26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ferqa kurdbûnê!

Piştî desteserkirina şaredariyên HDP’ê û tayînkirina qeyûman, vê carê jî parlamenterên muxalefetê di hedefa desthilata AKP-MHP’ê de ne. 4’ê hezîranê serokwekîlê serokê meclisê yê AKP’î Sadî Bîlgîç, biryarên dadgehan ên der barê wan de hatine dayîn, li lijneya giştî ya meclisê xwend û parlamenteriya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari û Parlamenterê CHP’ê Enîs Berberoglû betal kir.

Dema Sadî Bîlgîç, biryar da ku biryarên dadgehan ên der barê parlamenteran de bixwîne û parlamenteriya wan betal bike, komên HDP û CHP’ê bertek nîşanî Bîlgîç dan. Herdu partiyan jî destnîşan kir ku tişta Bilgîç bike ne hiqûqî ye. Li gel van bertekan jî Bîlgîç, biryarên dadgehan xwend û parlametneriya her sê parlamenteran jî bi awayekî fermî betal kir. Parlamenterên HDP û CHP’ê bi deqeyan li dijî biryarê çalakî li dar xistin û ji ber vê biryarê AKP şermezar kirin.

‘Berxwedan Jiyan e’

Leyla Guven, biryara der barê xwe de li avahiya Kongreya Civaka Demokratîk ji televîzyonê şopand. Dema biryara der barê betalkirina parlamenteriya wê de hat xwendin, Leyla Guven bi nîşana serkeftinê got “Berxwedan Jiyan e”. Piştre Guven derket pêşberî kamerayan û bertek nîşanî biryara li dijî wan da û diyar ku tişta tê kirin li dijî vîna gelê kurd darbe ye û dijminahî ye. Guven got ku AKP bi vê biryarê hewl dide siyaseta kurd ji bingeha demokratîk tasfiye bike.

Kiliçdaroglû weke berê ye!

Balkêş bû li gel ku HDP û CHP’ê li meclisê bi hev re li dijî biryara ji bo parlamenterên xwe derketin jî serokê giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û cih neda betalkirina parlamenterên HDP’ê. Tenê betalkirina parlamenteriya Enîs Berberoglû şermezar kir. Di serî de kurd gelek kesên muxalif bertek nîşanî vê daxuyaniya Kiliçdaroglû dan. Gotinên Kiliçdaroglû yên berê ku rê li ber van pêkanînên AKP-MHP’ê vekirine, bi bîr xistin û gotin ku bi tunehesibandina HDP’ê Kiliçdaroglû piştgirî dide kiryarên AKP’ê.

Çalakî û şermezarkirin

Piştî biryarê li meclisa Tirkiyeyê rewşeke aloz çêbû û gelek caran parlamenterên muxalefetê yên HDP û CHP’ê û AKP’ê bi ser hev de çûn. Ev alozî bi saetan li meclisê berdewam kir û nîqaşên gelek tund di navbera partiyan de hatin kirin. Di heman rojê de partî û sazî û rêxistinên sivîl ên kurdan jî gelek daxuyanî dan û bertek nîşanî xistina parlamenteran dan û AKP-MHP’ê ji ber polîtîkayên dimeşînin şermezar kirin. Roja piştî xistina parlamenteran jî gelek çalakî hatin lidarxistin. Lê di serî de çalakiya parlamenterên HDP’ê ya li Enqereyê, polîsan gelek çalakî asteng kirin. Polis, bi saetan li ber derên avahiyên HDP’ê bi cih bûn û nehiştin kes ji wan derkeve derve. Li gel vê yekê jî li bi dehan cihan çalakî hatin lidarxistin û betalkirina parlamenteran weke darbeya siyasî ya li dijî HDP’ê hat binavkirin.

Bergiriyên vîrusa koronayê!

Li rexmî van daxuyanî û şermezarkirinan jî di saetên derengiya şevê de der barê Leyla Guven û Mûsa Farisogûllari de biryara binçavkirin û girtinê hat dayîn. Piştî vê biryarê polîsan hem Guven û hem jî Farisogûllari binçav kirin û piştre ew girtin û şandin girtîgehê. Parlamenterê CHP’ê Berberoglû jî bixwe çû teslîm bû û hate girtin. Lê rojek piştî girtinê Berbergolû di çarçoveya “bergiriyên vîrûsa koronayê” de careke din hat berdan. Ev“bergirî” ji bo Guven û Farisogûllari derbas nebûn û ew nehatin berdan.

Leyla Guven soza têkoşînê da gelê kurd

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, piştî girtinê ji Girtîgeha Jinan a Amedê ji Jinnewsê re peyamek şand. Guven, di peyama xwe de bal kişand ser têkoşîna jinên kurd û destnîşan kir ku ew ê bi kurdbûn û jinbûna xwe heta gelê kurd azad nebe têbikoşe. Peyama Leyla Guven bi tevahî wiha ye:“Em jinên kurd li Parîsê bûn Sara, li Rojava bûn Arîn Mîrkan, li Başûr bûn Avesta Xabûr, em bi berxwedanê hene û bi berxwedanê li ser piyan mane. Em peyrewên mîrateyeke têkoşer in. Ji bo temsîlkirina gelê kurd wekîltî ne şert e. Eynî wekî hevrêyên me yên beriya me, em ê li hemû qadên jiyanê têkoşîna xwe bidomînin. Ez bi kurdbûn û jinbûna xwe, soz didim gelê xwe; heya gelê kurd azad nebe ez ê têbikoşim. Di serî de ji bo gelê Colemêrgê, ji bo tevahiya gelê me silav û hezkirinên xwe dişînim. Bila dilê gelê me rihet be. Kêliya herî tarî ya şevê kêliya herî nêzî rojê ye. Em jî pir nêzî serkeftinê ne. Ên di zor û zehmetiyê de ne em in.”

Peyama tifaqa demokrasiyê dan

Hevserokên giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, der barê betalkirina parlamenteriya Leyla Guven, Mûsa Farisogûllari û Enîs Berberoglû de daxuyanî da. Pervîn Bûldan, diyar kir ku hikûmeta AKP’ê tiştên bi hilbijartinê bi dest nexistine dixwaze bi rêya zext û zordestiyan bi dest bixe û got ku wê AKP nikaribe bi zext, tundî û darbeyan bigihêje armanca xwe û ji wan kesek tenê jî li meclisê bimîne, dîsa wê têkoşîna xwe bidomînin. Mîthat Sancar jî got ku divê tifaqa demokrasiyê berfireh bibe û tevgera bi hev re esas bê girtin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê