27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Derî ji bo yekitiyê vedibin

Di komxebata yekitiya neteweyî ya kurd de, gelek encamên girîng derketin holê û hat diyar kirin ku dê bi partiyên tevli xebatan nebûne re hevdîtin pêk bînin

Bi salan e nîqaşên li ser yekitiya neteweya kurd didomin. Di komxebata ku di 18 û 19’ê çileyê de ji bo diyarkirina nexşerêya yekitiya neteweyî ya kurd hat lidarxistin de ev qas partî û rêxistinên ku li durê hev bûn hatin cem hev. Di nav du rojan de bi awayekî berfireh nîqaş hatin kirin. Her kes û nûnerek, kêmasiyan û pêşniyarên xwe anîn ziman.

Bi rastî heta roja îro jî ji çar parçeyên Kurdistanê ji bilî bangewazyan zêdetir tiştek nehat kirin. Ji bo berjewendiyên kesan ango partiyan, tu kes ev barê giran neda ser milê xwe. Hemû hewldan bi awayekî hatin astengkirin. Ev astengî, ji bo komxebata tifaqa kurdistaniyan jî heta deqeya dawî xwe nîşan da. Lê partiyên kurd hemû qeyd û bend hilweşandin û cara yekem ji dil û can hatin cem hev.

Deriyê yekitiyê vekirin  

Beriya ku em werin ser mijara xwe, em kevanek li nivîsa xwe wekin. Bi rastî hêj nehatiye gotin ku em neheqiyê li gelê kurd dikin û piştre jî li xwe dikin. Ez bawer im ev rastî dê ne bi kêfa siyasetmedaran be divê bê zanîn.

Em bên ser mijara esasî ya nîqaşan û pêşniyaran… Komxebat bi biryardarî û baweriyê dest pê kir. Kesên ku her tim li dijî yekitiyê ango kombûna partiyên kurd derdiketin di komxebatê de cihê xwe girtin. Li bakurê Kurdistanê cara yekem ev qas kes ji bo yekitiyê hatin ba hev û feraseta “Du kurd nikarin werin ba hev” şikandin. Bi kurtasî kurd bendav hilweşandin û deriyê dîrokî li yekitiyê vekirin.

Eşqa Kurdistaneke azad

Di komxebatê de gelek kesan da zanîn ku rojeva dewletên Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê gelê kurd e lê kurd nikarin yekitiya xwe ava bikin. Beşdaran anî ziman ku divê gelê kurd di sedsala 21’emîn de yekitiya xwe ava bike û bi eşqa Kurdistaneke azad tevbigere.

Rexne û gazincên li Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di komxebatê de jî berdewam kirin. Hevserokê giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî ligel kurdî nedizanî jî bi saetan beşdarvan guhdar kirin, mafê axaftinê girt û got ku divê hewldanên li ser HDP’ê li pêşiya yekitiya neteweyî nebe hincet. Temellî da zanîn ku HDP ne pêşengê Xebata Tifaqa Kurdistaniyan e lê ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî wekî xebatkarek ji bo her xebatê amade ye.

Gelek pêşniyarên cur bi cur jî di komxebatê de derketin pêş. Ji bo xebatan pirsên wekî “Meclîsa neteweyî”, “Kongre” û “Eniya demokrasiyê” hatin kirin. Lê di nîqaşan de piranî li ser “Meclîs”bûnê hat rawestandin. Her wiha di hemû nîqaşan de fikra parastina destkeftiyên gelê kurd jî derket pêş û hat diyarkirin ku êdî ji bilî yekitiyê tu rê li pêşiya gelê kurd nemaye.

Ji xalên herî girîng partiyên kurd ên beşdarî komxebatê nebûne bi avayekî erênî hatin nîqaşkirin. Di pêşniyaran de derket holê ku ji bo beşdarkirina hemû partiyên kurd ên wekî PSK, PAK û HAK-PAR û navdarên kurd xebat dê bên meşandin. Di van nîqaşan de fikra “Heger ew neyên, em ê herin” derket pêş. Her wiha wê bi aliyên “Xeydok” re hevdîtin pêk were û hewldanên ji bo beşdarkirina xebatên yekitiyê bê meşandin. Herî dawî mirov dikare bêje ku dengê guvîna bayê yekitiyê li bakurê Kurdistanê tê û êdî partiyên kurd neçar in ku ji bo pêkanîna yekitiyê gavên şênber bavêjin.