26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çapemenî û rêya rast

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Vîrusa ku ji Çînê derket û di demeke kurt de li hemû cîhanê belav bû, şaristaniya mirovahiyê xistiye bin xeteriyeke mezin. Her welat li gor asta xwe ya tenduristî, rêvebirî, aborî û civakî dixwaze pêşî li vê şewbê bigire. Lê ji bo civak rast bê agahdarkirin û bikaribe xwe li hemberî vê tehlûkeya heyî biparêze erkeke mezin dikeve ser milê sazî û dezgehên çapemeniyê.

Bêguman her welat li gor refleksên rêvebiya xwe di vê pêvajoyê de dijî. Ji ber her biryar û tedbîrên tên girtin ango nayên girtin yekser jiyana mirovan eleqedar dike, pêwîste ku ev biryar ji hêla saziyên berjewendiyên civakê diparêzin ve bên şopandin û di vê mijarê de civak rast bê agahdarkirin. Ev jî erka çapemeniyê ya yekemîn e.

Lê mixabin di roja me ya îroyîn de li ruxmê êş û azarên vîrusa koronayê û bi taybetî jî vîrusa Covid-19 bi gel dide jiyîn rastî ji hêla rêveberiyên welatan ve ji civakê tê veşartin.

Rêveberiyên heyî ji bo di vê pêvajoyê de ji xwe re ranteke siyasî ava bikin, di bin navê parastina civakê de rastiya tehlûkeya ku civak bi wê re rû bi rû ye vedişêrin. Bi agahiyên şaş û çewt ve hewil didin ku vê tehlûkeya heyî wek bûyereke biçûk bidin nîşandan. Yan jî bi hewildanên lewaz û nebes ve di bin navê tedbîr tên girtin de gel bixapînin.

Di pêvajoyên bi vî rengî de erkeke mezin dikeve ser milê çapemeniyê. Mijar çi dibe bila bibe erk û berpirsyariya her ferdeke/î saziyên çapemeniyê ewe ku agahiyên rast ragihînin gel. Lê mixabin di vê qirnê de mîna rêveberiyên berjewendiyên xwe di ser yên civakê de dibînin hin saziyên çapemeniyê jî genîbûne û ji rastiya prensîbên çapemeniyê dûr ketine.

Di her welatî de saziyên çapemeniyê yên di bin ferman û îdeolojiya rejîmên heyî de kar dikin û li gor daxwazên rêveberiya welat rê nîşanî civakê didin hene. Her çiqas tu welat û saziyên çapemeniyê yên genî bûne li vê rastiyê mikur neyên jî ev rastî di vê pêvajoyê de ji hêla gel ve bi awayekî hîn xurttir û baştir hatiye dîtin.

Dema mijar dibe rastî û rastiya azadiya çapemeniyê yek ji welatên herî tehlûke jî Tirkiye ye. Wek di vê pêvajoyê de jî hat dîtin ku dewleta tirk bi zextên li saziyên çapemeniyê dike nahêle ku rastî bigihêje civakê.

Di demên borî de dewleta tirk di bin navê qaşo axa welat di bin xeteriyê de ye nedihişt çapemeniya welat rastiyê ragihîne. Lê li hemberî vîrusa ku jiyana mirovan tehdît dike çi îdeolojî ango berjewendiyên ferdî dihêle ku civak ji rastiyê mahrûm bimîne.

Di Tirkiyeyê de derew û xapandin bûn nexweşiyek. Ev nexweşî jî ji hêla rêveberiya heyî tê belavkirin. Panzehîra vê nexweşiyê jî ewe ku di vê pêvajoya tenduristiya mirovahî ketiye bin tehlukeyeke mezin de, divê bi ragihandina rastiyan civak bê agahdarkirin. Ev mafê civakê yê herî xwezayî ye. Divê ku di vê pêvajoyê de saziyên çapemeniyê jî nebin şirîkên şaşiyên rejîma heyî. Di demên wiha de pêwistiya civakê bi rastiyan heye. Lewma çi dibe bila bibe erka her ferdekî/e çapemeniyê ragihandina rastiyan e. Pêwîst e em ji rastiya xwe dûr nekevin ku em bikaribin civakbûna xwe biparêzin.