spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bûldan: Ne HDP dê zîhniyeta darbekar bê darizandin

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, di komcivîna partiya xwe de mijarên di rojevê de ne nirxandin. Bûldan têkildarî ‘Doza Kobanê’ ya li dijî rêveberên HDP’ê hatiye destpêkirin, weke ‘doza kûmpasa siyasî’ ya dîroka Tirkiyeyê ya herî mezin pênase kir.

Bûldan diyar kir ku ev doz hiqûqî nîn e, dozeke siyasî ye, dadger û dozgerê wê Qesra Erdogan e û wiha got: “Me got ne HDP lê yên bên darizandin xwediyê vê kûmpasê ne û bi vî rengî wê bidome. HDP di vê doza kûmpasê de nayê darizandin, lê ew bixwe didarizîne. HDP di vê dozê de hesab nade, hesab dipirse. Dê zîhniyeta dijminê demokrasiyê û zîhniyeta darbekar a dixwaze bi daraza derew siyaseta demokratîk qedexe bike bê darizandin. ” Pervîn Bûldan anî ziman ku mîna doza girtinê ya li partiya wan hat vekirin, ev doz jî bêbingeh e û wê têk biçe.

Êrîşên li dijî herêmên başûrê Kurdistanê

Bûldan, bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên li başûrê Kurdistanê û wiha got: ” Desthilatdarî her ku di polîtîkaya derve de dixitime, berê xwe dide polîtîkayên şer. Ji sala 1980’yî ve operasyonên li derveyî sînor tên kirin, lê pirsgirêka kurdan girantir kir. Dîrokê nîşan da ku çareseriya pirsgirêkan ne bi polîtîkayên şer, bi diyalog û danûstandinan pêkan e. Em banga xwe ya ji bo diyalogê careke din dubare dikin û her kesî vedixwînin diyalogê. Her wiha em bang li hikûmeta navendî ya Iraqê jî dikin ku dest ji polîtîkayên şer ên li dijî civaka êzidî berde. Di heman demê de hewldanên li Qamişloyê yên ji bo têkbirina aramiya gel, xizmetê ji aştiya li Rojhilata Navîn re nake, divê xwe ji vê yekê vegirin.”

Tecrîd û Îmralî

Hevserok Bûldan, têkildarî tecrîda li Îmraliyê ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî axivî û anî ziman ku ev tecrîd aramî û aştiyê nayne û wiha domand: “Tecrîda li Îmraliyê gelên Tirkiyeyê dixe nav tarîtiyê. Tecrîd niha pirsgirêkeke li pêşiya me ye ku divê bi lezgînî bê çareserkirin. Desthilatdariya ku hiqûqa navxweyî, destûra bingehîn û peymanên navneteweyî tune dihesibîne, welat xistiye nav xelekeke bêhiqûqiyê. Li aliyekî bêhiqûqiya tecrîdê, li aliyê din jî binpêkirina mafên mirovan a ku li girtîgehan zêde bûye. Birîna vî welatî ye ku roj bi roj xwîn jê tê.”

Berxwedana li zinadanan

Bûldan anî ziman ku girtîgeh veguherîne navendeke bêhiqûqî û kêfiyetê û got: “Bi hezaran girtî ji bo bidawîkirina tecrîdê û bidawîkirina li bêhiqûqiyê 152 roj in di greva birçîbûnê de ne. Daxwaza wan edalet e, hiqûq e. Em ji vir careke din bang dikin: Tavilê dawî li tecrîdê bînin. Dawî li binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan bînin.”

ENQERE