Çarşem, Gulan 19, 2021

Destana neteweyekê: Ferx û Gilgamêş

Mirov, an jî weke pênaseya mirovan homo sapîens, bi qasî ku xwe nas kirî li pey xwesteka naskirina xwe ketiye. Bi mejiyê xwe, bi serpêhatiyên xwe her xwestiye xwe ji zîndewerên din cuda bike. Her xwestiye xwe vebêje.

4,5 milyar sal beriya niha cîhan ava bû û di vê navbeynê de gelek formên jiyanê pêk hatin û digel vê jî gelek formên jiyanê jî qediyan. Di nav van hemû forman de, yek jê forma mirovahiyê ye helbet. Forma mirovahiyê herî zêde 4 milyon sal in heye hinek ji van forman milyar sal in hene. Lê belê yek form jî weke mirovan (homo sapîens) nekir, di nav demeke kurt de li dûv têgeha cîhanê neket.

Çi bû ku homo sapîens xwe ji van forman cuda kir?

Mirov, piştî hay ji zanîna xwe çêbû, her xwest xwe ji bilî hemû zîndewerên din bibîne û bihesibîne û dem hat, mirovahiyê pirsa ‘ez kî me?’ yê li xwe kir. Piştî vê pirsê hêdî hêdî ji xwe û ji xwezayê dûr ket. Homo sapîens hingê xwe nêzîkî jiyana asîmanan kir; jiyana nediyariyê, bêdawîtiyê…

Ev xwesteka zanînê û pirsînê kir ku mirov teknîkê ava bike. Ji bo bersivandina van pirsan teknîk hewce bû. Teknîk bi peydakirina amûran û helbet bi peydakirina zimanî zêdetir pêşket. Ziman jî kir ku mirov xwe he bike, hebûna xwe di nav cîhanê de, di nav giyanewerên kovî de qahîm bike. Teqrîben ji 200 hezar sal berê heta niha bi vê amûrê (ziman) mirov, pirsa xwe dike û dibêje ‘ez kî me, jiyan çi ye, mirin ji bo çi ye, ez dê bi ku ve biçim?’ Bi van pirsan mirovahî ji xwe re çîrok, serpêhatî û destan ava kirin û mîtos çêkirin ku bikaribe digel veguhastinê van pirsan jî bibersivîne.

Gelek şaristaniyan piştî demekê, ji xwe re nivîs dahênandin, mîtos û çîrokên xwe bi vê dahênanê remz û sembol kirin. Bi nivîsê yan ku bi çanda nivîsê, çîrok û mîtosên van şaristaniyan bi sembolên hingê, bi sembolên wê demê hatine nivîsandin û wisa man. Heke bi awayekî din bibêjin, çîrokên wan şaristaniyan herî zêde heta pênc sedsalan jiyan, paşê fetisîn û wateyên sembolên xwe wenda kirin. Mirovên pispor her xwestin û bi vê mijûl bûn ku van sembolan rawe bikin, li gorî dema xwe nivîsên pênc hezar sal beriya niha şîrove bikin, lê bînin. Ev digel xwe pirsgirêka wateyan anî, wateya peyveke gelek resen li gorî pênc hezar sal beriya niha giran be, niha wateya wê peyvê êdî sivik dihat.

Lê belê ziman an ku çanda devkî wiha nebû. Bêsekn her peyvek zindî ma, çîrokên hezar salan bi zimanî heta roja îroyîn bi awayekî zindî veguhast. Ew mîtos û çîrokên bi zimên hatine sembolkirin û hatine veguhastin, li gorî demsal, sal, sedsal û hezarsalên xwe lêhatin û bi tişteke zindî (mirov) her hatin veguhastin.

Lêgerina wateyan

Ji bilî mirovan hemû giyanewer nizanin ku dê rojek bê, jiyana wan dê dawî bibe û bimirin. Ji ber hindê ye ku mirov her xwestiye têbigehe, her xwestiye wateyekê ji vê dûmahîkê re peyda bike. Ev rewşe bi xwe re bêgavitiyê (bêçaretî) tîne, ji bo vê bêgavîtiyê tenê mirov xwestiye çareseriyekê kifş bike û ji ber vê yêkê ber bi rêkên bêçaretiyê bûye rêwî. Her çi kiribe jî rastî mirinê hatiye, digel mirinê jiyana xwe jî nas kiriye. Di vê lêgerîna wateyan de, ku pêşiya mirinê jiyana xwe xweş û hêsan bike tiştin ava kirine; ziman, nivîs, veguhastin hwd.

