27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinên ku hatibûn binçavkirin parastina xwe nekirin

Platforma Jinên Enqereyê di 12’ê tebaxa 2020’î de ji bo protestokirina vekişîna ji peymana Stenbolê çalakiyek li dar xistibûn. Di wê çalakiyê de 33 jin hatibûn binçavkirin û li ser wan doz hatibû vekirin. Jinên ku doz li wan hatibû vekirin îro li 28’emîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Enqereyê hat dîtin.

Parlementerên HDP’ê Semra Guzel, Fîlîz Kerestecîoglû û Zuleyha Gulum ji bo tevlibûna danişînê li avahiya edliyeyê amade bûn. Pêşiya danişînê jin li ber edliyeya Enqereyê kom bûn û xwestin daxuyanî bidin. Polîsên ku derdorê edliyeyê dorpêç kiribûn jinan asteng kirin û gaza îsotê li wan kirin. Di mudaxeleyê de 20 jin hatin binçavkirin.

Di mudaxeleyê de rojnamegerên ku xwestin dîmen û wêneya bikşînin ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin.

Tundiya polîsan hat protestokirin

Parlementerên HDP’ê û parêzerên dozê tev li danişînê bûn. Parêzerên beşdarî danişînê bûn behsa mudaxeleya polîsan ku beriya danişînê pêk anîn, kirin. Parêzeran xwest der barê polîsên li jinan û parêzeran dane û destûra jinên tên dirazandin nedane biçin hundirê dadgehê gilî bikin. Şandeya dadgehê got ‘hûn bi xwe biçin gilî bikin’ û daxwaza parêzeran red kir.

Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Jinên ku der barê wan de doz hatibû vekirin vexwendin eywana danişînê. Jinan bi gotina ‘Di bin çavan de ye’ bersiv dan vê vexwendinê. Parêzeran jî da zanîn ku jinên derbarê wan de doz hatiye vekirin bi lêdanê hatine binçavkirin û gotin ku wê parastinê nekin.”  Parêzer û miwekîl ji bo tundiya polîsan protesto bikin têkildarî dosyayê parastina xwe nekirin.

Piştî danişînê jin bi berzkirina dirûşman ji avahiya edliyê derketin. Şandeya dadgehê danişînê taloqî 26’ê mijdarê kir.