26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tedbîrên heyî hem pêşî li koronayê nagirin û hem jî mexdûr dikin

Di demên dawîn de li Tirkiyeyê berbelavbûna nexweşiya koronayê (Covid-19) zêde bûye. Serokomarê tirk Tayyîp Erdogan ragihand ku ji bo pêşî li berbelavbûna koronayê were girtin ji 29’ê nîsanê êvarê saet 19:00’an heta 17’ê gulanê saet 05:00’an derketina derve hatiye qedexekirin.

Seroka Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) a Şaxa Amedê Elîf Tûran têkildarî nexweşiya koronayê û tedbîrên ku ji aliyê hikûmetê ve hatine ragihandin ji rojnameya me re axivî. Turan anî ziman ku tedbîrên ku heta niha ji aliyê hikûmetê ve hatine girtin serkeftî nîn in û wiha got: “Hikûmet heta îro polîtîkayên ku li ser pandemiyê meşandiye serkeftî nîn in. Lazim e hikûmet bi saziyên tendurîstiyê yên wek TTB, SES re bikeve têkiliyê û bi wan re li dijî vîrûsê têbikoşe.”

Tedbîrên nû ispat dikin ku tedbîrên berê kêr nehatine

Beriya meha remezanê dihat gotin ku hikûmet dê ji bo 2 hefteyan tedbîran bigire û piştî 2 hefteyan dê rewş asayî bibe. Bijîşk Turan bi bîrxist ku tedbîrên ku di destpêka meha remezanê de hatine girtin rê li pêşiya belavbûna nexweşiyê negirt û nexweşî zêdetir bû.

Xebatkarên tenduristiyê mexdûr dibin

Tûran anî ziman ku tedbîrên hatine girtin rê li pêşiya mexdûriyetên nû vedikin û wiha axivî: “Kar û barên pandemiyê li ser milên xebatkarên tenduristiyê maye. Rewşa xebatkarên tenduristiyê pir xirab e. Mafên wan ê betlaneyê, îstîfakirinê û teqewitbûnê hatine betalkirin. Di pandemiyê de ji bo xebatkarên tenduristiyê tu tedbîr nayên girtin.”

Gelek karker debara xwe bi xebata rojane dikin

Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) têkildarî dewletên ku ji bo pandemiyê piştgirî daye gel raporek amade kir. Li gorî rapora piştgiriya civakî Tirkiye di nav dewletên cîhanê de di rêzên dawî de cih digire û ji sedî 1.9 piştgirî daye gel. Li gorî raporê Luksemburgê ji sedî 27 û DYA’yê jî ji sedî 25 piştgirî dane welatiyên xwe.

Elîf Tûran da zanîn ku dema tedbîr hatin girtin rewşa aborî ya welatiyan û piştgiriya civakî li ber çavan nehatiye girtin û gelek karker hene debara xwe bi xebata rojane dikin û ji bo kes mexdûr nebe divê tedbîrên berfirehtir bihatana girtin.

Tûran got ku qedexekirina derketina derve dibe sebeba hin nexweşiyên wek depresyon, êşa masulke, hestiyan û hwd.

‘Bila welatî aşiya xwe bikin’

Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) nexweşî her ku diçe di nav kesên temenê wan di navbera 25-59’an de ne zêdetir dibe. Piraniya kesên ku temenê wan ji 60’î zêdetir in aşî bûne û yên aşî nebûne bêtir bi nexweşiya koronayê dikevin. Tûran balkişand ser girîngiya aşiyê û bang li welatiyan kir ku kesên dora wan a aşiyê hatine bila aşiya xwe bikin