Thursday, July 29, 2021

Bîra kurdan û Komkujiya Ermenan

Adnan Çelîk

Hemû dîroknivîsîna tirk ya ku di xizmeta hebûna dewletê de hatiye duristkirin, li ser înkara jenosîda ermenan ava bûye. Li dû vê dîroknivîsînê, ermenan di heyama şerî de “xiyanet” li Împeretoriya Osmanî kiriye û ew in yên ku bi hevkariya rûsan qetlîam li tirkan kirine. Lê li Ameda (Diyarbekir) bi piranî kurd lê niştecih in û wek paytextê fiîlî yê bakurê Kurdistanê ye, bêdengî û tabûya li ser jenosîda ermenan li berê pêşî lê tê şikandin. Tevgera azadiya kurd ji zûde ye berpirsiyariya beşdarbûna beşek ji Kurdan di komkujiya ermenan de vedinase û vê rastiyê wek mîrateyeke neerênî şermezar dike. Di demekê wisa de ku hêj jî bêdengiyeke mezin li ser jenosîdê heye, li herêma kurdan, bi taybetî li Amedê, hejmara xebatên ku berê xwe didin têgihiştina cîhetên cuda yên vê meseleyê di van çend salên dawî de zêde bûye. Bi xêra van xebatan êdî bêtir zanîna me li ser tarîxa vê herêmê, li ser pêvajoya jenosîdê, li ser destdanîna ser mal û milkên ermenan, li ser rabirdû û serhatiyên xelasbûyiyên jenosîdê, li ser ermenên misilmankirî û dîroka devkî (zarekî) ya jenosîdê heye. Ji van xebatan jî xuya dibe ku hem di pêvajoya jenosîdê de û hem jî di peydabûna bîra “giştî” ya li ser meseleyê de, Amed di van heyamên dawî de bûye cihekî sembolîk û navendî.

Di destpêka sedsala 19’an de, wîlayeta Diyarbekirê ji gelên cuda, wek kurd, yaqûbî, nestûrî, kildanî û ermen, pêk dihat. Li dû serjimêriya patriyarkê Konstantînopolê ya sala 1914’an, li wîlayetê 106 hezar 867 ermen dijiyan. Li navenda Diyarbekirê, anku li paytextê wîlayetê, hejmara ermenan nêzîkî sê ji yekê sercemê nifûsê, anku li dor 45.hezar kesan, bû. Ji nifûsa wan a qerebalix girîngtir, giraniya ermenan a di warê aboriyê de bû, lewre hema bêje tevahiya sinaet û ticaretê di destê wan de bû.

Di dema şerê cîhanê yê yekem de, pêvajoya jenosîda ermenan li Diyarbekirê bi ferman û reveberiya walî doktor Reşîd (ku yek ji danerên Cemiyeta Îttihad û Terakkiyê (CÎT) bû li Diyarbekirê) û bi hevkariya dezgehên dewletî, malmezin, milîs, hinek eşîrên kurd û rîspiyên dînî ve bi rê ve çû.

Wek gelek dîrokzan û lêkoleran cext lê kiriye, rola walî Reşîdî di tehcîr û qetla ermenan de li Diyarbekirê, pir mezin bû. Walî Reşîd berî ku wek waliyê Diyarbekirê teyîn bibe di 3’yê adara 1915’an de telegramekê ji Talat Paşa yê wezîrê navxweyî re dişîne û dibêje: “Min dil lê ye usûla herî yekser û kurtebir li dijî ermenan tetbîq bikim.” Teyînkirina doktor Reşîd wek waliyê Diyarbekirê 25’ê adara 1915’an li gel biryarên ku komîteya navendî ya CÎTê ya hêj nû di derheqê ermenan de girtibûn pir hevaheng e. Jixwe walî Reşîd di telgrafeke din de ku wî 28’ê îlona 1915’an ji wezareta navxweyî re şandibû diyar kiribû ku 120.hezar ermen bi fermana wî ji Diyarbekirê hatibûn tehcîrkirin.

