27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Civaka Îslamî ya Kurdistanê: Kurdkujî hevkariya dagirkeriyê ye

Dewleta Tirkiyeyê di 23’yê nîsanê de li Herêma Federal a Kurdistanê dest bi operasyoneke berfireh kir. Êrîşên dewleta tirk ku nêzî 50 roj in didome, bi hevkarî û li hin cihan jî rasterast tevlêbûna şer a hêz û komên girêdayî PDK’ê gihiştiye merheleyeke jor. Li dijî van êrîşên dewleta tirk û liv û tevgerên xeternak ên PDK’ê bertek û nerazîbûnên gel, sazî, partî û rêxistinên kurd her ku diçe zêde dibe.

Têkildarî van mijaran Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) daxuyanî da û bal kişand ser êrîşên dewleta Tirkiyeyê,  hevkariya PDK’ê û  hewldana şerê kurd û kurd.

Daxuyaniya CÎK’ê wiha ye:

“Bi sedan sal e, ji bo kurd bigihêjin mafên xwe yên rewa û xwezayî, li dijî wehşetên dagirkeran têdikoşin.

Gelê kurd ji aliyê çar dewletên dagirker û hevkarên wan ên berjewendîperest ve tên kuştin, tên girtin, talan kirin, bi xîret û şerefa wan tê lîstin. Vîna wan bi darê zorê hatiye desteserkirin û bi darê zorê ji Kurdîstanê tên derxistin.

Qehreman û egîdên kurdan rexmî hemû zordariyan, di bin şert û mercên giran ên mirov nikaribe rabigire de, li ber xwe didin. Bi çekên sivik, li beramberî firokeyên cengê, tang, top û çekên kîmyewî têdikoşin.

Her cûre hevkariya bi dagirkerên Kurdistanê re heram e

Mafê her kurdekî welatperwer û xwenas heye ku li her dera erdnîgariya Kurdistanê  bijî û xwe bi rêxistin bike. Ev kesên li dijî dagirkerên Kurdistanê têdikoşin, divê wek kesên pîroz bên pêşwazîkirin.

Mela Mustafa Berzanî bi salan li Rojhelatê Kurdistanê têkoşîn meşand û erka xwe ya Neteweyî pêk anî. Şêx Ehmed Berzanî li Mûsilê ji hêla Osmaniyan ve hate darvekirin. Dagirkerên li Kurdstanê bi taybetî jî dewleta tirk, heta niha ji bo tunekirina neteweya kurd pêşengîya her sê dewletên dagirker kiriye û dike.

Dijminê sereke yê gelê kurd dewleta tirkan e. Dewletên ereb û ya farisan jî, jê kêmtir nînin. Gelê kurd û bi taybetî jî, kesên bi salan doza kurd meşandine, jê re rêberî kirine û dikin, pêwist e gelekî bi eqlî tev bigerin û neyên lîstikên dagirkeran.

Divê axaftin û propagandayên hevdu reşkirinê werin sekinandin. Hevkariyên aşkera û veşartî bi dagirkerên Kurdistanê re wek heram bên dîtin. Çawa ku karkirin û hevkariyên fîlîstînîyan yên bi dewleta îsraîliyan re wek heram û îxanet tê dîtin. Îxaneta xak û gel li gor hemû qanûnan sûc û gunehekî giran e, pêwist e gelê me jî têkiliyên li dijî gel û axa pîroz ên bi dagirkeran re, ji xwe re heram û gunehekî mezin bizane. Çi aşkera çi veşartî, têkiliyên li dijî kurdekî din ên bi dagirkeran re divê werin teşhîrkirin ku xwediyê van tekiliyan di nav mala kurdan de nikaribe bijî û wek kesayetekî xayîn ji nav mala kurd were derxistin.

