Rojnameya Heftane

Pir

Berêvariya havîneke Nisêbînê weke tabloyeke ji destê resamekî derketî, xwe berdaye ser pirê. Ava Çemê Binûsra di bin pirê de sekinî maye, naherike. Tîrêjên rojê li ser pişta ava çêm diçirisin. Li qiraxên çêm bi dehan req serê xwe ji qêlik…

Teoriya medyaya femînîst II

Di teoriya medyaya femînîstan de hîpotozek heye: Heke jin medyayê kontrol bikin, naverok cuda û wê baştir bibe. Li vir nêzîkatiyeke femînîstan heye ku pejirandineke baviksalarî red dikin. Bi…

Dagirkerî ne trajediyeke nû ye

Dema dîroka kevn a tarîperestan dixwînin dibînin, desthilatdar û dagirkarên deverên Kurdistanê niha jî, yasa û fikrên paşketî ên hikumranê berê ji xwe re kirine wekî pêşeng û destûr û ji bo dagirkirina Kurdistanê di mejiyê xwe de helandine

Hasan Mukaram

Dema tu dîroka Rojhilata Navîn dixwînî ji serdemên berê heya niha dagirkirin, talankirin û jinavbirina çand û serweriya axa Kurdistanê her berdewam bûye. Her wisa  vekolînên dîrokî qonaxên destpêka têkiliya di navbera bajar û bajarvaniyê li Mezopotamyayê heya niha wiha didin zelalkirin ku li ser bingeha her yekê ya din ji aliyê dagirkarên axa Kurdistanê ve hatiye jinavbirin.

Dema çav li vê dîrokê dikî, tirs û hovîtiyeke mezin li deverê hebûye, wekî jinavbirina bajêr û bajarvaniyê bi hemû  dezgeh, ol, xwedanwend, sazî û hwd. ve. Bo mînak jinavbirina bajarê Nînewayê B.Z di sala  612’yan de,  bi destê medî û babîliyan bi awayekî bûye ku dema rêberê yewnanî “Ksenefon”  bi leşkerên xwe ve  di kêleka bajêr re derbas dibe, nizane cihê bajêr ku derê ye. Wê demê piraniya  jinavbirina bajarên kevin ên vê deverê, bi sedemên aborî, olî û cografî bûne. Her çawan di dekoment û belgeyên dîrokî de tê dîtin, lêkguherîna xwedawendan an jiyan û taybetmendiyên, di navbera paşayan de  hebûne, di nameya şahê mîtanî “Tişrîna” de tê dîtin ku  şahê mîtanî “Tişrîna” nameyekê bo “Fîrewn”ê Misrê “Amenofîsê Sêyem” bi rê dike û diyar dibe, diranên Fîrewn dêşin. Şahê mîtanî bi lezûbez xwedawend “Îştar” bo çareseriya wî dişîne, di vê nameyê de xuya dibe ku serdana “Îştar” bo Misrê ne cara yekemîn bûye, diyar e ku gelek sedemên din, bûne egera pêşneketina vê deverê ku îro nabe serkêşa cîhanê û her wisa her bajar û deverek nikare li gor serdemê xwe nûjen bike û biguncîne û nikare di geşebûna xwe de jî berdewam be. Her wisa bi wî awayî ew rewş nikare îdarekirina îro û rewşên nû û pêşketî  ên birêvebirina bajar an welatê xwe hevber bike. Wê zelal bibe ku ev astengî û derdeseriya siyasî, aborî, siruştî û hwd, ku bi pêsîra wan girtiye û bûye asteng li berahîka wan, û ev tirajediyeke dîrokî û berbiçav e. Rast e belkî gelek milet hatibin jinavbirin, talankirin, hilweşandin an jî jinavçûn bi ser wê devderê de hatiye.

Ev hemû têkiliya hovîtiyê ku di navbera desthilatdarên berê ên vê devderê de hatiye gorê, her yekî a din ji nav biriye û kultur û îdareyên bajaran têk dane. Ango hevbendiya di navbera wan de, ne ya bazirganî yan jî rewşenbîrî bûye, belkî hilweşandin û jinavbirin bûye.

Her wisa di şer û pevçûnên di navbera şahan de, hemû pirtûk û reşnivîs hatin şewitandin. Bo mînak, Meimûn kurê Reşîd di sala 813’an de êrîşî ser birayê xwe Emîn li Bexdayê kir û di wî şerî de Bexda bi tevahî hate şewitandin û ketina Bexdayê mezintirîn tirajediya rewşenbîriya deverê bû. Rûbarên avê bi sedema rengê reşnivîs û pirtûkan şîn bûbû. Her çawan “George Zeydan” nivîsiye, di sala 1258’an de dema koçerên moxolan bi serokatiya “Hulagû” Bexda girt,  tevahiya pirtûkên vê avêtin rûbarê Dîcleyê û pirtûkxane jî kirin axur û govên hespan. Her wisa hilweşandin û jinavbirina bajaran tenê Bexda nebûye, belkî bajarên Kurdistanê yên wekî Hewlêr, Kerkûk, Mûsil û hwd, rastî kavilkarin û wêrankarinê hatine.

Di wan şeran de ji xeynî pirtûkên Quranê tevahiya reşnivîs û pirtûkên stêrknasî û zanistê yên  wê  serdemê dihatin şewitandin an jî bi avê re berdidan û desthilatdarên misilman ên vê serdemê wiha digotin, “heke tiştek biqîmet an giranbuha hebe, ev di Quranê de heye û hewce nake em van pirtûkan xwedî bikin” bi wî awayî hemû ked û zehmetiya rewşenbîrên vê deverê ji nav dibirin da ku di desthilatdarî û hukumraniya xwe de berdewam bin.

Her di vê pêwendiyê de, bajarê Hewlêrê jî rastî êrîş û serkutkirina şerê di navbera Îskenderê Makedonî û leşkerên împaratoriya farsî ya serkutkar di dema moxolên dagirkar de hat. Hêjayî behsê ye, şerê di navbera Hulagû, Tatar, Osmanî û Sefewiyan de hemû bo jinavbirina kultura deverê bûne û ev şerên giran ên di navbera Osmaniyan û Sefewiyan ên di vê deverê de rû dane, herî zêde li ser axa Kurdistanê bûne.

Her wekî “Alî Mîr Fetrûs” nivîsiye, êrîşên miletên koçer ên kevirnişîn, seharî mîna ereban, selcûqiyan, karahîtayan, moxolan, tîmûriyan, tirkmenan, tirkên oguz û hwd, bûne sûc û sedema şikestina sikrên avdêriyê, jinavbirina çandinê û pîşesaziyê, şewitandina pirtûk û pirtûkxaneyan. Dema dîroka kevn a tarîperestan dixwînin dibînin, desthilatdar û dagirkarên deverên Kurdistanê niha jî, yasa û fikrên paşketî ên hukumranê berê ji xwe re kirine wekî pêşeng û destûr û ji bo dagirkirina Kurdistanê di mejiyê xwe de helandine. Rejîma îslamî ya Îranê rojane di bajarên rojhilatê Kurdistanê de ciwanên kurd bi sedemên cuda desteser dike û  pêşî ji birêveçûna rêûresmên çandî yên kurdan digire û her wisa di bajarên sînorî yên Kurdistanê de bi avakirina binkeyên leşkerî û topbarankirina gund û deverên sînorî jîngeha Kurdistanê ji nav dibe. Wekî berê neteweya kurd bi her awayî ku bo van digunce serkut dikin, bi agirberdana bi zanebûn a jîngeha Kurdistanê, desteserkirin û bidarvekirina ciwanên kurd, bi taybetî di rojhilatê Kurdistanê de, ev kiryarên kirêt û dûr ji mirovahiyê, ji aliyê rejîma îslamî ya Îranê ve tên encamdan. Her wisa rewşa awarte û ewlehiyê di bajarên Kurdistanê de diafirîne û wekî serdemên berê bi hemû hêz û şiyana xwe hewl dide gelê kurd serkut bike û çanda kurd bi her awayekî ku îmkan hebe ji nav bibe da ku neteweya kurd înkar bike.