26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jêbir

Ku mala bayê hebûya ew ê tu bûyayî, ku tu hebûyayî dê mala bayê jî hebûya, bê tebat û tim rêwî tim nêvî. Kî diçe ew qezenc dike, derî li ser rûyê me digire dibêje gurm! Derî li ser rûyê me dixe daxwaza hevdîtinê di çavên me de dihêle. Bi şevên vemirî dimînin em li pêxasiya her tiştê nîvcomayî. Kî diçe, kî diçe, kî diçe; ew qezenc dike. Pûrtên çûkên me tên rûçikandin. Goya yên mirî ew in lê em bêbask dimînin di nav qalikê hebûnê de.

Kî diçe ew mafdar e, kî diçe ew li kar e, yên bi ser cilên di dolaban de digirîn em in, ên toqek hesin li gewriya wan bicihbûyî… Kî diçe ew bi ser dikeve! Şimika xwe diavêje ser xwesteka me ya ku dibêje; dixwazim dîsa te bibînim. Kenê xwe bi çavên me yên şil û dilê me yê birçî dike, kiras û saqoyê ku dê êdî qet li xwe neke, diavêje ser rûyê me. Pêlavên xwe li cih dihêle û diçe, diçe û qezenc dike. Diçe û deriyê her tiştî li rûyê me digire.

Kî diçe, ew mafdar e dilşah e. Goya yên dijîn em in, na kî diçe ew dijî, yên najîn em in, ên tu tişt nakin, nabêjin lê dijîn ew in; kî diçe ew bi ser dikeve. Êdî li ber nekeve, lîstikek e ev her kes û dora xwe. Gul jî diçin. Şopa gulên çûyî li ser canê te. Wekî ku gul tenê ji bo çûyînê bûne. Şopa xwe ya xembar li ser canê te hiştine û çûne. Îja dibêjin, gul nazik in. Kanê nazikiya wan.

Van rojan tişta ku tu herî pir jê hez dikî jêbir e. Pê rûyê xwe paqij dikî xirt û xirt… Rûyê te ji çi diçe? Ji awêneyê. Carna jî dibe xirtexirta jêbira te û tu hin peyamên li ser rûyê xwe jê dibî. Mesela matmayîn. Dema li ser rûyê te matmayînek ecêb hebe, hema tu bi jêbirê dikevî ser û wî pak dikî. Lê dîsa jî tu û jêbir hêj tam nebûne dost loma jî gelek tiştên ku tu dixwazî ji ser rûyê xwe û rûyê jiyanê paqij bikî, hêj li cihê xwe ne. Mesela di vê nîvroya bi baran de te dixwest tu bindestiyê ji tevî têkiliyan paqij bikî           jêbirê.

Jêbirê! Ka were, em ê her tiştê nexweş jê bibin. Bêhntengiya li ser rûyan, quretî û rûtirşî… Hemû nebaş in. Haydê paqij bike jêbirê! Mesela îro xema çûyîna dayê paqij bike, nehêle li dengê Dîcleyê. Vê valahiya bêdawî, jê bibe jêbirê! Vê nezanîna ku dibêje qey mirin tunebûne jî. Vê nezanînê, vê xemgîniyê, vê diltehliyêbibe jêbirê!

Gul, jêbir û ba, bûne kirdeyên vê nivîsê. Belkî bo me ne kirde bin lê pênûsê nivîsî, tu jêbir nikare jê bibe. Belam bawer dikim ku dê ji we re jî xerîb neyên ev hevok. Lew jiyan tiştek yekqatî, yekwateyî nîn e û di deryaya ku di ruhê me de ye tim pêlpêlî ye. Xwezî bi rastî jî jêbirek hebûya û me karibûya kolonyalîzma bi her rengî, jê bibira, her tiştî paqij bikira.