatê xwe berdan û bûn leşkerên bi pere û çûn welatên mîna Lîbyayê li wir jî bi pereyan şer kirin û çetetiya xwe berdewam kirin.

Lewre tevî wan tiştên me li jorê jî gotin lê vê muxalefetê tiştên wiha bi serê gelê Sûriyeyê kir ku ew li rejîma Beşar Esed û Baasê jî poşman kirin.

Mînaka Rojava

Mirov dikare  pergala Xweseriya Demokratîk wekî mînaka herî balkêş û kêrhatî ya muxalefeta li Sûriyeyê destnîşan bike. Berevajî muxalefeta Sûriyeyê wan her dem bajarên xwe li dijî hêzên rejîmê, komên çete û hewlşdanên dagirkeriyê parastiye û ji bo avakirina pergaleke demokratîk bi hezaran şehîd dane vê şoreşê. Lê mixabin ew nimûne û mînak ji alî gelek hêzên derve û ji alî muxalefeta ku dest bi karê çetetiyê kiriye herdem hatiye astengkirin û hîna jî gelek pirsgirêk û astengiyan ji wan derdixînin.