26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cejna biharê û şopên lehengan

Eylem Şoreş

Hatina biharê ji bo hemû gelan xwediyê wateyek cuda ye. Ji bo kurdan sembola serhildanê ye 21’ê Adarê. Ev roja Newrozbûna jinên kurd e. Vê mîrateyê jî sal bi sal jinên kurd zindî dihêle û jin xwedî li mîrateya serhildanê derdikevin. Dîroka kurdan bi çîroka Kawayê Hesinkar tê nasîn. Bi berxwedana ku bi pêşengiya Kawayê Hesinkar a li dijî qralê Asûr Dehaq hatiye destpêkirin 2 hezar 3u 633 sal berê, agirê Newrozê yê ku hat pêxistin îro jî wek sembola berxwedanê tê binavkirin.

Di sedsala 20’an de jî lehengiya Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan ji bo gelê kurd bû sembola berxwedanê. Di salên 90’î de bi hezaran kes di bin qedexeyan de ketin qadan û bi canê xwe li kolan, tax, navçe û kolanan Newroz pîroz kirin. Gelê berxwedêr heya roja me ya îro li ser şopa lehengên xwe dimeşe û bê sekn xwedî li vê mîrateyê derdikeve. Agirê Newrozê bi taybetî jî ji aliyê jinên kurd ve wek serhildana li dijî zilm û neheqiyê tê pêxistin. Jinên di Newrozan de bedena xwe kirin meşaleya azadiyê, wateyek cuda didin cejna berxwedana gelê kurd. Zekiye, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan, Sema û Elefteriya hinek ji jinên ku bedena xwe kirin meşaleya azadiyê ne.

Bi agirê bedana xwe bû bersiv

Jineka din a ku bûye sembola cejna berxwedanê Rahşan Demîrel e. Ew di sala 1992’yan de li Îzmîrê li dijî qedexeyan bersiva herî mezin a ‘Newroz wê bê pîrozkirin’ da. Rahşan di temenê xwe yê biçûk de zextên dewletê ferq dike û hêrsa wê mezin dibe. Zextên dewletê weke sembola Dehaqê demê dikarin werin dîtin ango heya îro jî ev Dehaqên demê dest ji lîstokên xwe yên li ser gelên azadîxwaz bernedane. Rahşan ji berxwedana Cizîrê ya 1992’an gelek bi bandor dibe. Ji televîzyonan qedexeyên pîrozbahiyên Newrozê dibihîze û roja piştî Newrozê zû radibe û li ser karton dinivîse ‘Ez xwe li Kadîfekaleyê dikim Newroz, divê ez bersiva Cizîr, Nisêbînê bidim. Xwedî li min derkevin. Ez agahî didim Îsmet Sezgîn wê Newroz bê pîrozkirin. Lastîk tune be em ê bi canê xwe pîroz bikin!’ Rahşan di 17 saliya xwe de bi agirê bedena xwe bersiva dewletê da.

Jinên kurd êdî jiyana azad nas dikin

Zekiye Alkan di demeke ku tarîtî bi ser Kurdistanê de anîbûn, li ser sûrên Amedê bedena xwe da ber agir û meşaleya azadiyê pêxist. Meşaleya dest bi dest geriya vê carê li metropolên Tirkiyeyê hat pêxistin. Zekiye di 21’ê Adara 1990’î de ji bo bibe bersiva berxwedana jinên Nisêbînê diçe ser sûrên dîrokî yên Amedê û bedena xwe dide ber agir. Zekiye wek jina kurd a lêgera azadiyê tê zanîn. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo Zekiye Alkan gotibû: “Çalakiya Zekiye Alkan ku bi agirê azadiyê bilind bûye, di Newrozê de agir berda bedena xwe, sembola nehêsaniya azadiyê ye. Jinên kurd êdî jiyana azad nas dikin.”

