8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çima Rûsya çavên xwe ji êrîşên Israîlê re digire?

Israîl bê navber êrîşî deverên ku milîsên Îranê û Hizbullaha Libananê lê dimînin ya Sûriyeyê dike. Doh bi şev dîsa li Humsê Israîlê êrîşî milîsên Hizbulaha Libnanê kir. Israîlê ji destpêka salê de bi fûzeyan û êrîşên ezmanî zêdeyî 14 êrîşan pêk anî. 41 hedefên ku ji xwe re kirin armanc tune kir. Di hefteya borî de 2 êrîş pêk hatin. Yek duşema borî li Helebê ku tê de 5 milîsên Îranê hatibûn kuştin pêk hat. Ya din jî şevê din li Humsê milîsên Hizbulaha Libnanê kiribûn hedef.

Piraniya êrîşên ku Israîlê pêk tîne li dijî milîsên Îranê ne û Rûsyayê çavên xwe ji van êrîşan re digire. Ji ber ku berjewendiyên wan û Îranê li hin cihan hev nagirin û her yek ji wan dixwaze li ser hesabê din deverên berfirehtir ji Sûriyeyê bixe bin kontrola xwe. Bi taybetî jî li deverên ku di bin kontrola Rûsyayê de ye dema milîsên Îranê li wan deveran tên dîtin ew yek ne bi dilê Rûsyayê ye. Lewre jî Rûsyayê di êrîşên li dijî wan milîsan de bêdeng dimîne.

Israîlê her dubare dike ku ew li dijî bicihbûna milîsên Îranê ne û heke ew li Sûriyeyê bicih bibin û bi hêz bibin dê her dem ji bo wan gef  tehdîdek mezin bin. Lewre her deverê ku milîsên Îranê lê hene dibin hedefa Israîlê bi taybetî jî li deverên nêzî sînorê Israîlê.

Li gorî agahiyên saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûrıyeyê êrîşa dawî ya Israîlê li dijî bargehên Hizbulaha Libnanê ya girêdayî Îranê pêk hatiye û di encamê de balafirgeha Debaa ya leşkerî, depoyên çekan  û hin xalên leşkerî ên gundewarên Humsê hatine hedefgirtin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê