26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cara pêşî ye jinek serokatiya vê rêxistina cîhanî dike

Seroka Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanî, Ngozi Okonjo-Iweala da xuyakirin ku rewşa vê rêxistinê gelekî xirab e û jihevdeketî ye.

Cara ewil e ku jinek dibe seroka Rêxistina Bazirganiyê  ya Cîhanî.  Serok Ngozi Okonjo-Iweala bi daxuyaniyekê rewşa vê rêxistinê şîrove kir û wiha got: “Rewşa ku ev rêxistin tê de ye gelekî xirab e û her çendî peywira min wekî tiştekî ne gengaz jî xuya bike lê min peywira guhertina vê rewşê daye ser milê xwe.”

Li ser pirsê ku Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanî çima bi Çînê re dan û standineke taybet dike, Iweala wiha bersiv da û got ”Dema ku ev rêxistin hatiye avakirin hin şaşitiyên mezin di avakirinê de hebûn û rê li ber welatan vekiribû ku ew dikarin bi xwe sifetê li xwe bikin, lewre jî Çînê li wir wekî welatekî ne pêşketî xwe daye xuyakirin û bi wî rengî sûdê ji vê rêxistinê digire.

Wekî tê zanîn Iweala di dawiya salên 1960’î de dema şerê navxweyî li Nîjeryayê hebû, tevî malbata xwe koçî Amerîkayê kiriye û li wir zanîngeh û doktoraya xwe di beşa aboriyê de kiriye. Demekê vegeriya Nîjeryayê û li wir bû wezîra darayî û piştre ya Karên Derve. Ji ber serkeftinên wê yên di van karan de di sala 2012’an de diya wê ji alî komeke çeteyan ve hate revandin û jê hate xwestin ku dest ji karê wezîrta darayî berde.