Digel van ji xwe re mîtosên wateyan, çîrokên wateyên serpêhatiyên xwe ava kiriye. Tiştin zanîne û hay ji vê zanîna xwe çêbûye, bi kurtasî mirov zaniye ku êdî dizane…

Belê zaniye ku dê bimire, dawiyeke wê/wî heye. Digel vê jiyana xwe nas kiriye. Paşê ji xwe re bi zanîna mirinê, tişteke mezintir û berfirehtir ava kiriye; “Belê dê bimirin lê belê piştî wê mirinê jiyaneke din heye, ew jiyan bêdawî ye, abadînî ye.” Ev hevok metafora nivîsa me ye; “Heke bixwazî nemir bî, divê bimirî!”

Şaristaniyan bi nivîsê zanîna xwe veguhastin, gelo kurdan çi kir?

Somerî, akadî û gelek şaristaniyên din ên cîhanê bi nivîsan serpêhatî, zanîn û mîtosên xwe heta roja îroyîn veguhastin. Hê niha jî ew nivîsên 2-3 hezar sal beriya niha weke wê rojê dixwinîn, çi hatibe nivîsandin wê dixwînin. Lê belê hê jî gelek caran sembolên peyvên wan wextan di nav xwe de dinirxînin, dibêjin; gelo dema “asîman” hatî nivîsîn kesê nivîskar xwest çi bibêje, bi kîjan wateyê bi kar anî? Û bi vî awayî em di dema îroyîn de li gorî xwe peyv û sembolên 3 hezar sal beriya niha dinirxînin.

Bîr wiha nîne. Bîr çîrok û mîtosên 3 hezar sal beriya niha jî her li gorî dema xwe bi lêv kiriye, 3 hezar sal beriya niha mîtosek çawa hatibe gotin bi awayekî zindî an ku bi awayê mirov û zimên, kêm caran di bin bandora civakan de guhertiye û heta dema îro aniye. Kurd, xwedan/xweyî bîr in. Xwedaniya bîra xwe bi dengbêjan kirine û her zindî hêlandine.
Her çawa şaristaniyan xwedaniya bîra xwe bi sembolên demî an ku bi nivîsê kiribin, kurdan jî bi bîra dengbêjan ve ev xwedanî kirin û heta îroyîn anîn.

Niha, gelek lêkolîn û dahûrandinên mîtolojîk ji hêla pisporan ve li ser van nivîsên tabletan tên kirin. Lê belê heta niha min nedît û nebihîst ku ka çi dahûrandin li ser bend û peyvên dengbêjan hatine kirin.

Ji ber vê yekê min di nivîsa “Destana Neteweyekê” de xwest nivîsên tablet û destanên şaristaniyan digel destanên ku ji bîra dengbêjan dirije berawird bikim.

Hevşibînek mîtolojîk a bêhempa di nav destanên me û van destanên nivîskî yên şaristaniyên kevn de hene. Di nivîsa din de bi qasî ku ji min hat, min hevşibînên destanên cîhanê yên nivîskî û destana Ferx û Sitiyê kir. Dixwazim bi vê nivîsê û beşeke din a vê nivîsê, hevşibînên Gilgamêş û Ferx û Sitiyê bikim û vê rêzenivîsê bi encam bikim.

Divêt ewilî em vê pirsê bikin;

Çima Gilgamiş, çima Ferx û Sitî?

Heke bi kurtasî her du destanan hevşibînin, ew jî hevşêweya destpêk, herikîn û lêgerîna wateya van her du destanan e.
Bavê Gilgamişî mîrê bajarê Urukê ye, nîvxwedawend e, helbet Gilgamiş jî nîvxwedayî ye. Her çend nîvê wî xweda be jî nîvê din mirov e û destan ji ser trajediya nîvmiroviya Gilgamişî diherike û dikeve lêgerînekê.

Bavê Ferxî jî mîrê bajarê Xumaroyê ye. Xuya ye ku bi bandora olan çîrok guheriye, qala xwedayetiya dayik û bavê Ferxî nayê kirin lê belê tiştek heye ku hêj neguheriye; ew jî bi saya sêvekê ji dayikbûna Ferx û Sitiyê ye.
Ferx, hê jî bi awayekî nerm di destanê de nîvxwedayetiya xwe parastiye;

“Ferx, dema ji dayik dibe, digel derdorên xwe diaxive û nifinînan/nifiran dike û ev nifir di demê de pêk tên.”

Ev vê nîşanê me dide, her çend di bin bandora olan de mabe û hin cih guherîbin jî, hê jî helwesta nasandina kesayeta sereke Ferx, ji xwe tiştek wenda nekiriye.

