Monday, September 20, 2021

Demsala zozan û zozaniyan

Fexredîn Kiliç

“Çûn nav baxê gulîzar/Ew buxçeya her lê bihar/Lew bilbilan lê qal û şer”
Meleyê Cizirî

Zozan bi koçeran û koçer jî bi zozanan tên nasîn. Zozan cihê bilind û azad in. Koçer jî ji azadiyê hez dikin. Bindestiyê qebûl nakin. Her tim xweser in û xwe bi xwe bi rê ve dibin. Jiyan, debar û çanda wan xweser e.
Her sal malbatên ku bi pez debara xwe dikin û li çiyayan dijîn di demsalên bihar, havîn û payizan de berê xwe didin zozanan û 6-7 mehên salê li zozanan dimînin. Koçer, piştî berfa çiyayan dihele û hewa germ dibe dest bi rêwitiya zozanan dikin. Piştî zivistaneke sar û zahmet, berê xwe didin nava şînahîyên zozanan û belekiyên berfê.
Rêwîtiya koçeran a zozanan ji quntarê çiyayan dest pê dike. Bi mehan li rê diçin û rêbiwariyê dikin. Her ku hewa germ dibe û berf dihele, qonax bi qonax ber bi zozanan ve hildikişin. Ji germiyanan heta zozanan, ji zozanan heta vegera li germiyanan gelek caran cihê zomên xwe (war) vediguhezînin. Her warek çîrokek û jiyanek e. Her zom û şûnwar bîranîn û çandek e. Warê biharê, warê havînê û warê payizê. Piştre jî rêwitiya vegera li gund û navçeyên xwe dest pê dike.

Jiyan li konê zoman xweş e

Em çûn navçeya Elkê ya Şirnexê, nav zoma Şahoyiyan ên Zozanên Meydan Zengilê, em bûn mêvan û me xwest hinekî jiyana Koçer û sewalkaran ji nêz ve bibînin û bişopînin. Malbatên hatine li vê zomê konê xwe vedane, demsal bi demsal li zom û zozanan digerin. Koçerên diçin Çiyayê Kato, her komek diçin zozanekî. Du çiyayên Katoyê hene. Çiyayê Katoyê Marînûs ji Navçeya Elkê dest pê dike heta Colemêrgê diçe. Çiyayê Katoyê Jîrka jî dîsa ji navçeya Elkê dest pê dike heta navçeya Berwariya Sêrtê diçe. Li Katoyê Marînûs Zozanê Meydan Zengil, Zozanê Mêrgên Sotî, Zozanê Mêrga Bazirganan, Zozanê Laleş hene. Li van Zozanan, Zoma Şahoyiyan, Zoma Tivoriyan, Zoma Birhîma, Zoma Şibla, Zoma Bilbêsiyan (du zomên Bilbêsiyan hene), Zoma Mala Meglan, Zoma Malmela hene. Li zozanê Meydan Zengil 2 zom hene. Zoma Şahoyiyan û Zoma Tivoriyan. Zoma Birhîma li ber Kaniya Qesaba ye. Zoma Şibla li ber Girê Kejanê ye. Zoma Bilbêsiyan jî yek li ber Girê Kejanê ye ya din jî li war Kêratikê ye. Zozanên Mala Meglan û Malmela jî li Mêrgên Sotî ne. Koçer û sewalkarên ku diçin li zoman bi cih dibin hemû bi erebeyan diçin û tên. Li vir 8 zom hene. Zomên Baharê jî li Warê Sirê, Mêrga Pîniyan, warkên Gelejêriyan, Hafroka û Çelekeliştî ne.

Zozanên Meydan Zengilê

Bêrîvanên zoma Şahoyiyan di vê mehê de li Zozanên Meydan Zengilê malê xwe li waran danîne. Malbatên ku bi sewalkariyê debara xwe dikin, beriya derkevin zozanan di meha nîsan û destpêka gulanê de pez didin bêriyê. Dest bi dotina pez dikin. Piştî hewa germ dibe di dawiya gulan û meha hezîranê de berê xwe didin zozanan. Li Zoma Meydan Zengilê bi cih dibin.
Li Zozanên din jî 6 zom hene. Malbatên ku li heman zomê dimînin bi hev re dest bi rêwîtiyê dikin. Bi hev re konên xwe vedigirin û bi hev re xebatên xwe dikin. Heta meha îlonê li zozanan dimînin û ber bi dawiya payizê dîsa berê xwe didin bajarên xwe. Malbatên ku diçin zozanan kerî û bêriyên wan ji hev cuda ne. Bêrî û zoma her keriyekî cuda ye. Keriyek ji hezar pezî pêk tê. Di bêriyê de nêzî 10-12 bêrîvan rûdinin û dest bi dotina pez dikin. Her rojê nêzî 200 kîlo penêr çêdikin. Piştî vê mehê şîr dikin mast, dikin dew û rûnê nivîşk. Zivistanê jî şîrê xwe dikin mast. Malbat herî zêde di meha hezîranê de şîr ji pezî didoşin. Herî zêde şîrê meha hezîranê zêde ye. Malbatên ku diçin zoman û pez didin bêriyê rojane penêr çêdikin. Dema derfet hebe difiroşin. Dema derfet tune be jî penêr xwê dikin, dixin metereyan û binax dikin. Her metereyek ji 20 kîlo penêr pêk tê. Piştî 6-7 meter penêr tijî dibin piştre dixin bin axê.
Ji Zoma Meydan Zengilê Xanim Kiliç ku bi salan e di navbera Zozanê Meydan Zengilê û navçeya Elkê de diçe û tê niha li vir bêrîvaniyê dike, ji me re qala jiyana koçerî û jiyana zoman kir.
Xanim Kiliç mehek berê ji Warê Biharê ku jê re dibêjin ‘Warê Sirê’ konê xwe ji wir bar kirin û anîn li Zoma xwe ya Şahoyiyan vegirtin. Xanim û jinên li vê zomê her sibe beriya roj hilê hişyar dibin û dest bi amadekariyên rojê dikin. Weke her jinên bêrîvan ewilî der û dorê paqij dikin. Piştre bi agirê guwîniyan yên ji derdorê kom kirine li ser kuçikan (sêkuçikê) çay û taştê amade dikin. Piştî taştê diçin bêriyê. Saet di 10’an de dest bi dotina pez dikin. Nêzî 2 saetan pez didoşin. Li hin zoman 6-7 bêrîvan, li hin zoman jî nêzî 10-12 bêrîvan milê xwe didin hev û bi hevre pez didoşin. Xanim Kiliç jî li gel bêrîvanan piştî karê malê dike li gel bêrîvanan berê xwe dide bêriyê û dest bi dotina pez dike. Piştî dotina pez, vê carê diçe şîrê xwe diparzinînin û ji bo penêr dimeyinînin. Bêrîvan li aliyekî xwarina şivanan û ya malbatê amade dikin, li aliyê din jî penêr çêdikin. Hê baş bêhna xwe venedane dîsa di saetên êvarê de diçin bêriya êvarê û pez didoşin. Bêrîvan rojê du danan pez didin bêriyê û didoşin. Piştî bêriya danê êvarê heta saet 6-7’ê êvarê penêr çêdikin û dîsa dest bi amadekirina şîva êvarê dikin. Saet di 10’ê şevê de radizên. Hin caran dema karê wan zû xelas dibe tev bi hev re li bin konekî rûdinin û suhbetê dikin. Dema pir diwestin zû radizên. Malbat ji ber ku serê her sibehê zû hişiyar dibin bi hev re li hilavêtina rojê temaşe dikin.

Berê kon hebûn niha çadir in

Di malbatên ji bo xwedîkirina sewalan diçin zozanan herî zêde jin kar dikin. Zilam tenê şivaniyê dikin. Lê jin hem bêrîvaniyê dikin û hem jî karê malê dikin. Xwarinê çêdikin, cilan dişon, penêr çêdikin û zarokan xwedî dikin. Rojê nêzî 3-4 saetan pêz didoşin. Nêzî 2-3 saetan şîr diparzinînin û penêr dimeyînin. Li van zoman şivan serbêr in û bêrîvan jin in. Malbatên zozanvanî ne, her çendî keda wan zêde be û zehmetiyan dijîn jî di aliyê ruh û mejî de aram û kêfxweş in. Xanim Kiliç, têkildarî jiyana bêrivaniyê diyar kir ku di meha gulan û heziranê de ewil tên zoma biharê û piştî mehekê li vir dimînin, paşê bar dikin û tên li Zoma Meydan Zengilê bi cih dibin. Xanim anî ziman ku berê bi hêstiran diçûn û dihatin, lê niha bi erebeyan diçin zozanan û ji zozanan vedigerin. Xanim, diyar kir ku berê konê wan ê reş hebû û niha çadir hene û wiha got: “Jiyana konan ji ya çadiran pir xweştir bû. Lê niha hemû kon firotin. Gotin zozan nemane. Berê ji mûyê bizinan tevn û kon çêdikirin. Lê niha neşên çêbikin, bêxîret in. Jiyana bin konan ji ya çadiran xweştir bû. Konên berê 5 stûn bûn. Hin kon 10 stûn bûn. Malbatan li gorî hejmar û malmeziniya xwe konê xwe çêdikirin.”
Xanim qala giha û pincarên ku kom dikin û tev li xwarinê dikin jî kir û wiha axivî: “Dema em tên van zozanan giha namînin. Di demsala biharê de çêdibin. Giyayên mendê, sîrik, kengir, siyabo, bîkê, li gund û zozanên biharê çêdibin. Siyabo dixin nava rûn, sîrkê dixin nava pêxwarin (penîr), kengiran jî dixin nava rûn û jajiyê mast, mendê û bîkê jî dixin nava jajî.”Ji zozanan yê herî zêde kedê didin û diwestin jin in. Lê ji ber karê ku dikin aram in.