27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

De hema ji Haçaturyan bipirsin

Piştî projeya wezareta çand û turizmê ya tirk qeyum û mutahîdê xwe yê kayseriyî, siloganek bi bedena Amedê ve daliqandine: ” Sur yeniden diriliyor.” Kurdiya wê; Sûr ji nûve vedije.
Sala 2015 UNESCO beden a Amedê, taxên nav bedenê û baxçeyên Hewselê wek mîrate hilbijart, ango êdî ew sûr ne tenê ya kurdan lê her wiha ya cîhanê ye jî.
Sê xalên ne di hesaban de bûn îro ji me re diyar in:
1- Demografiya Amedê ne ya berê ye. Xelkê li Sûrê mîna mirov nokan li tehtê bixe, her yek bi aliyekî ve belav bûn.
2- Mîmariya avahiyên nava Sûrê rengek nû ye. Li şûna xaniyên ji kevrê reş û spî (taybetmendiyek Amedê ye) û bi hewş, dîwarên ji betonê danîne û ji “kevirên kaplama” yên Kayseriyê ew nuxumandine.
3- Li pişt avahiyên (TOKİ) rantek zêde heye. Wekî endeziyar Şerefxan Aydin di hevpeyvînê de (Xwebûn 6/9- 2021) ji Rizoyê Xerzî re amaje bi wê yekê dike; xwediyên berê mecbûr mane bi perakî erzan xaniyên xwe yên wêrankirî bifroşin û bi deh qatî zêdêtir carek din bikirin.
Belkî ji bo gotinên; ” em vî şerî naxwazin!” Tahir Elçî hatibû kuştin. Amedê ne Ameda berê ye. Strana hunermend Mem Ararat a ” Andok û Zana” anî bîra min.
Me dil hebû em biçin Minareya Çarling ( ku ne minare bû lê dûra seriyek bi ser ve zêde kirine û bûye minare), dêra keldniyan Mor Petrus û ya Ermeniyan SR. Gregos bibînin. Xwestina me nîvco ma. Ji aliyê Melikahmedê ve mirov ne dikarî taxên xerakirî yên sûrê bibîne û li dêran bigere. Ji bona tu nikaribî li van taxan temaşe bikî, seranser sac danîne ber.
Îca li qahweya bi navê “Dort Ayakli Minare Kiraathanesi” ( ya li hember mizgefta Şêx Matar ) şerbeta rîhanê û “qehwa osmanî, danîn ber me û ji qewla amediyan ve, me xwar. Em ne tenê bûn. Komek mirovên din jî mîna me li ser kursiyên nizim pişta xwe dabûn dîwarê hewşa mizgeftê.
Ji axaftina nav me de, cîranê me yên qehwê ermenî derketin. Diyaloga nav me balkêş bû. Ji min ola min pirsîn. Min wiha li wan vegerand: Hin dibêjin em zerdeştî ne. Ne xem e. Hin dibêjin em yahudî ne. Ne xem e. Apê min dibêje bav û bapîrên me yên xiristiyan. Ne xem e. Ji aliyê dê ve, sê bavikan ber bi paş de herin, em êzidî ne. Ne xem e. Û diya min î misilman rojê pênc caran nimêj dike. Ma çi xem e. Eger tu li ola min bipirsî, çi ol ji vana yan jî dînek din, bi serneketiye ku min îkna bikin. Ma ji wilo çêtir?
Yek ji van xatûnên ermenî (li Fransayê dijîn lê ji ’Hatayê’ hatibû Amedê, balkişandibû ser çend peyvên latînî yên di nav kurdiya min de û ji min pirsî: ” Ma tu li kuderê dijî?” Min gotê; navê gundê ez lê dijîm “Bûka xemilandî” ye. Bersiva wê xweş bû: Ne “Sari Gelin” be, got, da dûv rehberê xwe Aram û bi koma xwe re çû.
Gotina min nîvco ma ku ez lê vegerînim û bêjim; Belkî herdû xwişkên hevdu bin. Ma çi jê çêtir! Min rê nedît jê bipirsim; gelo Haçaturyan melodiya Sari Gelîn tomarkiriye yan na. Min mecal nedît ji wê bipirsim bê ka hayê wê ji “Qîrîna Haçaturyan” nivîsa Recep Maraşli heye yan na!