Li Ewropayê du jinên kurd

Du jinên ku wateya berxwedanê li cejna Newrozê zêde kirin jî Bedriye Yildiz bi navê xwe yê tê nasîn Ronahî û Nîlgun Yildirim ango Bêrîvan in. Ew sala 1994’an li bajarê Almanya Mannheîmê canê xwe feda kirin. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev çalakî wek çalakiya azadiyê bi nav kir û got: “Ger azadî tiştekî hêsan bûya wê Ronahî û Bêrîvanê bedena xwe nedana ber agir.”

Bû pireke ji agir

Yek ji serhildêrên ku bi çalakiya xwe dîrok nivîsand Sema Yuce ye. Ew di çalakiya xwe ya 21’ê Adara 1998’an de ku li girtîgeha Çanakkaleyê pêk anî û di 17’ê hezîrana 1998’an de tev li karwanê nemiran bû. Sema di nameya ku nivîsand de çalakiya xwe bi van gotinan vegot: “Ez dixwazim mêjî, dil û bedena xwe ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê bikim pira ji agir. Ez dixwazim wek Zekiyeyê bişewitim, wek Rahşanê bibim Newroz.”

Sembola Botanê

Ger em qala sembolên serhildanê dikin divê Binevş Agalê jî bi bîr bînin. Binevş Agal ango Bêrîvan sala 1996’an li Bişêriya Êlihê bû sembola berxwedanê. Jina êzidî navê xwe ji destana kurdan a ‘Cembeliyê Mîrê Hekkarî û Binevşa Narîn’ girt. Binevş Agal berê xwe dide çiyayan û li geliyê Bekayê demekê li cem rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan dimîne, piştre derbasî Botanê dibe. Li wir jinan birêxistin dike û dibe çavkaniya wan a hêviya rizgariya gel. 16’ê Çileya 1989’an de xaniyê ku lê dima hat îxbarkirin. Li ser vê êrîşê bi ser malê hat birîn û Bêrîvan heya guleya xwe ya dawî li ber xwe da. Binevş Agal li vê derê tev li karwanê nemiran bû, lê navê jina jîr heya roja me ya îro jî li Cizîra Botan tê bîranîn.

Jina enternasyonalîst

Di dîroka jinên leheng de jina ciwan a yewnanî Elefterîa Fortulakî jî divê bê bibîranîn. Elefterîa di 23 saliya xwe 24’e adara 2004’an Kurdistanê weke welatê xwe pejirand û di nameya xwe de got: “Ez gelek ji yewnanî hez dikim. Lê ez bi qasî zimanê xwe ji kurdî jî hez dikim. Gelê kurd ji bo biratiya gelan têdikoşe. Ez jî wek Zekiye Alkan, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan û Sema Yuce îsal Newrozê pîroz dikim lê hinek dereng mam.“ Vê rojê Elefterya jî li ser mîrateya jinan bedena xwe da ber agir û got biryarbûna wan gelê kurd xurtir kiriye.

Dîroka Newrozê berxwedana jinên kurd radixe ber çavan. Wan jinan dîrok nivîsand û di roja me ya îro de jî ruhê wan di her tim dijî. Îsal çalakiyên 8’ê Adarê li her dera cîhanê bi pêşengiya jinan hat pîrozkirin. Jinan di çalakiyên xwe de peyama berxwedanê dan û ji bo mafên xwe yên bingehîn daketin meydanan. Vî ruhê berxwedanê jinan li qadên cejnê da jiyîn. Îsal qêrînên jinan ji bo azadiya Ocalan li qadan bilind bûn. Bi îdiayên der barê tenduristiya Ocalan de hatin kirin, di nav hefteya beriya Newrozê de li her derê peyama ‘Rêber Apo xeta me ya sor e’ hat dayîn û cejna Newrozê bi ruhê berxwedana li dijî tecrîdê hat pîrozkirin. Newroza sala 2021’ê bû Newroza li dijî tecrîda li ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Xuya dibe ku mîrateya pêşengên Newrozê bingeha berxwedanê xurt kir û ew bûn wesîleya domandina berxwedana li dijî dehaqên zalim. Cejna bihar, agir û berxwedanê, cejna Newrozê li gelên berxwedêr pîroz be!

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê