26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cîhan li pey aşiyê ye

Li cîhanê hejmara kesên bi şewba Covîd-19’ê ketî ji 84 milyonî derbas bû, xebat û ceribandinên ji bo bikaranîna aşiyê li gelek welatan berdewam dikin. Ji şîrketên wek Pfîzer û BîoNTechê gelek dewletên wek DYA û welatên Yekitiya Ewropayê (YE) bi van her du şîrketan re peymanên dozên aşiyê îmze kiribûn û di hefteyên borî de dest bi aşîkirinê kirin. Li gelek welatan aşî cara yekemîn ji aliyê hin siyasetmedar, serokdewlet û hwd. ve li pêşberî kamerayê hatin kirin.

Peymanên ji bo aşiyê

Wek tê zanîn, pêketiyên şewbê herî zêde li DYA’yê ne. Di meha kanûnê de ji serokê hilbijartî yê Amerîkayê Joe Bîden heta hin nûnerên Civata Senatoran  derziya bi navê vaksîna Pfîzer li pêş kamerayê bikar anîn. Bîden berî were hilbijartin jî soz dabû ku dê li dijî vîrûsa koronayê têkoşîneke xurt bide û pêşiya vê nexweşiyê bigire. Jixwe DYA’yê bi şîrketa Pfîzer û BîonNTechê re peymana li ser 100 milyon dozên aşiyê danîbû.

Destûrdayîna bikaranîna aşiyê

YE’yê ji bo 200 milyon dozên aşiyê bi şîrketa Pfîzer-BîoNTechê re peyman îmze kiribû. Hefteyên borî Komîsyona YE’yê ji bo bikaranîna vaksîna Pfîzer/BioNTechê destûr daye Ajansa Dermanan a Ewropayê (EMA). Piştî destûrdayînê dê li welatên YE’yê dest bi belavkirina vaksînê bikin. Li gor seroka Komîsyona YE’yê Ursûla Von Der Leyenê der barê mijarê de daxuyanî dabû, gotibû ku piştî biryara EMA’yê û bi destûrdayîna Komîsyona YE’yê vaksînên Pfîzerê yên di tesîsên Belçîkayê de tên çêkirin wê di nav çend rojan de li welatên Ewropayê bên belavkirin.

Dê heta biharê gelek kes aşî bibin

Serokwezîrê Brîtanyayê Borîs Johnson ji Vaksîna Pfîzer a ji aliyê Zanîngeha Oxford û AstraZeneca çêkiriye, 100 milyon dozên aşiyê xwestibûn. Her wiha Brîtanyayê ji bo vaksîna Pfîzer û BioNTechê berî dewletên din destûr dabû. Wezîrê Tenduristiyê yê Brîtanyayê Matt Hancock diyar kir ku heta demsala biharê li Brîtanyayê dê gelek kes aşî bibin û bi vî awayî di peyvajoya pandemiyê de pêşiya xwe çêtir bibînin.

Bêyî ceribadinê dê aşî bibin!

Tirkiyeyê jî ji bo pêşîgirtina li şewba koronayê bi dewleta Çînê re li ser derziya bi navê CoronaVac bi şîrketa SînoVacê re peyman îmza kiribû. Ji bo meha çileyê 20 milyon, ji bo meha sibatê jî 10 milyon û bi tevahî dê 50 milyon dozên aşiyê ji Çînê bikire.

Hefteya borî  serokwezirê tenduristiyê Fahrettîn Koca ji bo bikaranîna aşiyê da zanîn ku li Tirkiyeyê dê meha sibat û adarê rojê milyonek û 100 hezar kes bên aşîkirin, lê wê ewilî li ser aşiya Çînê lêkolîn bê kirin û ev lêkolîn 2 hefteyan bidomîne.

Guman hene

Hewceyî gotinêye ku ji bilî Tirkiye û Endonezyayê heta niha tu welatî ji şîrketên Çînê sîparîşa dozên aşiyê nekiriye. Ev yek jî li Tirkiyeyê dibe sedema gelek gûmanan. Ji bo vê yekê jî li ser platformên medyaya civakî gelek kesan bi navê ‘em aşiya Çînê naxwazin’ bertek nîşan dan.

Li gelek welatên din jî bikaranîna aşiyê û encamên wên niha tên nîqaşkirin. Ji ber vê ji bo aşiyê gelek kes bêbiryar in. Dewletên ku niha dest bi bikaranîna aşiya kirine û yên hê jî diceribînin, niha dê di kîjan şert û mercan de aşiyê bikin nîqaşan dikin.