26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bila sala 2021’an bibe sala zimanê kurdî

Komisyona 21’ê Sibatê ku ji aliyê Platforma Zimanê Kurdî (PZK) û Tora Ziman û Çanda Kurdî ve ji bo Kampanya Îmzeyan a Zimanê Kurdî hatibû avakirin, têkildarî xebatên ku dimeşîne daxuyaniyeke nivîskî da. Komîsyonê da zanîn ku di çarçoveya xebatên xwe de ji bo xurtkina kampanyayê bi sazî û dezgehên çapameniya kurdî, komeleyên zimanê kurdî û rêxistinen kedê re hevdîtinan kirine û bi wan re pirsa zimanê kurdî nîqaş kirine.

Her wiha Komîsyonê, têkildarî dema bidawîkirina kampanyayê jî agahî dan û diyar kir ku li derveyî wan der barê dema kampanyayê de agahiyên şaş tên belavkirin û der barê mijarê de ev agahî dan: “Tê gotin ku wê komisyon xebata ji bona imzeyan di 15’ê gulanê de bi dawî bike. Em gelekî zelal dibêjin; tu biryareke me ya wiha tune ye. Berovajî vê yekê em dixwazin ku hemû sala 2021 bibe sala zimanê kurdî.” 

Xebat giran bi rêve diçe 

Tevahiya daxuyaniya Komîsyonê wiha ye: “Kampanya îmze komkirinê ji bona ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê û zimanê fermî piralî berdewam e. Ji ber nexweşiya pandemiyê jî gelek babetên çalakiyan bi zehmetî tên meşandin. Pêrabûnên li dijî pandemiyê gelek caran rê li ber xebata me teng dike. Xebat hinekî bi giran bi rê ve diçe. Lê dîsa ji pekhateyên siyasî û civakî xebata xwe ya îmze kom kirine bi biryardarî didin meşandin. Pekhateyên siyasî di hemû rêxistinên xwe de îmzeyan kom dikin. Çalakvanên zimanê kurdî bi mirovên kurd re her roj rûberû dibin. Em girîngiya ziman bi hevdû niqaş dikin, hişmendiya zimanê kurdî jî bilind dikin.  

Serlêdana saziyên çapemeniyê

Weke Komîsyona 21’ê Sibatê em beşdarî gelek çalakiyên medyayê jî dibin. Em xweşbextanê her roj çavderî dikin ku hişmendî û giringiya zimanê kurdî di nava civaka me de belav dibe. Medyaya kurdî di xebata ziman de ji kampanya me re bi gelek haweyan dibin alîkar. Bi mebesta ku em di vê mijarê de medyaya kurdi hîna aktiftir bikin, di roja rojnamegeriya kurdî de me saziyên medya ziyaret kirin. Me weke komisyon him civînek taybet bi Komeleya Rojnamegeran a Dîcle – Fîratê re kir û him jî beşdarî daxuyaniya Dîcle- Firatê bûn. Komeleyên ku di qada ziman de xebatê dikin, weke Med Derê, me ziyaret kirin û bi hevdû re pirsa ziman bi berfirehî şirove kir. Em ê di vê xebatê de bi saziyên sivil re ku bi zimanê kurdî re pêwendidarin serledanên xwe berdewam bikin. Armanca me ev e ku komisyona 21’ê bi hemû saziyên sivîl re pirsa zimanê kurdî nîqaş bike û pirsa zimanê kurdî bixîne rojeva civaka kurdan. 

Saziyên qada kedê 

Di xebata ziman de Komisyona 21’ê Sibata serledana qada kedê ji kir. Saziyên ku di nava qada kedê de hene, hemû ji bi pirsa ziman re mijul dibin. Taybet mamoste, bijîşk, parêzer, endezyar, karker, karmend, esnaf, bazirgan hemû ji di pirsa ziman de xwedı dîtınin. Ji ber vê yekê me hevdîtinek bi Platforma Ked û Demokrasî re lidarxist. Gelek ditinên hêja hatin şirovekirin û di dawîya hevdîtinê de me bi hevdû re biryara ku em kampanyaya zimanê kurdî xurt bikin da. Em baş dizanin ku hewcedariya hemû kurdan bi xurtkirina vê kampanyayê heye. 

Kampanya dewam dike

Dîsa li derveyî komisyona me hinek dîtinên şaş tên belav kirin. Tê gotin ku wê komisyon xebata ji bona imzeyan di 15’ê Gulanê de bi dawî bîne. Em gelekî zelal dibêjin; tu biryareke me ya wilo tune ye. Berovajî vê yekê em dixwazin ku hemû sala 2021 bibe sala zimanê kurdî. Armanca me ev e ku di nava civaka kurdan de hişmendiya zimanê kurdî bilind bibe û komkirina îmzeyan ji bi taybet ji bona vê mebestê tê kirin. Me di destpêka kampanyaya xwe de gelekî aşkera gotibû, herî kêm milyonek îmze ji me re lazim e. Hilbet, li derveyî vê yekê îmzeyên me çiqasî zêdetir bibin, em ê ji bi qasî imzeyên ku me komkirine bi vê yeke şa bibin. Xebata ji bona zimanê kurdî divê bêwestan berdewam be.”