3 Mayıs, Cuma - 2024

Sample post title 0

Sample post title 1

Sample post title 2

Sample post title 3

Sample post title 4

Sample post title 5

Sample post title 6

Sample post title 7

Sample post title 8

Sample post title 9

Sample post title 10

Sample post title 11

Serûpel Blog Rûpel 184

Berdevka Kongra Star: Êrîş sûcên şer e

0

Piştî 4’ê Cotmehê ku dewleta tirk êrişên xwe yê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kiribû, di 23’ê Kanûnê de cardin êrîşî binesaziya herêmê kir. Di encama êrişê de stasyonên petrol li navçeya Tirbespiyê û Dêrîkê hatin armancgirtin. Di heman demê de bîrên li stasyona û kargeha sererastkirina bîrên petrolê bi balafirên şer ve hatin armanc girtin. Hat hînbûn ku stasyon bi temamî ji xizmetê derketiye, derketina stasyonê ji xizmetê bandor li pompên gazê yên kehrebeya didin stasyona Siwêdiyê kir ku di encamê de gelek gund, bajarokên Çilaxa, navçeya Tirbespiyê û bajarê Dêrîkê bê kehrebe man.

Der barê êrîşên dewleta tirk ên di 23’ê Kanûnê de, Berdevka Kongra Star Rihan Loqo ji JINHA re axivî û wiha got: “Dewleta tirk ev ne cara yekem e ku êrîşî herêm, destkeftî û binesaziya herêmê dike. Dewleta tirk her ku tengav dibe û li Tirkiyê aloziyên mezin di Rojhilata Navîn û cîhanê de dijî, her car berê xwe dide şoreşa jin, destkeftiyên şoreşê û binesaziya gel. Em careke din bi navê rêxistina jin bêdengiya cîhanê li hember êrîşên dewleta tirk, rexne û şermezar dikin.”

‘Dewleta tirk bi rihetî nikarê êrîşî axa me bike’

Rihan Loqo desnîşan kir ku keç û xortên wan dikarîbûn mirovahî ji çeteyên mîna DAIŞ’ê xilas bikin  û wiha domand: “Li beramber kiryar û êrîşên dewleta tirk, em li vir peyam didin ku dewleta tirk bi rihetî nikare li ser ezimanê welatê me bi balafirên bê mirov û ya şer bigere. Em dibêjin dem dema heqîqet û wijdanê ye. Keç û xortên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû mirovahiyê parastin, bi ked, zanebûn û helwestên xwe karibûn îradeyek mezin ava bikin ku îro em bi rihetî li ser axa xwe dijîn, ji bo vê ked, zanebûn û hewildanê divê herkes bi wijdana xwe tevbigere û divê êdî kiryarên dewleta tirk li dijî herêmên me were sekinandin.”

‘Bi milyonan kes li ser van binesaziyan dijîn’

Rihan Loqo bal kişand êrîşên dewleta tirk li dijî binesaziya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha pê de çû: “Dewleta tirk di êrîşên xwe de cardin binesaziya herêmê armanc girt. Em êrîşên dewleta tirk li ser binesaziya civakê qebûl nakin. Dewleta tirk niha binesaziya gel ên mîna kehrebe, av, sawama armanc girtiye. Bi mîlyonan gel li ser van binesaziyan dijîn. Ev êrîşana li dijî jin, zarok û civakê sûcên herî mezin a şer e ku bi hişmendiya dagirker êrîşî herêmên me dikin.”

‘Piştî hevpeymana civakî êrîş dijwar bû’

Rihan Loqo diyar kir ku ew divê demê de destkeftiya şoreşê ya herî mezin mîna hevpeymana civakî îmze kirine û êrîşên dewleta tirk li dijî vê hevpeymanê wiha anî ziman: “Bi taybet êrîşên dewleta tirk li ser projeya netewa demokratîk a ku tevahî gel bi awayekî komînal, hevbeş, aram û azad dijîn, dike. Ev pergal roj bi roj mezin dibe û dibe îlham. Bi taybet ev êrîşên dewleta tirk piştên ku destkeftiyên mezin ku di şoreşê de bi dest xistiye, dike. Îro em kêliyên dîrokî dijîn ku beriya çend rojan hevpeymana civakî hate erêkirin, di heman demê de beriya çend rojan Kongreya MSD’ê pêk hat ku gelek biryarên girîng hatin standin. Hevpeyman, lidarxistina Kongre û avakirina pergala hevbeş zorê dewleta tirk a dagirker çû ku ev zorê di van êrîşan de îfade dike.”

‘Bi felsefeya jin jiyan azadî şoreşa xwe biparêzin’

Rihan Loqo herî dawî diyar kir ku ewê bi felsefeya jin jiyan azadî, li hember hişmendiya dagirker têbikoşin û wiha bi dawî kir: “Dewleta tirk nikare vê hêz, bawerî, sîstem û felsefê di vê civakê de bişkîne. Em ê bi ruhê jin jiyan azadî ku niha gelê me li dijî êrîşan qadanin têkoşîna xwe dom bikin. Em tevahî gel, dayik, jin û civaka me ku di siharê de li ser piyan in silav dikin. Em dibêjin bi felsefeya jin jiyan azadî şoreşa xwe berfireh bikin û şoreşa xwe ji hişmendiya dagirker biparêzin.”

Demirtaş: Kesê ji muzakereyan bireve berpirsyarên mirinan ew in

0

Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên protestoyî yên di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li dijî êrişên DAIŞ’ê yên ser Kobanê hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de û 18 jê girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin berdewam kir.

Danişîna dozê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Cahît Kirkazak, Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, parlamenterên DEM Partiyê, parêzerên Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), endamên Delegasyona Yekitiya Ewropayê (YE) û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tev li danişînê bûn.

Hinek girtiyên siyasî li eywana dadgehê cih girtin û girtiyên siyasî yên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn.

Demirtaş bi kurdî dest bi parasstina xwe kir

Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan û ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin dest pê kir. Piştre jî Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin bi rêya SEGBÎS’ê parastina xwe kir.

Demîrtaş, bi kurdî dest bi parastina xwe kir û beşdarên danişînê silav kir. Lê balkêş bû ku li eywanê wergêr tune bû. Demîrtaş, di axaftina xwe ya bi kurdî de wiha got: “Rêhevalên min ên hêja ez we hemûyan yek bi yek ji dil û can silav dikim. Hêvîdarim ku hûn hemû baş û bi silamet bin. Ji 7 salan zêdetir e ez girtî me lê ev cara yekemîn e, mafê parastinê didin min. Heya îro di lêpirsînan de carnan bi hin sedemên din ez axivîm. Cara yekemîn e ku ez ê raste rast parastina xwe bikim. Ez parastina xwe li hemberî şandeya we nakim. Ji ber ku hûn parçeyeke vê êrişê ne. Lê ez ê parastina xwe ji bo gelê xwe, ji bo dîrokê bikim. Ez şandeya we nas nakim. Ev doza li hemberî me hatiye vekirin, dozeke siyasî ye û car bi car ez ê jî parastina siyasî bikim. Ev dozeke tolhildanê û siyasî ye. We ji bo berjewendiyên xwe dîl girtiye.

Bi siyaset û rakirina tecrîdê dikare rê li ber mirinan bê girtin

Îro jî zarokên vî welatî di şer de tên kuştin. Em ji ber mirina van zarokan xemgînin. Em dikarin bi siyasetê pêşî li ber van mirinan bigirin. Rêya vê jî rakirina tecrîdê ye. Lazim e ku civakên Tirkiyeyê li hemberî vî şerî dengê xwe bilind bikin. Divê tirk û kurd ji bo çareseriyê û aştiyê dest bidin hev. Me bi vê baweriyê siyaset kir û ji bo çareseriyê xebitîn. Lewma em îro dîlgirtî ne. Lê ew li cihên xwe yên germ rûdinin û biryara şer didin. Divê gelên Tirkiyeyê bibînin bê ka kî şer dixwaze û kî rê li ber van mirinan vedikin.”

‘Di roja biryarê de bila hevjîn û keçên min li daholê û zirnê bixin’

Têkildarî roja dayîna biryarê jî Demîrtaş wiha got: “Wesyeta min e; roja ku di dozê de biryar tê dayîn, bila hevjîn û keçên min li baxçeyê mala me ya li Amedê li dahol û zirneyê bixin. Ne ji bo min ne jî ji bo gelê me tu hukmê wê biryarê nîne.”

‘Ji bo xwerexnekirina li dijî gelê xwe em ê biaxifin’

Demîrtaş, got ku zêdetirî 7 sal in di girtîgehê de ne û cara ewil e derfeta parastineke berfireh tê dayîn û wiha pê de çû: “Em li qadan, li ser ekranên televîzyonan hatin darizandin û derheqê me de hukmê îdamê dan. Yek bi yek em tevek weke terorîst hatin nîşandan. Mafê min ê lêpirsînê jî ji hêla vê şandeyê ve hate xespkirin. Ez xwe li hemberî şandeya we naparêzim. Ji ber ku hûn jî parçeyeke vê êrişê ne. Ez, parastina xwe pêşkeşî gel dikim. Li ser navê dîrokê, li ser navê gelê xwe vê parastinê dikim. Em ji ber xwexnekirinê deyndarê gelê xwe ne lewma dê biaxivin.”

‘Ev doza Tolhildanê ye’

Demîrtaş, destnîşan kir ku Doza Kobanê dozeke siyasî ye û wiha got: “Lewma ez ê parastineke siyasî bikim. Ev, dozeke tolhildanê û dozeke siyasî ye. Hêj darizandin bi dawî nebûbû ku em weke sûcdar hatin tawanbarkirin. Tevahiya mafên mirovan hatin binpêkirin. Hevalên me yên hêja xizmên xwe winda kirin û nehiştin vê êşê parve bikin. Hinek xizmên me di rêyan de jiyana xwe ji dest dan. Zarokên me dûrî me mezin bûn. We dizanî ku em sûcdar nînin lê dîsa jî we em di girtîgehan de ragirtin. Heke hûn xwedî li mirovahiyê derbiketina ma dê we wiha bikira? Yên ku ev yek kirin, para xwe ji mirovahiyê negirtine. Vê xerabiya we, serê we şor kir û serê me jî bilind kir. Em dizanin ku we biryara xwe daye. Lê biryara we çi dibe bila bie ne ji bo me ne jî ji bo gelê me tu hukmê wê nîne.

Em ê doza xwe bernedin

Em ê dev ji doza xwe bernedin. Ez lêborîna xwe ji gelê me dixwazim, ji dostên xwe yên hêviya xwe girêdayî me kiribûn û ji naskiriyên xwe lêborînê dixwazim. Me nekarî van bendewariyên we bi cih bînin. Lê ez soz didim ku dê têkoşîna xwe bi pêşengtiya partiya me DEM Partiyê bidomînim. Ez ji bo DEM Partiyê û hevserokên me Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari re serkeftinê dixwazim.”

Bi domdarî Demîrtaş anî ziman ku tekane rêya çareseriya ji bo gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bidawîkirina tecrîdê û rêbazên guftûgoyê ye û wiha pê de çû: “Yên ku ji muzakere û guftûgoyê direvin, berpirsyarên van mirinan e. Siyasetmedarên ji bo pêşeroja xwe sûdê ji şer dikin, durû ne. Yên ku li ser xwîna zarokên vî gelî ji xwe re qadên îktîdarê ava kirin, kesên bêexlaq û bêwijdan in. Hem tirk hem jî kurd û civakên din divê ji bo aştiya civakî dengê xwe bilind bikin. Yên ku we li ser bingeha neteweperestiyê sor dikin, destekî wan di nava rûn û yê din di nava hingiv de ye. Lê li hêla din zarokên we dişînin şer.”

‘Tenê gelê xizan dikare pêşî li vê rewşê bigire’

Bi domdarî Demîrtaş anî ziman ku tenê gelê hejar dikare pêşî li ber rewşa heyî bigire û wiha derbirî: “Heke tirk û kurd bi destên hev bigirin û bikarin bibêjin ‘em li dijî şer in’, wê demê pêkvejiyaneke xwişk-biratî pêkan dibe. Wê demê aramî û mezinkirina demokrasiyê pir hêsan dibe. Daxwaza me aştî ye û baweriya me bi çareseriya demokratîk tê. Tenê ji ber van daxwazên xwe em bi sala ye di girtîgehan de dîl tên ragirtin. Em hêj jî daxwaza aştiyê diqîrin. Yên welêt birêve dibin jî li cihên xwe yên germ rûniştî ne û her roj biryarên şer didin.”

‘Divê gelê tirk jî vê durûtiyê bibîne’

Demîrtaş, daxuyand ku divê gelê tirk êdî durûtiya heyî bibîne û wiha got: “Divê êdî fêm bike bê ka kî şer û kî aştiyê dixwazin. Yên ji bo Filistînê daxwaza aştiyê dikin, dema mijar dibe aştiya li welatê wan xelkê tecrîd dikin û digirin. Gelo heke ev durûtî nebe wê demê çi ye? Em di nava van şert û mercan de dê dîsa aştiyê biparêzin. Îro Tirkiye ji bo zarokên xwe digirî û divê hesab ji siyasetmedaran were pirsîn. Divê hesabê ji kesên dema li ser qoltixên xwe yên germ biryara operasyonan didin û pirsgirêka kurd li pişta ciwanan bar dikin û dişînin herêmên germahiya wê di bin sifrê 20’ê de, bipirsin. Em êşa ciwanên di emrê xwe yê 20-22 salî de dikevin binaxê dijîn û îktîdar me bi terorîstbûnê tawanbar dike. Lê ew îktîdar ji vê xwînê xwe li ser pêyan digire. Hinek parlamenterên ku ev 5 serdemin parlamenteriyê dikin hene ku hêj carekê peyva aştiyê bi kar neanîne.”

 

Danişîn, bi parastina Demîrtaş didome.

Salih Muslim: Dê êrîş negihên armanca xwe

0

Piştî leşkerên di şerê li Herêma Federe ya Kurdistanê hatin kuştin, dewleta tirk careke din bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt. Di vê çarçoveyê de êrişî stasyonên petrolê, ceyran û avê yên bajarên Tirbêspiyê, Dêrik û Kobanê hedef girt. Herî dawî jî navendên Kobanê û Qamişlo bombebaran kir. Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim got ku êrişên dewleta tirk ne cara ewil e tên kirin û da zanîn ku ev êriş 8 sal in bênavber didomin.

‘Em bi şerekî li dijî mirovahiyê re rû bi rû ne’

Muslim, diyar kir ku êrişên dewleta tirk nû nînin û wiha domand: “Tirkiye, li cihê DAIŞ’ê hiştibû berdewam dike. Her ku firsend dikevin destê wê asta êrişên xwe dijwartir dike. Li ku derê li dijî wan tiştekî neyînî çêbibe, berê xwe dide Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Êrişên dawî jî di vê çarçoveyê de hatin kirin. Piştî tiştên li Başûr qewimîn, ji bo pêşiya bertekên li dijî wan bigirin, mîna ‘gurên birçî’ êrişan dikin.”

Di berdewamê de Muslim destnîşan kir ku di êrişan de qadên sivîlan hedef hatine girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev êriş, bandoreke neyînî li ser jiyana rojane dikin. Ji êrişan armanc dikin ku herêmê vala bikin. Yên ku bikarin bi çekên xwe bikujin dikujin û dixwazin yên din jî tî û birçî bihêlin û bikujin. Di vê çarçoveyê de em bi şerekî li dijî mirovahiyê re rû bi rû ne.”

‘Tevdîrên gel hene’

Bi domdarî Muslim daxuyand ku di encama êrişên dewleta tirk ên ji 4’ê cotmehê heta niha bi qasî 2 milyon û 150 hezar kes bêceyran mane û wiha pê de çû: “Di êrişên îro hatine kirin de cara 3’yemîn e binesazî hedef tê girtin. Di demên berê de jî tesîsên petrol û avê û nexweşxane hedef girtin. Dixwazin binesaziya Rêveberiya Xweser têk bibin. Dixwazin hêviya gel a jiyana nû têk bibin. Em di mehên zivistanê de ne. Tirkiye êriş dike û rejîma Sûriyeyê jî bi ambargoyê piştgiriyê dide. Gelên me yên ji Efrînê xwe spartin Şehbayê hedef digirin û hewl didin wan ji kampan derxînin. Gel jî li dijî van têdikoşe. Gel, li dijî hemû cureyên êrişan çareserî peyda kiriye û rêxistiniya xwe bihêztir dike. Gelê me jî li dijî êrişên Tirkiyeyê tevdîrên xwe girtiye.”

‘Bêdengî tê wateya erêkirinê’

Muslim, got ku êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandorê li tevahiya xelkê herêmê dikin û axaftina xwe wiha qedand: “DAIŞ’ê êriş kir lê nekarî. Îcar dixwazin tiştên DAIŞ’ê nîvco hiştî temam bikin. Em nikarin bibêjin DAIŞ xelas bûye. Ev rast nîne. DAŞ hêj jî heye. Dema êrişên Tirkiyeyê zêde dibin, DAIŞ dîsa mezin dibe. Mezinbûna DAIŞ’ê ne tenê ji bo gelê Rojava, ji bo hemû cîhanê xetere ye. Ev êriş, ji bo pêşîlêgirtina têkoşîna HSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê tên kirin. Ji bo DAIŞ xwe bihêz bike, bi van êrişan jê re dem tê dayîn. Divê hemû cîhan li dijî vê raber ser pêyan. Divê cîhan vê rastiyê bibîne. Bêdengî, tê wateya hevkariyê.”

Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin

Em ê li dijî van êrişan li ber xwe bidin. Em il ber xwe didin û her roj şehîdên me çêdibin. Ji bo ku gelê kurd bi serfirazî û birûmet bijî, dê ev têkoşîn heta dawiyê bidome. Ji bilî berxwedanê tu rêyên me nînin. Gelên me ji leşkerên xwe bibawerin û li gel wan li ber xwe didin. Dê ev êriş tu carî negihijin armanca xwe.”

 

Kongre ra dima 60 kesî ameyî destbendkerdene

0

Kongreya Meclîsê Ciwanan ê DEM Partî ra dima 60 kesî ameyî destbendkerdene.

Meclîsê Ciwanan ê DEM Partî vizêr bi şîarê ”Vejîneke Ciwan” Kongreya Asayî ya 1ine kerdbî.  Kongre ra dima Serdozgerîya Komare ya Dîyarbakirî derheqê kongre de tehqîqat da destpêkerdene û qasê 60 kesî ameyî destbendkerdene. Destbendkerdeyî ameyî berdene bi Mudirîya Polîsan a Amedî.

Nameyê destbendkerdeyan wina yê:

Hevîn Turk, Roj Turk, Bêrîvan Bayer, Zîlan Yucel, Zozan Polat, Ahmet Demîrel, Yûsûf Yildiz, Mîkaîl Boral, Hamza Akbûlût, Diyar Yarma, Huseyîn Dari, Abîd Çeker, Senem Erîş, Hayriye Fîlîz, Mûsa Boral, Dozvan Başak, Rênas Ekmen, Mahmût Baran, Dogan Bayav, Arjîn Bayav, Alîcan Sogut, Celal Kaplan, Viyan Mûmak, Bunyamîn Dagan, Mahmût Şen, Cîhan Arûtay, Azîz Şahîn, Sînan Sut, Mizgîn Çakir, Yûsûf Demîr, Yakûp Yaman, Dundar Ûsal, Îbrahîm Demîrcan, Kadîr Nebîoglû, Mahsûm Okçû, Diyar Yarmak, Îbrahîm Çetîner, Ayşegul Sakalli, Ersîn Metîn, Ahmet Çoban, Mûstafa Yûrtsûz, Fûrkan Dûrmaz, Mahmût Barût, Eda Kalafat, Zafer Akgun, Fûrkan Zîle, Hayrûllah Aladag, Berfîn Aladag, Mazlûm Dogan Çelîk, Serdar Eroglû, Huseyîn Çîçek, Mîhrîban Şarli, Hamze Arici, Hêja Kayan, Berdan Çelîk, Ferdî Erat, Îsmaîl Hakki Tûncer, Reşît Çagli û Ahmet Karan.

Dema serlêdanên ji bo bernamzetiya DEM Partiyê bi dawî dibe

0

Amedekariyên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên ji bo hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 31’ê adara 2024’an berdewam in. Dema serlêdanên ji bo bernamzetiya hevşaredarî, endamtiya meclisên şaredariyê û meclisên giştî yên bajar îro bi dawî dibin.

Piştî ku pêvajoya serlêdanan bi dawî bû, dê di rojên ewil ên meha çileyê de li bajar û navçeyên ku partî lê yekemîn û duyemîn derketî sindoq bên danîn. Bi vê yekê re dê namzet bi pêşhilbijartinê bên diyarkirin. Tê payîn ku li nêzî 200 navendan pêşhilbijartin bê lidarxistin.

Demekî kin piştî pêşhilbijartinan jî dê namzet bi raya giştî re bên parvekirin.

Dewleta tirk li Qamişlo jî êrîşî  2 kargehan kir

0

Li gorî agahiyên hatine di malpera ajansa ANHA’yê de hatine ragihandin, balefirek bê mirov a dewleta tirk li taxa Alaya ya li rojhilatê bajarê Qamişloyê kargehek bombebaran kir.

Lê di derbarê zerer û ziyanên êrişê ti agahî nehatine belavkirin. piştî wê êrîşê careke balafiran di saet derdora 11.40’an de Navenda Çandiniyê ya Cizîrê ya li taxa Meyselûn a li bajarê Qamişloyê bombebaran kirin.Di bombebarane de li avahiyê şewat derket. Li navendê hem genim tê depokirin, hem jî tovê çandiniyê tê amadekirin.

Devereke din a ku di êrîşên Qamişlo de bû armanca êrîşan stasyona trênê bû.

Hêjayî gotinê ye ku di danê sibehê de bi balafirên keşfê li navenda bajarê Kobanê kompanyayek û cihekî tamîrkirina erebeyan bombebaran kiribû û di encamê de 2 karker birîndar bûn û ziyanên madî çêbûn.

Zelal Bîlgîn: Em bi hevre dikarin tarîtiyê ronî bikin

0

Çalakiya gireva birçîbûnê ya ku girtiyên PKK’ê û PAJK’ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li Îmraliyê di 27’ê mijdarê de dabûn destpêkirin didome. Girtiyên ku di çarçoveya hamleya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ketine gireva birçîbûnê, diyar dikin ku ew ji bo aştî, demokrasî, edalet, wekhevî û azadiyê têdikoşin. Yek ji girtiyên ku ketiye gireva birçîbûnê Aktîvîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn e. Zelal Bîlgîn, hem têkildarî girtina xwe û hem jî têkildarî armanca çalakiyê ji Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglu ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ye re axivî. Hevpeyvîna Dîcle Muftuoglu ya bi Zelal Bîlgîn re wiha ye:

Çend sal di ser girtina we re derbas bû. Sedema girtina we çibû?

Dema min xebatên Tevgera Jinên Azad (TJA) dikir, ez hatim binçavkirin û girtin. Ez nêzî 3 sal in girtî me. Ji bo ku me bigirin, hewceyî hinceta nake. Bi awayekî keyfî me digirin. Hem em kurd in û hem jî em jin in. Ji bo wan ev herdu nasnameyên me hinceta girtinê ye. Gelek hevokalan li pey hev rêz dikin û wekî sedema sûc nîşan didin. Ev tenê avakirina qaos û tevliheviyê ye. Me daxuyanî daye. Em tev li meşan bûne. Em tev li civînan bûne. Van xebatên me hemû wekî xebatên dijzagonî nîşan dane. Dema çalakiyên 25’ê Mijdarê û 8’ê Adarê ji aliyê jinên kurd ve tên lidarxistin, wekî sûc nîşan didin. Tevlêbûna me ya van çalakiyan dikin sedema sûc. Dikin sedema girtin û darizandinê. Pirsa ‘Tu çima tev li çalakiyên 25’ê mijdarê û çalakiyên 8’ê mijdarê bû’ feraseta mêrê serdest nîşan dide.

 Pergala ku mafê jinê yê jiyanê nas nake, jinên ku li dijî vê ferasetê şer dikin davê zindanê. Îqtîdar di vê feraseta xwe de çiqas dikare encamê bigire?

Hişmendiya mêrane, berê hemû çekan dane jinan û jin kirine hedefa xwe. Vê feraseta mêr li dijî jinan şerek dane destpêkirin. Em bi vî şerî re rû bi rûne. Rêveberê vî şerî dewlet e. Dîsa bi qasî dewletê pêşengên vî şerî tarîkat, cemaat, merên nas û nenas, malbatên ku protatîfa dewletê ne. Heval, hevjîn û heval in. Di nava vî şerî de jin dê kengî, li ku û çawa ji jiyanê bê qutkirin nediyar e. Jinên li dijî vê hişmendiyê şer dikin û têdikoşin, tora piştevaniya têkoşînê zexm dikin û mil didin hev û bi hevre têdikoşin. Hişmendiya paşverû hewl dide ku jinê di malê de hepis bike û êdî nikare li hemberî berxwedan û têkoşîna jinan bi ser bikeve.Feraseta ku nikare li hemberî têkoşîna jinan bi ser bikeve, vê carê wan davêje zindanê. Armanc dike ku jinan û civakê ji hev qut bike. Seyda Cadiyan ku bi deh hezaran sal berê dest pê kiribû îro jî didome. Lê em jin di her gava jiyanê de cîroka xwe û dîroka xwe dinivîsin. Em bi mîrateya ku ji dîroka berxwedana xwe digirin, hewl didin ku di romana xwe ya nehatiye nivîsandin de bi cih bikin. Em dibînin ku îqtîdar encamê nagire û nikare bigire. Em di berxwedana jinên li zindanê li ber xwe didin de dibînin ku em ê li destkeftiyên 25’ê mijdaran xwedî derkevin û jinên vîna xwe datînin holê û dê bi ser bikevin

 Helwesta girtîgehê binpêkirina mafan çiye? Bi van binpêkirinan çi armanc dikin? Çavkaniyên van binpêkirinan ji ku digirin?

Hemû binpêkirinên mafan ên li zindanan pêş dikevin, çavkaniyên xwe ji polîtîkaya taybet a tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan ê ku 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê de di şertê tecrîda giran de tê girtin, distînin. Ev polîtîkaya tecrîdê, di serî de li zindanan û bi gelemperî li ser hemû civakê zext û tundiyê pêş dixe. Binpêkirina mafan pêş dixe. Mafê jiyanê, ziman, çand, mafê jiyana wekhev, azad û heviya jiyanê tecrîd dike. Hebûna girtîgehan bi serê xwe binpêkirina mafan e. Bi van girtîgehan armanc dikin ku bê nasname, bê şexsîyet bihêlin û ji civakê û civakîbûnê qut bikin. Bi vê rêbazê li zindanan serî li hemû pêkanînên şerê taybet didin. Bê navber êrîşî cewherê mirov û vîna mirov dikin. Li aliyê din zextên fîzîkî, derûnî, civakî û çandî berdewam dikin. Ev şiklekî îşkenceyê ye. Ev îşkence tenê li malbatan nayê kirin. Ev îşkence li malbatên girtiyan jî tê kirin.

Bi girtîgehan armanc dikin ku girtiyan bênasname û bêkasyet bihêlin. Dixwazin bêvîn bihêlin û ji civakbûnê dûr bixin. Lê em li van mekanên ku hişmendiya yekperest û faşîst armanc dike emrê me bi dawî bike, em emr li ser emr zêde dikin. Em bêtir xwe nas dikin û xwe digînin heqîqeta xwe.

Li Zindana Jinan a Sîncanê niha 11 jin divê serbest bên berdan. Lê ji ber zextên “poşmanî, bêalîbûn, înkara nasname û ziman’ red dikin, serbest nayên berdan. Ligel Yaklav û Sermin Demirdag ku 30 sal in girtî ne, li DGM’ê hatine darizandin û bi mehan îşkenceya giran li wan hatiye kirin, jinên wekî Nedime  jinên din Rozerin Kurt, Mukaddes Kubilay, Zeynep Xan Bingol, Sabite Ekinci, Ozlem Demir, Dilan Oynaş, Sedef Demir, Necla Yildiz û Jiyan Ateş jî ji ber daxwazên li wan tên ferzkirin qebûl nekirine serbest nayên berdan û girtina wan dirêj dikin. Bi vê yekê dixwazin civakê jî bitepisînin û parçe bikin. Bi girtîgehên Tîpên S û Girtîgehên Ewlehia Bilind polîtîkayên tecrîdê bêtnir giran dikin. Dixwazin girtiyan bênasname, bêvîn û bêkasayet bihêlin. Dixwazin mirovan ji civakbûnê û civakê dûr bixin. Dixwazin civakê bê refleks bihêlin. Lê em li dijî hişmendiya yekperest û faşîst ku dixwaze emrê me li vir tune bike, em emr zêde dikin û em bêtir xwe nas dikin û digêjin heqîqetê.

 Gelek dostên kurdan ên wekî kesên nivîskar, rewşenbir, akademîsyen, hiqûqnas û civaknas, ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad bibe li 74 navendan dest bi hamleya “Ji Ocalan re azadî” kirin. Hûn vê hamleyê çawa şirove dikin?

Gelek bi wate, bi qîmet û bi nirx e. Di heman demê de pêngavek yekemîn e. Yekem car dostên kurdan bi awayekî berfireh ji bo Rêberê Gelê Kurd kampanyayek wisa mesin didin meşandin. Bi qasî ez dizanim, ji xeynî Mandela tu Rêberên ku di qada navneteweyî de piştgirî girt û ji bo wî azadî hat xwestin tune bûn.

Ji ber vê yekê divê ev hamle bi baldarî û ji nêz ve bê şopandin. Ji ber ku li dijî Modernîteya Kapîtalîst, xwedîderketina modernîteya demokratik e. Bi vê xwedîderketinê bingeha Modernîteya Demokratîk tê avakirin. Gelên din û ên din ku bi hezar salan e tên înkarkirin û tune tên hesibandin, bi rêya vê Modernîyeta Demokratîk dikarin bên cem hev, bi hevre di nava aştî, aramî, edalet û wekheviyê de karibin bijîn. Ev paradîgma ji bo jiyana wekhev, azad û bi edalet dibe hevî. Ev paradîgma li Rojhilata Navîn û cîhan dibe model û mînakek.

 Kesên di bin ronahiya paradîgmaya demokratik, ekolojîk, wekhev, azadiya jinê de tev bigerin dikarin bersîva herî xurt bidin hêzên hegomon ên polîtîkaya tecrîdê pêş dixin. Bersîv dane vê yekê jî. Pêngav û çalakiya ku li 74 navendan bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” li dijî tarîtiya ku kapîtalîzma hov, rohahiyê û vejînê pêş dixe. Ev pêngav dê yekîtiya gelên cîhanê ava bike.

 Li girtîgehan jî bi heman armancê çalakî hat destpêkirin. Ev çalakî tê çi wateyê?

Em hemû dibin şahidê şerê li rojhilata Navîn. Dijminantiya kurdan li her qadê bi awayekî der sincî û li dijî mirovahiyê xwe nîşan dide. Birêz Abdullah Ocalan, di bin tecrîda giran a mutlaq de ye. Di bin vê tecrîdê de bi kedek herî mezin û berxwedanek bêhempa xwe azad dike. Nîşanî her kesî da ku bi azadiya jinê civak jî dikare azad bibe. Nîşan da ku bi avakirina Modernîteya Demokratîk, bi jiyana wekhev a hemû gelan, bi pergala wekhev û azad heqîqet derdikeve holê. Li vir tişta tê tecrîdkirin heqîqet e. Ya tê tecrîdkirin gelê kurd e. Ziman, çand, nasnameya gelê kurd tê tecrîdkirin. Azadiya jinê ye. Karker û kedkar in. Ya tê tecrîdkirin ekolojî û ekosistem e.

Mafê hevîyê ye. Mafê jiyanê ye Jiyana hevpar a gelan e. Ez im û tu ye. Ji ber vê yekê min jî di nava vê hamleyê de cihê xwe girt û ketim girevê. Em bi hevre li dora daxwaza “Ji Birêz Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dibin yek û glok.

 Li cîhanê banga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ tê kirin. Lê Tirkiye tecrîdê bêtir hişk dike. Hûn ji bo vê yekê çi dibêjin?

 

Birêz Abdullah Ocalan 25 sal in di bin tecrîda mutlaq te te ragirtin. Di şexsê Birêz Abdullah Ocalan de li dijî gelekî sûcê mirovahiyê tê kirin. Di vir de hêzên Hegemon jî çalak tev digerin. Lê rola xwe nadin xuyakirin. Hêzên Hegemon, paradîgmaya Modernîteya Demokratik ku li dijiî Modernîteya Kapîtalist e, ji bo xwe wekî talûke û gef dibînin. Vê paradîgmaya Rêbertiyê, li dijî projeya hêzên emperyalîst ku bi modela Projeya Mezin a Rojhilata Navîn (BOP) dest pê kir û bi projeya Kemera Îslama Kesk berdewam dike, wekî asteng dibînin.

Rêberek, tevgerek û fikrek ku li pêşiya projeya emperyalîst asteng dibînin heye. Ji bo hikûmraniya xwe xurt bikin û hemûna pergala xwe berdewam bikin tecrîdê kur dikin û berdewam dikin.

Avakarên Netew Dewletê li dijî pergalek bê dewlet û cîhanek bê şer in. Hebûna xwe li ser pergala înkar, bişaftin, parçekirin û mêtîngeriyê ava dikin.Em dibînin ku êdî NATO bêtesîr bûye. Şerê di navbera Rusya-Ukrayna de bû sedem ku NATO endamên xwe zêde bike. Dixwazin bi vê yekê qada bazirganiya çekan ji nûve zindî bikin. Bi vê yekê NATO bi ruh dikin. Birêz Ocalan destnîşan dike ku çareseriya qeyrana modernîteyê, pergala Modernîteya Demokratîk e. Ji ber vê yekê Birêz Ocalan di tecrîdê de dihêlin. Bi vêyekê dixwazin pergala xwe zindî bihêlin. Ji ber vê yekê tecrîda mutlaq pêş dixinh.

 Di hemû serdemên zindanan de berxwedanek heye. Ev berxwedan îro di kijan astê deye?

Li zindanan kevneşopişa ku hem hêzê dide û hem jî mirovan xemgîn dike heye. Di serdema darbeya sala 1980’yî de hemû amûrên fîzîkî, derûnî, ramanî û îmhayê li dijî girtiyan xistibûn meriyetê. Îşkenceyên li dijî mirovahiyê dikirin. Li zindanan mirov qetil dikirin. Ew kiryarên wê demê hînê jî di hiş û aqilan de ne.Li dijî wê hovîtiyê berxwedana bêhempa ya wê demê jî hînê zindî ye û di hiş û aqilên mirovan de zindî ye. Wê demê gotin ‘Berdêla wê çi dibe bila bibe em teslîm nabin’ Bi biryar xeta berxwedanê ava kirin. Ev xeta berxwedanê niha jî berdewam dike. Ev kevneşopî bi her awayî xwe diparêze û berdewam dike. Em ji vê kevneşopiya berxwedanê hatine. Em hewl didin bi vê çalakiya xwe bibin layiqî wan. Ev mîrateya duh îro derbasî qada enternasyonaliyê bûye. Çalakiyên li girtîgehan li derve belav dibin. Çalakiyên girtîgehan û derve dibin yek û xurt dibin. Têkoşîn mezin dibe û xurt dibe.

 Gavên ku li hundir û derve çalakiyan û têkoşînê mezin bike çiye?

Eger em li dora nirxên hevpar bibin yek, li dijî pêkanînên dijdemokratîk, polîtîkayên zayendperest derkevin, em girseyê tev li çalakiyan bikin em dikarin hêz û rêxistinbûna xwe xurt bikin. Birêz Abdullah Ocalan, got ‘Rêya sêyemîn. Ne xeta muhafazakar, ne jî xeta yekperest, olperest, nijadperest. Ne jî xeta neoliberal lîberal. Em bi hişmendiya xeta 3’emîn tev digerin.

Em li dora nirxên hevpar bibin yek, em dikarin têkoşînê mezin bikin. Birêz Ocalan got xeta sêyemîn. Divê em hişmendiya ‘Bila hindik be, bila ya min be’ red bikin. Divê em li dora yekîtiya hêzan kom bibin.

Weke girtiyeke di çalakiyê de peyama we ya ji bo derve çiye?

Em dizakin gelê me, dostên me û hevalên me bi dil û aqilê xwe bi me re ye. Ev çalakî ji ber hin sedemên taybet li cem min xwedî wateyek pir mezin e. Ji ber vê yekê bersivandina vê pirsê zahmet e. Di serî de ez çalakiya ku Leyla Guven di mijdara 2018’an de dest pê kir û li hemû zindan û derve belav bû û 4 demsalan berdewam kir, bi rêzdarî silav dikim. Ez canên ku gotin ‘Ez jiyanê bi qasî ku di oxira wê de bimirim hez dikim’ û hemû hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî û hurmet bîr tînim. Di şexsê birêz Abdullah Ocalan de ya tê tecrîdkirin, jiyana hevpar a gelan e. Bi vê bawerî û biryariyê hêza xwe ji têkoşîna gel ya mafdar digirim. Bi vê hêz û wêrekiyê divê em li her qadê bibin parçeyekî têkoşîn û berxwedanê. Em hemû bi hevre li dijî mirinê jiyanê, li dijî şer aştiyê û li dijî tarîtiyê ronahiyê geş bikin.

Dewleta tirk êrîşî bajarê Kobanê kir

0

Li gorî nûçeyeke lezgîn a ajansa ANHA’yê îro serê sibehê dewleta tirk bi balafirên bêmirov yên biçek li navenda bajarê Kobanê kargehek û cihekî tamîrkirina erebeyan bombebaran kir. Di encamê de 2 karker birîndar bûn û ziyanên madî çêbûn.

 

Dayika Gezen: Çareserî azadiya Ocalan e

0

Di 8’ê Mijdarê 2018’an de bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin, greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hat destpêkirin. Çalakî di 30’ê nîsanê de veguherî rojiya mirinê û 200 rojan dewam kir. Di çalakiyê de Zulkuf Gezen (33), di 17’ê adarê de li dijî tecrîda li Îmraliyê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê adarê de li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê adarê de li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Oltûyê, Medya Çinar (24) di 25’ê adarê de li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê, Yonca Akici di 9’ê adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê, Siraç Yuksek di 2’yê nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 ya Osmaniyeyê û Mahsum Pamay jî di 5’ê nîsanê de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1 a Xarpêtê li dijî tecrîda Îmraliyê dawî li jiyana xwe anîn.

Di encama çalakiyan de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan piştî 8 salan di navbera 2-22’yê gulanê, 12-18’ê hezîranê û 7’ê tebaxa 2019’an de 5 caran hevdîtin kirin. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bang li çalakgeran kir ku greva birçîbûnê û rojiya mirinê  bi dawî bikin. Li ser banga Abdullah Ocalan di 26’ê gulanê de çalakî bi dawî bû.

Piştî vê Abdullah Ocalan herî dawî di 25’ê adara 2021’ê de bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî. Ev axaftina telefonê jî di nêvî de hat qutkirin. Ji wê rojê heya niha tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin.

Li ser vê yekê girtiyan di 27’ê Mijdarê de ji bo rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî a Rêberê PKK’ê Abullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin. Dayika Zulkuf Gezen ê ku di 17’ê adara 2019’an de dawî li jiyana xwe anî; Hewa Gezen têkildarî çalakiya girtiyan û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji rojnameya me re axivî. Gezen diyar kir ku eger tevahiya Kurdistanê li girtiyan xwedî dernekevin û piştgirî nedin girtiyan dê ji girtîgehan cenaze derkevin û wiha got: “Rewşa girtîgehan li ber çavan e. Divê her kes li gorî vê tev bigere. Girtî bi xwedîderketinê serbilind dibin. Bi piştgirêyê bihêz dibin. Ger em bêhêz bin, em ê her tim bindest bin. Dê dewlet heqaretê li me bike û wê hebûna kurdan jî qebûl neke. Ger ku em kurd vê rewşa tecrîdê qebûl nakin, divê em di serî de serokê xwe azad bikin û di nav aştiyek mayînde de li Kurdistanê azad bijîn.”

Gezen bi bîr xist ku di sala 2019’an de dîsa girtiyan çalakî li darxistin û wiha domand: “9 girtiyan jiyana xwe ji dest dabûn. Yek jê ji wan jî şehîd Zulkuf bû. Heta xwîn di damarê min de bigere ez ê têkoşîna wî biparêzin. Divê doza wan li erdê nemîne. Em ê her wext xwedî li doza şehîdan derkevim.”

‘Çareserî di azadiya Serok de ye’

Gezen anî ziman ku kurêkî wê di girtîgehê daye û ew naxwaze êdî dilê dayikan bişewit e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Daxwaza min ew e ku ne tenê malbat, hemû gelê kurd xwedî li girtiyan derkevin. Ger gel xwedî li girtiyan derkeve wê dijmin nikaribe girtiyan tecrîd bike. Ev çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyan daye destpêkirin ne tenê ji bo xwe ye, ji bo her kesî ye. Ji bo tecrîd li ser hemû gelê kurd bê rakirin û gel bi her awayî azad bibe di grevê de ne. Armanca vê çalakiyê ew e ku hem ji bo Serok azad bibe û hem jî bi azadiya Serok re Kurdistan jî azad bibe. Rêya çareseriyê di azadiya Serok de ye. Her kes dizane ku heta Serok azad nebe kurd azad nabin. Girtî ji bo Serok azad bibe mirina xwe didin ber çavên xwe. Ev serhildana li Kurdistanê bi saya Serok e. Ji ber vê ne tenê çalakiya greva birçîbûnê yan jî nobeda edaletê, em canê xwe jî di rê ya azadiya Serokê xwe de bidin hindike. Lê divê gel hemû bi hev re vê yekê bixwaze û ji bo azadiya Serok têbikoşe. Di 2019’an de 9 cenaze ji girtîgehan derketin. Em êdî naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Mixabin ji ber ku ez nexweş im nikarim tevlî çalakiya Nobeda Edaletê jî bibim. Lê dayik bi şev û roj di bîr û dilê min de ne.”

