Rojnameya Heftane

Dejenerasyon û zimankujî

Di dawiya sedsala 16’an de îngilîzên ji xwe bawer, êdî li hember berxwedana arîstokrasiya Îrlandayê gav bi gav nêzîkî serkeftina dawî dibin. Di encama êrîşên nêzîkî 400 salan dom kiribûn, hema hema li her aliyê giravê otorîteya monarşiya Londonê hatibû sazkirin lê desthilatên anglo-sakson nikarin  serkeftinên xwe yên leşkerî veguherinîn serkeftina zimanî û ji bo vê li çareyan digerin. Serdestiya îngilîzî ya li giravê li aliyekî, îngilîzên li giravê hatine bicihkirin, di nav demê de terka zimanê xwe dikin û dest bi axaftina galîkî dikin. Nivîskarê îngilîz Edmund Spencer (1596) di berhemeke xwe de bi rêya diyaloga di navbera Îrenîûs û Eûdoksûs de vê rewşê wisa vedibêje:

Îrenîûs: Tiştekî çiqas ecêb e ku di nav îngilîzan de bi zimanê îrlandî bê axaftin? Tiştekî sosret e ku miletekî ji zimanê miletekî din hez bike. Ev, karê kesên çepel e û sedema gelekî xerabiyan e.

Axaftina bi zimanekî din, ji aliyê nivîskarên îngilîz ve wekî “dejenerasyon”ê tê binavkirin û ji wê demê û şûn ve ev peyv di ferhengan de ciyê xwe digire. Helbet ev kesên ji bo asîmîlasyona îngilîzan a di nav îrlandiyan de hawar dikin, li aliyekî din jî ji bo hilweşîna zimanê galîkî plan û projeyên asîmîlasyonê pêşkêşî desthilatan dikin lê  hevkariya wan a bi kolonyalîzma îngilîzan re ne tê de, wateya ku wan li peyva dejenerasyonê bar kiriye heqîqetekê îfade dike: Axaftina bi zimanekî din dejenerasyon e!

Asîmîlasyona cotkarên îngilîz a di nav hawirdora galîk de bi polîtîkayên qraliyetê hat sekindandin û bi vî awayî dawî li “dejenerasyona” zimanî  hat anîn. Li eniya dijber jî li dijî dejenerasyona îrlandiyên bi îngilîzî diaxivîn înîsiyatîfên xurt derketin holê. Armancên wan cuda bin jî ji bo her du aliyan parastina ziman mijareke pir zêde krîtîk bû.

Îcar dema em bi vê agahiya dîrokî li meseleya zimanê kurdî dinêrin, em bi rastiyeke kambax re rû bi rû dimînin. Li çaraliyê welêt, çi mezin çi jî biçûk, hema bêje li hemû bajaran axaftina bi tirkî normalîze bûye. Tişta ji vê jî ecêbtir ev e, di civakê de li hemberî vê zimankujiya ewqas zelal heta niha tu reaksiyoneke cidî derneketiye holê. Yek ji sedemên vê yekê, hilweşandina peyva “dejenerasyonê” ye. Axaftina bi tirkî, ji ber helwesta erênî ya elîtên kurd a ji bo vî zimanî, bi salan e wek “dejenerasyona zimanî” nayê qebûlkirin. Wekî li gelek aliyên cîhanê, kuştina ziman bi hilweşandina wateya vê têgehê re paralel bi rê ve çûye.

Eger hûn ji min bipirsin “gelo di vê mijarê de ferqa me û xelkê ji hev çi ye?” bersiva min amade ye: Li welatên din şîdet jî tê de, xelkê qiyametê rakir û li dijî zimankujiyê li ber xwe dan lê li cem me, tevna vê proseya jandar bi rengekî wisa hatiye danîn ku hemû derfetên lidijderketinê yek bi yek ji destê civakê digire. Bi gotineke din, çavên divê bibînin kor û zimanên divê bibêjin lal bûne. Wisa xuya ye, ji bo di vê dema zimankujiyê de tu xirecir pêk neyên, bi kurdan re konsensûsek jî çêbûye. Îcar ez ê ji we bipirsim: Ev çawa mimkûn e û çima?