26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Destar dê hûr bihêrê

Kovara Wêjeyî ya Destar bi xebateke hevkar a nivîskar û helbestvanên kurd dest bi weşana xwe dike. Kovar dê bi zaravayê kirmancî, soranî û kirmanckî weşana xwe bike û dê 3 mehan carekê derkeve. Di hejmara wê ya ewil a Hezîran-Tîrmeh-Tebaxê de, di ser 60’î re nivîs hene. Hejmara ewil 250 rûpel e.

Kovar bi pêşengiya Enstîtuya Kurdî ya Amedê bi dirûşmeya “Destara kurdî hûr dihêre” dê çend roj bi şûn de bigihê ber destên xwendevanan. Her wiha di hin desteyên wê yên cur bi cur de rêvebirên PEN’a Kurd, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, MED-DER, Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê, Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê, Enstîtuya Kurdî ya Almanyayê, Enstîtuya Kurdî ya Brukselê, Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê û gelek nivîskar hene.
Hevgerînedeyên Weşana Giştî ya Kovarê Reyhan Îke û Hemîd Dilbihar in. Di Desteya Weşanê û Şêwirmendiyê de jî Abdula Peşêw, Ehmed Huseynî, Bêrîvan Doskî, Mizgîn Ronak, Celîlê Celîl, Zerdeşt Haco, Rênas Jiyan, Ezîzê Cewo, Kamran Simo Hêdillî, Medenî Ferho, Gulgeş Derya Spî, Zana Farqînî, Samî Tan, Omer Ûlûçay, Adar Jiyan, Sayîme Xakpûr, Eslîxan Yildirim û Avesta Aydin hene.

Hevgerînendeyê Weşana Giştî yê Destarê Hemîd Dilbihar têkildarî derxistina kovarê ji Ajansa Mezopotamya re axivî. Dilbihar anî ziman ku dîroka wêjeyê bi qasî dîroka mirovahiyê kevn e û piştî mirov daxilî nav civakê bûye û civakîbûn rû daye, wêje jî daxil bûye û got: “Yek ji cihwarên sereke yên civakîbûnê erdnîgariya Kurdistanê ye. Lewma wêjeya kurdî, nexasim jî wêjeya devkî, ji gelek aliyan ve bûye çavkaniya mirovahiyê. Wêjeya kurdî bi qasî xweserîbûna xwe, ew qasî jî gerdûnî ye. Lê belê wekî di gelek warî de, di vî warî de jî heqîqet ji ber hin sedeman tam derneketine holê.”

Armanca kovarê

Dilbihar, destnîşan kir ku wekî her qadê, di qada wêjeyê de jî mîrateya kurdan hatiye talankirin û got: “Têkoşîna azadiyê ya kurdan, çawa niha di çarçoveyeke gerdûnî de ji gelek hêlan ve pêşengiya mirovahiyê dike û vê heqîqetê dide der, xwedî wê tecrûbeyê ye ku vê yekê di warê ziman û wêjeyê û di warê ferasetê de jî bike. Heya niha wekî gelek waran, di qada wêjeyê de jî gelek tişt tune hatine hesibandin, lê êdî dem hatiye ku kurd bi heqîqeta xwe ya gerdûnî derkevin ser dika dîrokê. Destar li ser vî asasî derket holê.

Dê veguhere destareke gerdûnî

Dilbihar got: “Destara kurdî, dê li dijî çerxa modernîst ku bi her awayî hewl dide hemû nirxên xwecihî û gerdûnî yên mirovahiyê hûrhûrî bike, di qada wêjeyê de dê li ser esasên heqîqeteke gerdûnî destara xwe bigerîne û dê veguhere destareke gerdûnî.”