26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ciwaniya Newroza Amedê deng da

Newroza Amedê ku bi coş û kelecaneke bêhempa dest pê kir û dîsa bi heman awayî jî bi dawî bû. Îsal li qada Newrozê reng û dengê ciwanan serwer bû. Ji ber rewşa pandemiyê kal û pîr zêde tev li pîrozbahiyê nebûn lê belê ciwanên kurd qet kêmasiya wan nedan hîskirin. Tevî ku di heman rojê de li gelek navendên bakurê Kurdistanê jî pîrozbahiyên Newrozê hebûn, dîsa jî qada tijê bû.

Newroza Amedê, li ser navê girtiyên azadiyê, li ser navê qadên berxwedanê, li ser navê jin û hemû welatiyan û Rojhilata Navîn hat pîrozkirin.

Amed bi Newrozê re bûye yek. Wekî nerîteke Newroza Amedê îsal jî ji gelek bajarên derdorê û heta ji gelek bajarên Tirkiyeyê jî mirov ji bo pîrozbahîya Newrozê hatin Amedê.

Newroza Efrîn, Kobanê û Şengalê hat pîrozkirin

Newroza Amedê gelek caran bûye şahidê berxwedana gelê kurd. Qada Newrozê bi kiras û fîstanên jinên kurd yên rengorengo û bi şal û şepikên xortên kurd hat xemilandin. Newroz bi rêzgirtinê dest pê kir û pêşkêşvanan bi gelê Amedê re, Newroza Efrînê, Kobanê û Şengalê pîroz kir. Bernameyê bi stranan dest pê kir û koma Karmate ku ji Deryaya Reş hatibû pêşî derket ser dikê.

‘Silav li roja me, berxwedan berdewam e’

Meclisa Ciwanan a HDP bi beşdariya sedan ciwanan û bi pankartên “Berxwedana jinên ciwan deng daye qadên azad”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Silav li Roja me berxwedan berdewam e” li dor qada Newrozê geriyan. Ji destpêka Newrozê heta dawiya bernameyê li qadê tevger, govenda ciwanan nesekinî. Jin û ciwanan li seranserî qadê bi komên biçûk û mezin govenda roja nû gerandin. Kal û pîr an jî yên ji lîstinê westiyabûn pala xwe dabûn dar û berpalên parkê û li coşa ciwanan temaşe dikirin.

Gava ku peywirdaran xwest agirê Newrozê pê bixin, girseyeke mezin li dora cihê meşaleya Newrozê civiya û bi kelecan, li benda pêxistina agir man. Gelek kesan kincên xwe avêtibûn ser êzingên agirê Newrozê; ev li Newroza Amedê bûye kevneşopî. Dema agir hat pêxistin û alavên agir hilbûn jor, girseyê diruşm û tilîlî berz kirin.

Ji ber qelebalixê çend kes xeriqîn

Ji aliyê komîteya amadekar ve hişyariya ji bo pandemiyê bi kurdî (kurmancî, kirmanckî) û tirkî hat dayîn. Her wekî salên borî dîsa hin bûyerên xemnak çêbûn. Di nav xirecir û hêwirzeya qadê de gelek zarok winda bûn. Der barê zarokan de ji aliyê pêşkêşvanan ve agahî ji bo qadê dihat dayîn û bi vî awayî dê û bavên zarokan diçûn ber dike radihiştin zarokên xwe. Her wiha li qadê çend kes ji ber qelebalixiya Newrozê xeriqîn. Pêşî kesên peywirdar û derdorê bi wan re bûn alîkar û dû re ji qadê dihatin derxistin.

Newroza zimanê kurdî

Serê sibehê li ber ber deriyê têketinê ji bo kampanyaya ziman ku Platforma Zimanê Kurdî û Tora Çand û Zimanê Kurdî 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ‘ji bo kurdî bibe zimanê fermî û perwedeyê’ dabûn destpêkirin, stand hatin vekirin û gelê ku derbasî qadê forma ji bo ziman îmze dikirin.

Qada Newrozê bi stranên Koma Azad, Kadîr Çat, Karmate geş bû û bername bi govendên ku li ber stranên Kardeş Turkuler hatin gerandin bi dawî bû. Gelê Newrozê bi coş û westiyayî ji qada Newrozê derketin.

AMED