26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

CFWIJ: Rojnamegerên jin herî zêde li Tirkiyeyê rastî zext û tundiyan tên

Saziya bi navê Di Rojnamegeriyê de Koalîsyonan Jinan (The Coalition For Women In Journalism Koalisyona) saziyeke ku li tevahiya cîhanê mafên jinên rojnameger diparêze. CFWIJ wek organîzasyona navneteweyî ya yekem a ku xebatên xwe ji çapemeniyeke azad a ji bo jinên rojnameger, didomîne.

CFWIJ’ê di rapora xwe ya herî dawiyê de ragihand ku di sala 2021’î de herî zêde jinên rojnameger rastî tundî û kuştinê hatine û wiha got: “Dema em sala 2020 û 2021’ê didin ber hevûdu tişta derkeve pêşberî me ew e ku jinên rojnameger herî zêde meha çile û nîsana 2021’î de rastî zext, tundî û kuştinê hatine. Ligel vê yekê di navbera meha çile-nîsanê de ji sedî 130,34 di van her du mehan de bûyerên tundiyê û zextan li ser jinan rojnemeger zêde bûne.”

Jinên rojnameger û Tirkiye

CFWIJ’e di axaftina xwe de bal kişand ser tundiya dewleta tirk a li hemberî rojnamegerên jin û ev tişt anî ziman: “Tirkiye ji serê sala 2021’ê ve li hember jinên rojnameger êrîş û zextên xwe kêm nekirine. Tirkiye di nav welatên heyî de di warê zext û tundiyên li ser rojnamegeran de yekem e. Me wek saziya CFWIJ’e ji serê sala 2021’î vir ve nêzî 114 jinên rojnameger ên ku li Tirkiyeyê rastî tehdît û êrîşan hatine, qeyd kirin. Nêzî 50 jinên rojnameger bi îdayên bêbingeh rûbirû man û hatin darizandin. 20 jin di saziyên xwe de rastî zextan hatine. 15 jin rastî êrîşa polîsan hatin, 14 jin hatin binçavkirin, 3 jinên rojnameger hatin girtin û gelek jinên rojnameger bi gotinên nijadperestî re rûbirû man.”

‘Tirkiye mafê xweîfedekirinê binpê dike’

Her wiha CFWIJ’ê dewleta Tirkiyeyê wek otokrasiyê bi nav kir û wiha domand: “Tirkiyeyê ya ku her diçe ber bi otokrasiyê ve diçe rojnamegran jî dixe hedefa xwe. Saziyên çapemeniyê yên ku nêzî desthilatdariyê ne bi fermana serokomarê tirk Erdogan tevdigerin, nûçeyên monoton parve dikin û bi vî awayî jî mafên xweîfedekirina azad bin pê dikin. Li dijî vê yekê jî rojnamegerên ku bi biryar in li ber xwe didin.”

Hin detayên din ên raporê ev in;

-Ji serê sala 2021’î ve 7 jinên rojnameger hatin kuştin.

-Li tevahiya cîhanê 45 jinên rojnameger dema şopandina nûçeyan de hatin binçavkirin.

-38 jinên rojnameger bi kampanyayên reşkirinê re rûbirû man û 37 jin jî dema şopandina nûçeyan de rastî êrîşan hatin.

-Nêzî 34 jin di dema pandemiyê de ji karên hatin derxistin.