Gilgamişî fêhlek xirab heye di destanê de

Wek nîvxwedayî di welatê xwe de her çend jin hebin dixwaze ev jin hemû bi wî re bin û xortên welatê xwe dike kole. Piştî demekê mirovên wî welatî, ji xwedawendan dixwazin ev serdestî biqede. Xwedawendên cihî, ji bo ku Gilgamişî hay ji xwe bînin, Enkîdu dişînin li ser rûyê erdê. Gilgamiş di heman demê de, xewnekê dibîne û vê xewnê ji dayika xwe re dibêje, dayika Gilgamişî jê re dibêje; “Ev xeberek pîroz e, xwedayên me ji te re yar û yarmetek dişînin.”

Enkîduyê ku bi xwedayî û kovî hatî li ser rûyê erdê, ji hêla jineke ji hêla Gilgamişî ve hatî şandin, di nav çend rojan de diguhere û dibe weke mirovan. Fêhlên mirovan digire û Enkîduyê weke ajalek kovî êdî cilan li xwe dike, bêhnan li ser xwe diwerîne. Ew jî êdî dibe nîvmirov û ji xwezaya xwe dûr dikeve, êdî dibe xwedî mirin.

Enkîdu, ji wê daristanê êdî weke nîvxweda û nîvmirov derdikeve. Rêka wî ber bi bajarê Gilgamişî dikeve, dibîne ku hengameyek pêk hatiye, dixwaze bizane ka ji çi ye û dipirse. Jê re dibêjin “Gilgamiş careke din dixwaze bikeve di nav cihên canejinekê” hêrs dibe û tê bîra wî ku ew (Enkîdû) ji ber vê yekê ji hêla xwedayan ve hatibû şandin û xwe li Gilgamişî dide, şerek mezin dikin. Her du alî her çend hewl bidin jî nikarine hevûdu, kesek ji vî şerî bi ser nakeve. Her du ji nişka ve li hember hevûdu ji dil tiştekê hîs dikin û şerî disekinînin. (Her şîrovekarek li vê derê cuda şîrove dike, hinek dibêjin, dildarên hevûdu bûn, hinek dibêjin hîsa biratiyê kirin hwd. Weke li jorê min got; “nivîs an ku çanda nivîskî li gorî demê digel xwe şîroveyên cur bi cur tîne lê belê çanda devkî wiha nîne, ew her wekî xwe ye ji bilî guhertinên biçûk dest li bêrên çanda devkî nakeve)

Ferxî jî fêhlek xirab heye

Dema ji dayika xwe dibe pêre dest bi nifiran dike û nifirên Ferxî di cih de pêk tên. Ferx jî weke Gilgamişî taybetiyên xwedawendiya xwe bi awayekî xirab bi kar tîne. Tenê tiştek heye ku weke Enkîdû Ferxî rawestîne, ew jî ‘yar û yarmetek e’. Li vê derê yar û yarmet Sitî ye. Digel Ferxî, Sitî jî ji dayik dibe. Weke em dizanin Ferx û Sitî, piştî dayik û bavên wan sêva eşqê dixwin, her du ji nîvên sêvekê çêdibin an ku Sitî û Ferx weke nîvên sêvekê hatine li ser dinyayê, parçeyek Ferx e, perçeya din Sitî ye.

Bi herikîna çîrokê re em dizanin ku Sitî ji bo tepisandin û hevkêşana fêhlên xirab ên Ferx hatiye peywirdarkirin û Sitî ji bo vê yekê jî hatiye peywirdarkirin; dibe sedem ku pêşiya Ferxî bide ber bi lêgerînekê.

Her du destan ji çar beşan pêk tên. Bi herikîneke balkêş çîrok didomin, weke romanekê hatine honandin, dramaturijiyeke bêhempa heye. Helbet weke trajediyekê ji çar perde/beşan pêk tê.

Beşa ewilî ji rasthatin û nasîna kesan pêk tê. Ev beş li jorê hatiye nîşandan. Beşa duyem rêwîtî û lêgerînek e. Ew beş jî hefteya tê digel beşên seyemîn û çaremîn dê bê weşandin. Dê digel beşa seyemîn hay ji zanîna her du karakteran bibin, di beşa çaremîn de jî digel Ferx û Gilgamişî hêdî hêdî dê vegerine li ser xaka xwe û dê hay ji mirovatiya xwe bibin, hay ji dawî û mirina xwe.

“Mirov bêdûmahîk (bêdawî) nîne, dê dûmahîk û vegera me hemûyan bibe ev xak û welat.”

(didome)