26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di folklorê de reng, deng û bîna gelan heye

Mêvanê me evîndarekî folklor û kelepora zimanê kurdî ye. Hûn navê wî ji gelek berhemên ku di vî warî de hatine çapkirin dizanin. Heta niha gelek berhemên wî yên der barê folklorê de hatine weşandin û herî dawî beriya çend rojan berhema wî ya bi navê Gotinên Pêşiyan ku ji 4 cildan pêk tê ji weşanxaneya Sîtavê derket. Mêvanê me nivîskar û berhevkarê folklora kurdî Mehmet Oncu ye.

Beriya ku em behsa berhema te ya dawî ya Gotinên Pêşiyan bikin, ez dixwazim em vegerin destpêkê. Bi texmîna min destpêk bi helbestê bû û bi pirtûka ‘Ji Kaniya Dil bû’. Ji kerema xwe hinekî behsa wê demê bike. Çi hişt tu ji helbestê berê xwe bidî folklorê?

Serencama min a berhevkirina folklora kurdî kevntir e û digihîje salên 1979’an. Di van salan de ez xortekî hejdeh salî û di pola dawî ya lîseyê de bûm. Wê salê li taxa ku mala me lê, di lêgerînekê de kaxizek li ser min girtin ku tê de 21 heb gotinên pêşiyan hatîbûn nivîsîn. Li ser vê ez 7 rojan di nezaretê de mam, piştî ku îfadeya min girtin ez berdam lê kaxizê min ê gotin lê hatî nivîsîn nedan min. Wê demê min fêm kir ku ew folklor tomar nebe dê winda bibe. Li ser wê yekê min dest bi tomariya berhemên folklorî kir.

Belê ji salên 1985’an pê ve min hin helbest û çîrokên tirkî nivîsandin. Helbestên min di kovarên wek Adam Sanat û Huriyet Gosterî de hatin weşandin lê min ne domand û ez li nivîsa kurdî vegeriyam.

Ji sala 1986’an pê ve min dest bi tasnîfkirina berhemên folklorî yên ji sahayê kir. Ji wê tomariyê gelek berhemên balkêş derketin. Beşek ji wan cureyên çîrokan bûn ku di nav wan de çîrok, çîvanok, çîrokên biwêjî, gotinên pêşiyan û çîrokên efsaneyî bûn. Beşek gotinên pêşiyan, beşek biwêj, lezbare, tîştanok, stranên dawetan, peyîzok, hevalok (maniyên ku keç şeva hinê li ser hevala xwe ya dikê bibe bûk dibêjin) bûn û her wiha gelek berhemên din. Min di wan berheman de hêza gotin û vegotinê dît. Ji wê bû ku min xwest zimanê folklorê yê herikbar bigihîje wêjeya modern û min dest bi nivîsandina çarînan kir. Ji Kaniya Dil (çarîn), bi nexşên klasîk awazeke modern in û di sala 2016’an de hat weşandin. Paşê min bi zimanê folklorî dest bi nivîsandina romana xwe ya bi navê “Şihîna Hespên Azad” kir. Gava min dît serkeftin heye, min dest bi nivîsandina romana xwe ya bi navê “Raperîn” kir ku ew jî der barê Baba Îshaq de ye. Ew roman hîn nehatiye çapkirin û ez bawer im heta serê salê dê bê çapkirin.

Di pirtûka te ya “Ji Deftera Kurdekî” de gelek aforîzma hebûn, ango gotinên ku mirov ji wan aqil digire an jî di wan de hikmet hene. Ew gotin ên te bixwe ne yan jî te ji azmûnên derdorê sûd wergertiye?

Bêguman ji ber ku ez tomarkarê folklora kurdan im, berhemên gelêrî li ser xebatên min ên wêjeyî gelek bandor kirine. Ez bi xwe bawer im û dibêjim: “Ez ê herikbariya zimanê dengbêjan ragihînim wêjeya kurdî û di vegotina roman û helbestê de hêza folklora gel a zindî bixebitînim. Lewma her çiqas ew aforîzma bi tevahî gotinên min bixwe ne jî kana wan folklora gel e.”

Piştî ewqas xebatên di warê ziman, çand û folklora kurdî de, tu kêmaniyan di wê berhemê de dibînî yan jî bi gotineke din te niha ew aforîzma binivîsiya dê ji wê cudatir bûya?

Naxêr. Jixwe dema min ew aforîzma yek û yek li ser vîtikan (kaxizên biçûk) dinivîsandin, ew gotin û biwêjên folklorî dîsa di destê min de hebûn û min sûd ji wan werdigirt. Bêguman kêmaniyên zimanê ku em di wêjeyê de bi kar tînin hene. Lew ku em îro jî têretêr zimanê kurdî nas nakin û me nekariye xwe bigihînin sînorên wî yên jêr, jor û dûr. Mixabin heta ew ziman nebe zimanê perwerdeyê û ji dibistana seretayî heta zankoyê, neyê şixulandin, em ê hêza wî nizanibin û bi hêmayên wî yên veşartî nehesin.

Li gorî te xwedîderketina li folklorê çima girîng e û dê xwîner çi sûdê ji wan berhemên folklorî bibînin?

Bêguman her zimanek bi kelepora ku ji nav derketî geş dibe û dewlemend dibe. Ger berhemên folklorî yên zimanekî nebin, ew ziman nikare demeke dirêj bijî û li sedrê bimîne. Di folklora gelan de reng, deng û bîna gelan heye. Dema mirov li folklora gelekî binêre mirov dikare bigihîje taybetiyên wan gelan û wan nas bike.

Bi rastî dema nivîskarekî wiha çalak dibînim ku bi dehan berhemên wan hatine çapkirin, ez hinekî matmayî dimînim; çawa ew qas dema te çêbû, tu van berheman binivîsî?

Bêguman veqetandina demê ya ji kar û xebatekê re fedakarî dixwaze û divê mirov ji hin sefahiyan bibore lê di vê mijarê de ya girîng plankirina demê ye. Ger nivîskarek dikaribe dema xwe ya di rojekê de bi plan bi kar bîne dê bi ser bikeve. Çawa ku nivîskarek nexwîne nikare biafirîne, lazim e bûyerên rojane yên li dinyayê diqewimin jî bişopîne. Ger ne wisa be dê li derveyî geşedanên li dinyayê bimîne. Ez bixwe herî zêde 5 seatan radizêm, saeteke dimeşim û dema mayî jî bi tevahî li xwendin û nivîsandinê xerc dikim.

Berhema te ya dawî ya Gotinên Pêşiyan ku ji 4 cildan (50 hezar gotin) pêk tê, wekî ferhenga herî mezin a gotinên pêşiyan tê binavkirin. Te ev qas gotin çawa peyda kirin û berhevkirina wan çi qas dem girt?

Belê di wê berhemê de 27 hezar gotinên min bixwe, ji qadê û devê jêder û çavkaniyan tomar kirine hene. Ên din jî gotinên ji berhemên din ên heta niha hatine nivîsîn in ku min di dawiya berhemê de fîhrîsta wan daye. Min pêşî hemû gotinên heyî yên li gor mijarên wekî dostî, hevaltî, dayik, bav, mêr, jin, zarok û gelek serenavên din ên weke van bi 235 beşan dabeş kirin. Paşê min ew serenav li gor rêza ‘a-b-c’ kirin rêzê. Her beş di nav xwe de li gor rêzika tîpên alfabeyê hatiye rêzkirin. Min ji bo her gotineke li gor agahî û salixdana jêderan şiroveyek nivîsî. Yên  varyantên wan hene min li binî nivîsiye û yên hinekan jî min çîrokên wan nivîsîne. Di vê berhemê de tiştekî din ê balkêş jî ew e ku min peyv û gotinên herêmî ku herkes nizane tên çi wateyê di jêrenotan de şîrove kirin. Hêjmara wan peyvan  nêzî 5 hezaran e û ew jî ji bo gencîneya peyvên zimanê kurdî qezencek e.

Beriya niha te pirtûkek bi navê ‘Di gotinên pêşiyên kurdan de jin’ jî çap kiribû. Tevî ku hin gotinên wekî ‘Şêr şêr e çi jin e çi mêr e’ hene jî lê  gelek gotinên pêşiyan hene ku bi çavekî kêm li jinê dinêrin. Gotina te çi ye ji bo vê?

Şik nîn e ku ew rexneyên bi wî rengî ji kêmzanîn û nenasîna folklora gel tên. Divê mirov beriya her tiştî zanibe dê çawa ji folklora gel sûdê werbigire. Weke dibêjin: “Ji hezar gotin û nesîhet, yek nakeve serê mirovê bêdewlet.” Ew kesên gotinên weke dur û sedefan ku ji parzûnê dîrokê yê ji cerebeyan pêkhatî re darivî weke kêmanî dibînin, divê berî her tiştî li çarçoveya gotinê binêrin, ka di bin kîjan şertan de, di kîjan demê de, çawa, çima û ji bo çi hatiye gotin. Ger ne wisa be mirov nikare ji wan gotinan fam bike û sûdê ji wanwerbigire.

Bêguman kêm be jî gotinên sedema gotina wan ji holê rabûbin jî hene lê ew gotin bixwe winda dibin, lew ku pêdivî bi heyîn û gotina wê namîne. Yanî bi kurtasî pêşiyan çi gotibin rast gotine, divê mirov sûdê ji wan werbigire. Dema pêşî dibêjin; “Marê bi te negire Xwedê hezar sal emir bidê” divê mirov nebêje marê ku bi min negire, dê bi nasekî te bigire. Ji ber ku peywendiya bi vî rengî fikirînê bi gotinê re tune ye. Lew ku ew gotin dibêje: “Kesê ku zirara xwe li te nebe, bila di nav heyîn û dewlemendiyê de be û gelek bijî.”

Di dawiya vê hevpeyvînê de dibêjim mala te ava, ji bo vê derfetê. Heke gotineke te ji bo rojnameyê û xwînerên wê hebe ji kerema xwe fermo bêje.

Ji ber ku zimanê mirov parçeyek ji nasnameya mirov e, çand û kelepora ku mirov di nav wê de mezin dibe jî di pêkhatina nasnameya mirov de xwedî roleke mezin e.

Divê mirov ji kaniya kelepora ku mirov jê tê têretêr vexwe. Sûdê ji wê wergire û berhemên xwe jî ne dûrî wê biafirîne. Heke berhemek bîna kelepora xwe ranehêle, bêkok dibe. Gelek nivîskar û berhemên gerdûnî hene ku hemû jî bîn, reng û dengê kelepora ku tê de zayî hiltînin…

Mehmet Oncu kî ye?

Di sala 1961’î de, li taxa Xarxarê ya Semsûrê ji dayik bûye. Dibistana seretayî û ya navîn li Semsûrê xwendine û ji Zanîngeha Anadoluyê Beşa Kargeriyê mezûn bûye. Nivîskar, ji sala 1983’yan û vir de, li ser folklora kurdî dixebite û bi navê “Hemo Pêşeng” gelek berhem, nivîs û helbestên wî di kovar, rojname û malperan de hatine weşandin. Gotar û nivîsên wî yên li ser folklora kurdî jî nemaze di kovarên wekî Zend, Rewşen, Nûbihar, Govend, Jiyana Rewşen, Kovara W’yê de weşiyane. 

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê