26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nîşankoma (sendroma) downê

Nîşankom an jî sendroma downê, li gorî lêkolînên zanistî, ji nexweşiyekê bêtir wekî cudahiyeke zikmakî hatiye pênasekirin. Nîşankom (Sendrom/syndrome), bi taybetî ji bo pirsgirêkekê yan jî cudahiyekê bi hev re derketina gelek êş û nîşanan e.
Ev cudahî, ji ber zêdebûna kromozoma 21’ê derdikeve. Kromozom yekeyên DNA’yê ne. DNA (Deoksîrîbonukleîkasît), di her jîndaran de taybetiyên zikmakî pêk tîne. Ev taybetî bi rêya kromozoman derbasî nifşên nû dibin. Kromozom, di DNA’yê de ji bo hilgirtin û veguhastina taybetî û nîşanên mirovan kar dikin. Li gorî rewşa asayî ji dê 23, ji bav jî 23 kromozom derbasî her zarokekê/î dibin. Bi kurtasî mirov 46 kromozoman di xwe de dihewînin. Ango her kromozomek du cure ne lê di nîşankoma downê de kromozoma 21’ê dibe 3 cure. Ji ber vê yekê wekî trîzomî 21 jî tê binavkirin. Navekî wê yê din jî mongolîzm e.
Nîşankoma downê cara yekem ji aliyê bijîşkê îngilîzî John Langdon Downî ve, di sala 1866’an de, wekî sendroma downê hatiye pênasekirin. Di sala 1959’an de jî Jérôme Lejeuneyî jî wekî trîzomî 21’ê nav lê kiriye.
Kesên downî dişibin hev lê wekî her mirovan ew jî xwedî taybetiyên cuda ne. Gelek ji wan ji aliyê hiş ve hinekî sivik in, kêm in lê hinek jî bi jîrîtiya xwe derdikevin pêş.
Hinek taybetiyên wan ên fizîkî wiha ne:
•Çavşûjin in (wekî çavên asyayiyan)
•Rûyên wan pan in, pozên wan wekî perçiqî bin
•Bejnkurt in
•Guhên wan biçûk in
•Piraniya wan zimanên xwe derdixin derve
•Dest û lingên wan biçûk in
•Laşên wan sist in, wekî hevîr nermik in
•Di kefa destên wan de bi tenê xetek heye
Me di serî de gotibû nîşankoma downê ne nexweşiyek e, cudahiyeke zikmakî ye. Kes ji kesî venagire. Ji ber ku ne nexweşiye nayê astengkirin jî. Lê bi rêbazên wekî fîzyoterapiyê astengiyên fizîkî ango laşî bipiranî tên çareserkirin û dikarin jiyana xwe biaramî bidomînin.
Gelek kesên downî dema jidayik dibin dilên wan qul in. Ev qul carina heta temenekî bixwe ji holê radibe, carina jî divê bijîşk bi rêya nişdariyê wê qulê bigirin.
Pirsgirêkeke din a li pêşiya kesên downî qelewiya zêde (obezîte) ye. Li gorî mirovên din xetereya obezîteyê li ser wan pir zêde ye.
Ji aliyê xurifînê jî ew di xetereyê de ne. Jixwe xetereyeke çêbûna alzheîmerê jî nîşankoma downê ye.
Pergala wan a parastinê lawaz e. Ji ber vê zû nexweş dikevin.
Li gorî mirovên din diranên wan zû kurmî dibin. Divê malbat paqijiyê piştguh nekin.
Di demên berê de ji ber bêderfetiyan, ji ber baweriyên pûç û vala (digotin dîn in, tişt hatine dorê û hwd.) kesên downî zû dimirin. Ev mirin jî ne ji ber downîbûnê bû, ji ber encamên downê bû. Lê di serdema îro de derfet pir bûne, mirov hinekî jîr bûne. Di serdema me de kesên downî zêdeyî 60 salî jî dijîn.
Em dikarin nivîsa xwe bi van rêzikên girîng bidawî bikin:
•Heke zarokên we yên bi downê hebin divê hûn serî li bijîşk bidin. Dibe ku dilên wan qul bin, rehên wan xetimî bin, avêtina dilên wan ne asayî be.
•Laşên kesên downî sist in, lawaz in. Ji bo jiyaneke bitendurist û bêastengî divê malbat têkiliya xwe ji fîzyoterapîstan qut nekin.
•Ji ber lawazbûna masûlkeyan nikarin bihêsanî bimeşin, tev bigerin. Xwarina dixwin jî nikarin biferikînin (bihezmînin). Ji ber vê pêşniyarên pisporên parêzê (diyetîsyen) gelek girîng in.
•Diranên wan zû kurmî dibin. Divê malbat li gorî pêşniyarên diransazan tev bigerin.
•Ji bo pirsgirêkên axaftinê jî terapîstên ziman û axaftinê pêwîst in.
Bi kurtasî kesên bi nîşankoma downê ne nexweş in, ne dînin jî. Ji baweriyên pûç û vala dûr, bi rêbazên zanistî kesên downî jî dikarin bimeşin, bigerin, bizewicin, bibin xwedî zarok û hwd.