Danustandinên dîplomasî divê li ser xwîna kurdan neyê meşandin

Têkilî û danustandinên dîplomasî divê tu carî li ser xwîna kurdan neyê meşandin. Her kesayet û neferekî kurd û erdnîgariya Kurdistanê divê pîroz were dîtin û wek şerefa kurd werin parastin. Pîroziyên me xaka me, şehîdên me û gelê me ne. Binpêkirina van pîroziyan divê di bin tu merc û şertekê de neyê pejirandin.

Kesên şerê navxweyî sor dikin û didin sorkirin, divê ji hêla her kurdekî ve were astengkirin û pêşî lê were girtin. Kesên ku veşartî an aşkera kurdekî bide kuştin an radestî dagirkeran bike, divê wek gunehbarekî mezin ê dinya û axîretê were dîtin û pênasekirin.

Dagirkerên Kurdistanê bi taybetî dewleta tirk dijminê her kurdî ye, dijminê dîrok û xwezaya Kurdistanê ye. Heta ev dijmin baş neyê naskirin, doza kurd û Kurdistanê jî bi kurahî nikare were naskirin û birêvebirin.

Em Civaka Îslamiya Kurdîstanê dibêjin; şerê kurd bi kurd re û hevkariya kurd bi dagirkerên Kurdistanê re heram û gunehekî mezin e. Sorkirina kurdkuştinê heram û guneh e.

Em Bang li PKK’ê û PDK’ê dikin ku kurdkujî mal wêranî ye, kurdkujî xwekujî ye. Em bi taybet bang li PDK’ê dikin, li dijî birayên xwe xwedî liv û tevgera serbazî nebin, li dijî dagirkeran xwedî helwest û gotin bin. Ji bo dagirkerên tirk ji nav axa pîroz bên derxistin, bê sekn û westandin, dîplomasî, civakî û ticarî karê xwe bi awayekî bilezûbez pêk bînin.

Gerîlla û pêşmerge garantiya Kurdistanê ne

Têkoşîna pêşemergeyên qedîm li dijî faşîzma Seddam çiqas miqeddes û pîroz bû, îro jî ya gerîla li dijî faşîzma tirkan ewqas miqedes e. Derfet û deskeftên gelên me yên qehreman lewaz nekin, xwîna cangoriyên me bê wate nehêlin, li hember hevdu nesekinin, berovajî wê; mil bi mil azadiya neteweya kurd ava bikin. Birînên gelê kurd zêde û kûr nekin, birînên gelê kurd bikewînin.

Heram e ku hêzên kurdî êrîşê hevdu bikin! Daxwaza me ji PDK’ê û PKK’ê ev e ku pirsgirêkên di nava mala kurd de, bi danûstandinan çareser bikin.

Bi giştî banga me ji bo hemu kurdan û bi taybetî ji bo misilmanên kurd! Nehêlin kurdkujî çêbe, ruhê welatperwerî û milletperweriyê pêş ve bidin û bilind bikin. Daku dek û dolabên dewleta tirk û dagirkerên dîtir têk biçin. Ma ne şerm e, nêviyên Selahedîn, Şêx Seîd, Seyît Riza, Qadî Muhemmed, Mela Mustafa Barzanî, heval û hogirên Egîd û Mezlûman û şagirtên Serok Apo, bibin amûrên destê diz, tirsonek, derewker û olfiroşan!

Werin em fermana xwedê ku yekîtî û îtîfaqa miletê mezlûm e, bi cih bînin û nekevin defika dijminan. Xwedê ferman dike: Ey gelê mezlûm û bindest, xwe bi benê xwedê bigrin, îtîfaq û yekitiya xwe çêkin. Ev fermana Xwedê, dîrok û gelê me yê berxwedêr e, vê fermanê bicih bînin!

Dem dema avakirina yekîtiya neteweya kurd e!

Dem dema li dij derketina dagirkeran e!

Dem dema avakirin û heskirinê ye!

Dem dema têkbirina dewleta tirk û dagirkerên Kurdistanê ye!

Sedsal sedsala avakirina Kurdistaneke yekgirtî û azad e!”