6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi sedan parêzeran Prz. Tahîr Elçî bi qurnefilan bi bîr anîn

Bi sedan parêzerên ku li Edliyeya Amedê kom bûn, bi pankarta “Em te ji bîr nakin” heta Mînareya Çar Ling ku Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî lê hatibû qetilkirin meşiyan. Berdevka HDP’ê Prz. Ebrû Gunay û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî tev li meşê bûn. Disa serokê baroyên gelek bajaran tev li meşê bûn. Parêzer li pêş Mînareya Çar Ling kom bûn û daxuyaniya Tahîr Elçî ya 6 sal berê hatibû dayîn, ji dengê wî guhdar kirin. Parêzeran piştre li Mînareya Çar Ling Tarîh Elçî bibîr anîn û axaftin kirin. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren anî ziman ku li gel 6 sal di ser kuştina Tahîr Elçî re derbas bûn jî hêj kujer nehatine dîtin û darizandin. Eren, da zanîn ku ev vîna heyî naxweze kuştina Elçî ronî bibe û wiha got: “Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu, 5 sal şûnde hat Amedê û diyar kir ku Elçî bi sûîkastek siyasî hatiye kuştin.” Eren, bibîr xist ku heta kujer ronî bibin û bên darizandin dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Piştre Hevjîna Tarîh Elçî Turkan Elçî jî axivî û anî ziman ku dê heta dawî ji bo ronîkirina kujeran têbikoşin.

Piştî daxuyaniyan parêzeran qurnefil danîn cihê ku Tarîh Elçî lê hatiye kuştin.

Serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî di 28’ê Mijdara 2015’an de li pêş Mînareya Çar Ling a navçeya Sûrê ya Amedê dema daxuyanî dida hatibû qetilkirin.