26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi salan e ji kurdî re xizmetê dikin

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di 18’ê nîsana 1992’an de hat damezrandin û bû yekem saziya bi vî rengî ya li Tirkiyeyê damezrandî. Ênstîtuyê 28 salan tevkariyeke girîng li parastin, bipêşvebirin û berbelavkirina kurdiya nivîskî kiriye û îro jî weke Komeleya Lêkolînên Kurdî bi heman erka xwe radibe.

Di nava damezrênerên Enstîtuyê de Mûsa Anter, Feqî Huseyîn Sagniç, Îsmaîl Beşîkçî, Yaşar Kaya, Abdurrahman Durre, Cemşîd Bender û Silêman Imamoglu jî hebûn. Enstîtuyê di ser hesabê xwe yê Twitterê agahiyên li ser dîroka xwe jî bi vê munasebetê par ve kirin.

Enstîtuyê diyar kir ku endam û serokên Enstîtuyê gelek caran rastî zextên sîyasî hatine. Serokê demkî yê Enstîtuyê Apê Mûsa hatiye qetilkirin, alavên Enstîtuyê hatin desteserkirin û herî dawî jî di 31ê Kanûna 2016’an de derîyê wê hatîye morkirin. Wê wisa dewam kir: “Kitêb û alavên wê careke din hatine desteserkirin û li sazîyên dewleta tirk hatine dabeşkirin. Lê belê dildarên Enstîtuyê li rexmî van hemû zext û hereşe û gureşeyan xebatên xwe ranewestandine û her dirêje bi xebatên xwe dane.” STENBOL

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê