26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger Canozer hat berdan

Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de biryara binçavkirina nûnerên rêxistinên jinan û partiyên siyasî hatibû dayîn. Di çarçoveya vê lêpirsînê de roja duşemê polîsan bi ser Komeleya Jinan Rosayê û gelek malên jinan de girtin û 22 jin binçav kirin. Ji ber biryara nepeniyê ya li ser dosyayê derbarê lêpirsînê de agahî nayên bidestxistin û 3 roj in 22 jin li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên girtin.

Tê zanîn ku di bin çavan de polîsan heqaret li jinên di bin çavan de kiribûn ji ber rewşa wê ne baş bûye jinekê xwestiye ku derî bên vekirin lê polîsan bi hinceta pandemiyê destûr nedaye vê yekê û derî venekirine.Li hember vê yekê jinan li deriyan dabûn û deng derxitibûn.

Parêzera jinan Ozum Vûrgûn, tiştên ku hatine serê jinan vegot û diyar kir ku têkildarî mijarê bi dozgerê nobedar re hevdîtin kiriye û li gel gilîkirinê jî tu kirarî neyatiye kirin. Vûrgûn destnîşan kir ku piştre Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin li serdozger geriyaye û gotiye ku bi amîrê dosyayê re axiviye û da zanîn ku dê weke Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ji ber muameleya xerab dê giliya polîsan bikin.

Endama Meclîsên Jinên Sosyalîst Satiye Ok, nûçegihana Jinnewsê Berîtan Canozer, şêwirmenda çapemeniyê ya Parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûnê Gurbet Ozel, Nûrşen Akbal, Leyla Akgul, Ayşe Kanûş Zengîn bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.  Nûçegihana Jinnewsê Berîtan Canozer bi şertê kontrola edlî hat berdan.  