‘Em ê bi ser bikevin’

Gezen anî ziman ku ew nobeda edaletê ya malbatên girtiyan silav dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez bang li rayedaran dikim bila pirsgirêk bê çareserkirin. Êdî bes e! Bila cenaze ji girtîgehan dernekevin. Demildest tecrîda li ser girtîgehan û Kurdistanê rakin. Deriyê heps û zindanan vekin. Di serî de Serok û her wiha hebû girtiyên azadiyê azad bikin. Heta kurd azad nebin wê aştî pêk neyê. Azadî di rakirina tecrîdê de ye. Li ser navê dayikên şehîdan silav û rêzên xwe ji girtiyan û hemû dayikên şehîdên Kurdistanê re dişînim. Ji girtiyan re serkeftinê dixwazim. Ez di wê baweriyê de me wê çalakî serkeftî bi encam bibe.  Em ê bi ser bikevin. Ez bejna xwe li ber hemû girtiyan ditewînim û nobeda edaletê silav dikim.”

Li Şengalê siyaseta tifaqê bi ser ket

0

Di 18’ê kanûnê de li seranserê Iraqê ji bo hilbijartina 175 kursiyan Hilbijartina Meclîsa Bajaran pêk hat. Di hilbijartinan de partiyên kurd li herêmên binîqaş ên Herêma Kurdistanê hejmarek kursî bi dest xistin.  Li gorî encamên fermî yên Komîseriya Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê, YNK li Kerkûkê bi 5 kursiyan bû partiya yekemîn. PDK’ê jî li Kerkûkê 2 kursî bi dest xistin. Li Mûsilê jî PDK’ê 4 kursî YNK’ê jî 2 kursî bi dest xistin. Li Selhedînê PDK’ê 2 kursî û li Diyalayê jî YNK’ê kursiyek bi dest xist.

Şengal a li herêma Nînovayê (Mûsil) jî yek ji navendên giştî yên hilbijartinê bû. Li Şengalê, namzetê Rêveberiya Xweser a Şengalê Qasim Keçko bi ser ket û mafê ku di Meclîsa Nînovayê de cih bigire girt. PDK tevî ku gelek namzet ji êzidiyan nîşan da jî bi ser neket û berovajiyê Hilbijartinên Giştî yên Iraqê nikaribû di vê hilbijartinê de tu nûnerekî êzidî li ser navê xwe bişîne Meclîsa Nînovayê.

30 hezar kes deng dan

Rojnameger Îbrahîm Êzidî ku hilbijartinan ji nêz de şopand, der barê encamên hilbijartinê û rewşa Şengalê de ji rojnameya me re axivî. Îbrahîm Êzidî, diyar kir ku çavê herkesî li Kerkûk û Mûsilê bûye û wiha got: “Li her du parêzgehan jî pirsgirêk û nakokiyên cidî yên siyasî û civakî hene. Ji van herêman yek ji cihê ku divê mirov li serê rawest e Şengal e. Li ser Şengalê mijara mirov bidin pêş PDK ye. PDK’ê koçberên êzidî di nav kampan de dîl girtine û rê nade ku vegerin ser cih û warên xwe.”

Êzidî, destnîşan kir ku PDK’a ku ji Şengalê reviya û êzidî radestî çeteyên DAIŞ’ê kiriye êzidiyên rizgar bûne di nava kampan de ji bo berjwendiyên xwe bi kar tîne û ev tişt anîn ziman: “Ev siyaseta PDK’ê ya li ser êzidiyan di van hilbijartina de hê bêtir derket holê. Di nava kampan de 54 hezar kes mafê wan ê dengdanê hebû lê ji ber ku vê hejmara nikaribû bi azadî biçe ser sindoqa û dengê xwe bide tenê 30 hezar kes çûn ser sindoqan.”

Bi ser neket

Ji bo encamên dengê şengaliyan Êzidî, da zanîn ku piraniya dengên xelkê Şengalê ku di nav kampan de di bin zextên PDK’ê de dane bûç bûne û ev nirxandin kirin: “Ev tê wê wateyê kku wan bi xwe dengê xwe şewitandine. Ev jî wê dide diyakirin ku êzidî naxwazin dengê xwe bidin PDK’ê. Lê tevî vê yekê jî PDK’ê ji ber ku gelek kesên êzidî kirin namzet 25 hezar dengên êzidiyan ji hev belav kir. PDK’ê dengên êzidiyan birin lê tu namzetekî êzidî bi ser nexist. Xuya dibe ku PDK’ê di van hilbijartina de siyasetek nû kiriye meriyetê û dixwaze bibêje ‘Eger ez sernekevim bila aliyên din jî sernekevin’.”

Êzidî, bi lêv kir ku siyaseta tifaqê û pêngava yekitiya gelan li Şengalê bi serketiye û wiha got: “Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo mîsogerkirina xweseriya Şengalê û diyarkirina çarenûsa xwe nêzî hilbijartinê bû û ji bo bigihije serkeftinê berê xwe da pêşxistina tifaq û yekitiya hêz û aliyên siyasî yên Şengalê. Li ser vê esasê di havîna 2023’yan de bi beşdariya PADÊ, YNK, Teqedûm û nûnerên pêkhateyên Şengalê, Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê hat ragihandin. Ev tifaq bêguman ne tenê bi armanca hilbijartinan bû lê zemîneke xurt a siyasî û civakî ji bo hilbijartinan jî ava kir.”

Derba li PDK’ê

Di berdewamê de Êzidî, destnîşan kir ku li ser esasê pêşxistina tifaqan namzetên PADÊ bi ser lîsteya Yekîtiya Gelên Nînowayê beşdarî hilbijartinê bûne û der barê encama derket holê de ev nirxandin kirin: “Rêveberiya Xweser bi vê xebatê nûnerê xwe yê rasteqîn şand parêzgeha Mûsilê. Em dikarin bibêjin ku di dîroka êzidiyan de ev cara yekemîne nûnerê xelkê Şengalê yê rasteqîn wê biçe Meclisa Parêzgehan. Di van hilbijartinan de derba herî mezin PDK’ê xwar.  Di van hilbijartinan de derket holê ku xwediyê Şengalê kî ne. Qasim Keçko bi dengê hemû pêkhateyên Şengalê hatiya hilbijartin û bûye nûnerê tekoşîn û berxwedana li hemberî DAIŞ’ê.”