26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Bila Tirkiye hêzên xwe ji Sûriyeyê vekişîne’

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde serdana Enqereyê kir û ligel Wezîrê Derveyê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu civiya. Linde di civînê de hişyarî da Çavuşoglu û ji Tirkiyeyê xwest ku ji Azerbaycan û Sûriyeyê vekişin û binpêkirina mafên welatiyên kurd rawestînin.

Ann Linde diyar kir ku hikûmeta AKP’ê şerên li Sûriyeyê, Lîbya û Qerebaxê gûr dike û bi domdarî serdestiya dewletên deryaya Spî binpê dike.

Linde bang li Tirkiyeyê kir ku hêzên xwe ji Sûriyeyê vekişîne û got ku Enqere ji parçebûna Sûriye û çewistandina li ser kurdên li wir berpirsyar e û her wiha nerazîbûna xwe nîşanî binpêkirinên hiqûqî û operasyonên qirkirinê yên li dijî welatiyên kurd ên li Tirkiyeyê jî da.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê jî gefa wê yekê xwar ku ger Tirkiye hêzên xwe ji Idlibê vekişîne, zêdetirî 3 milyon penaberên Sûriyeyê dê berê xwe bidin welatên Ewropayê.

Derbarê rexneyên Wezîra Derve ya Swêdê de Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî jî axivî û piştgirî da Ann Lînde û wiha got: “Em tevlî daxwaza Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde dibin. Derbarê şîroveyên li ser binpêkirinên Tirkiyeyê yên li bakur-rojhilatê Sûriyeyê rast dibînin û em piştgiriya daxwaza Swêdê dikin ku Tirkiye hêzên xwe ji Sûriyeyê vekişîne û li ser çareseriyeke siyasî bixebite ku rêzê li yekbûna axa Sûriye û cihêrengiya siyasî bigir.”