27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dahata hikûmeta Başûr ya mehane

Endamê Lijneya Darayî ya li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Umer Gulpî ku girêdayî fraksiyoan Komeleya Dadgerî ya Kurdistanê ye, li Silêmaniyê der barê dahat û xerca hikûmata Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek da.

Umer Gulpî destpêkê behsa dahata mehane ya Hikumeta Herêma Kurdistanê kir û got; “Her meh Hikumeta Herêma Kurdistanê ji firotina neftê, 570 milyar dînar bi dest dixe. Ev yek salê dike 6 tirilyon û 840 milyar dînar. Herwiha dahata mehane ya gumrik, bac û hevkariya hevpeyaman jî, 520 milyar dînar e. Bi giştî dahata Herêma Kurdistanê salane dike 14 tirilyon û 80 milyar dînar.”

Gulpî got ku dahata mehane ya Herêma Kurdistanê 1 tirilyon û 90 milyar dînar e, xerca mehane ya muçeyê bi temamî û ya wezaretan jî di nav de 995 milyar dînar e. Gulpî diyarkir ku li gor vê yekê 95 milyar dînar ji dahata mehane ya herêmê zêde dike û ji Hikumeta Herêmê re dimîne.

Endamê Lijneyê Gulpî ragihand ku Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê bi vê dahatê dikare mûçeyê karmendên herêmê bê ku bibire, belav bike û wiha got:  “Ji ber dewamkirina gendelî û qaçaxçitiyê, hikumet nikare vê pêngavê biavêje.”

Gulpî li ser pirsek nûçegihanê Rojnewsê ya ‘Ger lihevkirina Bexda û Hewlêr pêkwere, wê çi bandora xwe li ser zêdebûna dahata Herêma Kurdistanê bike’ jî wiha bersiv da: “Eger lihevkirina Bexda û Hewlêrê were bicih kirin, wê mehane dahata herêma Kurdistanê nêzî 200 milyar dînar ji ya niha zêde bike. Lê ne Bexda û ne jî Herêma Kurdistanê, naxwazin ev lihevkirin bikeve meriyetê.”