Çavkaniyên bîra-dijber a kurdan

Tevî rabihurîna sedsalekê bi ser qewimînan re, bîra jenosîda ermenan li cem kurdan hêj jî gelek zindî ye. Mirov dikare ji bo zindîmana vê bîra dijber (contre-mémoire) şeş sedeman destnîşan bike: (1) hebûna rabirdûyeke hevbeş ya kurd û ermenan ku tê de saziya civakî ya kirîvatî, keresteyê pêkvejiyanê bûye; (2) tebîeta hovane ya şîdeta jenosîdê; (3) hebûna mekanên tevkuştinê li ser erdê ku her dem vê felaketê bi bîra nişteciyan tînin; (4) zimanê kurdî wek devereke bîra dijber ku nakeve nav çeperê gotara resmî ya tirk; (5) hikayetên gelek ji ermenên xelasbûyî, gelek caran misulmankirî; (6) axirî, rola tarîxnivîsîneke nû ku tevgera kurdî dide ber xwe ku ev tarîxnivîsî qîmeteke taybetî dibexşe ser dîroka devkî û wê hêz daye derhatin û berbelavbûna hikayetên derheq jenosîda ermenan.

Kiryara binavkirinê, ya wesfkirinê, ya pêvekirina peyvan bi ser tiştan ve di avakirina civakî ya heqîqetê de xwedanê roleke bingehî ye. Girîngiya serekî ya peyvan, li gel barê wan ê remzî û îmayên wan, li me ferz dike ku baş dêna xwe bidin peyvan û bikaranîna peyvan ya agahîderan, ku ev yek di heman demê de girîngiya birêvebirina lêkolînê bi zimanê dayikê yê agahîderan piştrast dike.

Heke piştî vê xalê, em li binavkirina qira ermenan di nav kurdan de binêrin, em dibînin ku li cem kurdan çendîn nav an derbirînên derheqê jenosîda ermenan de hene. Nav û binavkirinên 1915’an yên di nav kurdan de hindek xalan, yên li ser sehên kurdan yên di derheqê jenosîdê de lê herwiha li ser ast û zêdeyiya şîdetê û fail û rêbazên qetlîamê di hengava jenosîdê de, bi me ron dikin. Gava xelk derheqê 1915’an de diaxive, bi van peyv û derbirînan qewimînan bi nav dikin: Ferman, fermana filehan, qirkirina filehan, qetilkirina filehan, qelandina filehan, firxûna ermenan, terteleyê ermenan, dema birrînê, dema qefle û terqa filehan. Maneya serekî ya van nav û peyvan nîşanî me dide ku kurd wê heyamê wek heyama zulm û şîdeteke pir mezin bi bîr tînin.

Peyva herî berbelav di nav gel de ferman an jî fermana filehan e. “Ferman” emr û qanûnek e ku sultanê dewleta Osmanî der dike. Ew peyv di bîra cemawerî ya kurdan de, bi taybetî di kilaman de, nîşaneya tirs, şîdet, zulm, mirin û zexta dewleta Osmanî ye. Di nimûneya jenosîda ermenan de, bikaranîna vê peyvê rola plankirina navendî ya berpirsên dewletê tîne ber çavan.

Bi taybetî di hevokekê de ya ku dibêje “Em şîv in hûn paşîv in” ev derbirrîn xuya dibe. Diyar e wan ev hevok gelek caran ji ermenan bihîstiye; gava ermenan xwestiye, kurdên ku hevkariya qetlîamê dikir hişyar bikin û bibêjin ku dewleta tirk dikare heman felaketê bîne serê wan jî. Bîra dijber ya derheqê jenosîda ermenan de gelek caran di pesendkirina vê hevok û derbirînê de şiklê xwe girtiye. Bi dubarekirina vê derbirînê kurd, berdewamiyekê di navbera halên qurbanîbûna ermenan û tecrubeya xwe ya di destê zext û şîdeta dewletê de durist dikin.

Tevî zexta deshilatdariyê ya ji bo dasepandina nîzameke bêdengiyê, bi her çi rêbazeke şîdetbar jî be, mekan bê rawestan raborîyê bi bîr dixin, bîrên çandî, bi rik û bi awayekî afrîner, û bi rengê pêgirî û sedaqeta xwe ya bo mekanan dozê lê dikin. Li gorî Pierre Nora, “bîr xwe di ya şênber de, di mekanî de, di tevgerê de, di îmajê de û di objeyê de bi ripin dike.” Anku hesta berdewamiyê di nav mekanî de rehên xwe berdide. Li gorî Shushan Kerovpyan, ya ku xwe dispêre xebatên Navaro-Yashin, miletê ku ji axa xwe hatiye vederkirin, ne bi awayekî fîzîkî û laşî, lê belê bi objeyên xwe yên berçav, bi malên xwe, bi zeviyên xwe ve her dimîne. Li vir têgeha sipêle an jî xeyalet dertê ber me. Ji bo Navaro-Yashin, sipêle tiştekî berçav (materiel) e, ew di nav objeyan de û bi rêya objeyan heye. Sipêle ne temsîla tiştekî ye; lê ew tişt bi xwe ye. Bi rêya hebûna xwe bi xwe, ev objeyên heyî bandorekê li ser jiyana niştecihên wê deverê dikin. Sipêle xwe, hem bi rêya hebûna xwe û hem jî bi rêya nebûna xwe diwesifîne. Ev hebûna bi rêya nebûnê li Anatolyayê dixuye. Hebûna objeyên wan her tim nebûna ermenan bi bîr dixe. Her wekî Bille û hevkarên xwe bi cext diyar dikin: “Nebûn tu caran ne bê encam e; ew ne nebûneke rasteqîn e. Nebûn ne vala ye, ew balê dikişîne û di nava jiyana rastî de munasebeteke bi qasî hebûnê ye.” Yanî obje û xanî nebûna ermenan temsîl dikin. Bi rêya hebûna xwe, ew nebûna xwediyên xwe bi bîr dixin û misoger dikin.

Tevlîbûna hinek kurdan a di jenosîdê de şopên qahîm û daîmî di nav bîra raborîyê de hiştine û ev bîr di nav nifşên cuda de heta îro hatiye vuguhastin. Bi vî rengî, ev “le’neta sedsalî” ya li ser serê kurdan, ya ji ber beşdariya wan a di qetlîama 1915’an de, coreke serhildana wan zanyariyan e ku bo heyameke dirêj hatibûne serkutkirin û bêdengkirin. Îro ev zanyarî bi şiklê şîrove û hikayetên wisa têne derbirîn ku dawiya trajîk a berpirsiyarên qetlîaman ji me re vediguhêzin. Bo nimûne, standina wan mal û milkên ermenan ji destê kurdan ku piştî qetlîamê dest danîbûn ser, sebebê qirkirina nifşê dawî yê malbatên wan, an jî sebebê “hemû bela û musîbetên bi ser wan de hatin” wek netîceyên wan neheqî û hovîtiyan yên ku wan li ermenan kirine şîrove dikin. Em dikarin bibêjin ku ev diyardeya rûbirûbûna sembolîk ya bi raboriyê re bûye ‘topos’ek di gotinên şahidan de, her wekî di edebiyata kurdî ya hevçerx de jî tê dîtin. Temayên wek kirîvatî, berdewamiya mexdûrîyetê navbera ermen û kurdan de, ermenên musulmankirî û hwd., ku di nav bîra gel de hê jî zindî ne, bi awayekî berbiçav di nav roman û çîrokên kurdî de jî derdikevin pêş me.

Çîrokên “asayî” yên jiyana wan ya rojane bûne sembolên “axîn” û “le’net”a ku di bingeha wan de qetlîama ermenan heye. Heye ku pêşketinên van salên dawî û bilindbûna girîngiya dîroka devkî ya li ser jenosîda ermeniyan rê bidin ku ev tabûya qedîm û bingehî ya dîroknivîsiya Komara Tirkiyeyê bişikê. Divê vê jî diyar bikim ku tevgera azadiya kurd di zîndîkirina bîr û raboriya jenosîda ermeniyan de, di meydana civakî de aktorekî sereke bûye. Bêyî ku bê jibîrkirin ku berpirsyariya esasî di jenosîda ermeniyan de ya Komara Tirkiyeyê ye, divê em biçespînin ku pêşketinên girîng di vê meseleyê de çêbûne û em bi tenê dikarin hêvîdar bin ku ev pêşketin rê li ber venasîneke karîger û tekmîl, ne tenê rûbirûbûneke sembolîk, vekin.

Çavkanî: ​Adnan Çelik, “Serhildana Zanyariyên Serkutkirî: Bîra ‘Fermana Filehan’ li Diyarbekirê”, Derwaze, Gulan 2017, Jimare 1, rr. 18–37