26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Plan û komployên Tirkiyeyê yên berî civîna NATO’yê

Beriya civîna di asta bilind de ya NATO’yê, li Efrînê êrîşek li hemberî nexweşxaneyekê pêk hat û demildest çapemeniya alîgir û ya Tirkiyeyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) ji vê êrîşê berpirsiyar girtin. Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî êrîşa li hemberî nexweşxaneyê şermezar kir, vê tawanbarkirinê red kir.

Dewleta tirk wekî planên şer gelek caran serî li rêbaza kuştina sivîlan daye û vê yekê didomîne jî. Girêdayî şerê li Sûriyeyê demekê qeydên dengî yên di navbera Ahmet Davutoglu û musteşarê Rêxistina Îstîxbaratê ya Milî (MÎT) Hakan Fidan de jî vê yekê destnîşan dikin. Hakan Fîdan di qeyda dengî de gotibû ku ‘heke hewce bibe ez ê çend mirovan bişînim Sûriyeyê, 8 heb fûzeyan bavêjim Tirkiyeyê û vê yekê bikim sedema şer’. Tirkiye berî ku biçe civîna NATO’yê ya 31’emîn ya li Brûkselê, dixwaze bi dosyeyên desteserkirin û dagirkirina herêmê here civînê û destwerdanên xwe yên li herêmê zêdetir bike.

Der barê êrîşa li Efrînê û civîna NATO’yê de Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed axivî.

Armanc ji avakirina herêma ewle destwerdan e

Îlham Ehmed destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze li herêmê pevçûn û bêaramîtiyê derxîne û pê re jî destwerdanên xwe yên li herêmê zêde bike, ji bop vê yekê serî li plan û komployan dixe û wiha got: “Dewleta tirk berî civîna NATO’yê dest pê bike ew tiştên ku dixwast li Sûriyeyê bi dest bixe pêk nehatin. Dewleta Tirk dixwaze Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta Helebê tevde dagir bike. Erdogan got ku armanca me çêkirina herêmeke ewle ye, diyar e ku di civîna NATO’yê de jî Erdogan dîsa avakirina ‘herêmeke ewle’ li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aniye rojevê. Ji  bo vê yekê bidin qebûlkirin jî êrîşekê li hemberî nexweşxaneya Efrînê pêk anîn. Ne diyar e ku ev lihevkirin di navbera hikûmeta Şamê û Tirkiyeyê de yan jî di navbera çete û hikûmeta Şamê de çêbûye. Lê di encamê de xuya dibe ku planeke bi vî rengî heye ku dixwazin wekî HSD’ê sûcdar bikin û bi vê yekê re jî bi destekî xurt beşdarî civîna NATO’yê bibin û vê yekê bi  NATO’yê bidin qebûlkirin.”

Ehmed di berdewama axaftina de destnîşan kir ku armanca Tirkiyeyê ew e ku Amerîka û dewletên koalîsyonê piştgiriya xwe ya ji bo HSD’ê bibirrin û wiha pê de çû: “Bi biryar in êrîşên bi vî rengî têxin stuyê HSD’ê û bibêjin cihê HSD lê hebe ewlehî lê tune ye, li wan herêman gelê sivîl tê kuştin û divê ev herêm radestî Tirkiyeyê bên kirin.”

Tirkiye û Şam dixwazin planên li ser Minbicê pêk bên

Ehmed diyar kir ku Tirkiye û Erdogan di van demên dawî de dîsa gef li Minbicê dixwin û dixwazin wir dagir bike û wiha got: “Li aliyê din hikûmeta Şamê jî dixwaze Minbicê bi dest bixe. Hikûmeta Şamê di hilbijartinên dawî de jî xwest ku raya giştî ya cîhanê  piştgiriya wê ya hilbijartinê bike lê ev yek pêk nehat. Hikûmetê dît ku dîsa di hilbijartinan de qezenc kir û ser vê yekê jî dixwaze herêmên derveyî xwe cardin bi dest bixe. Ji ber vê yekê jî hem dewleta Tirk hem jî hikûmeta Şamê xwestin ku ji bûyerên li Minbicê qewimîn sûd werbigirin. Dewleta tirk xwest vê yekê wekî serhildana gelê sivîl ya li hemberî rêveberiya Minbicê bide nîşandan û bi vê dosyeyê derkete pêşberî NATO’yê. Armanc ew e ku bibêjin gel herêmeke di bin sîwana HSD’ê de naxwaze.”

Ehmed destnîşan kir ku di demên pêş de, dê di navbera Rûsya û Amerîkayê de civîn û nîqaşên cuda bên kirin û wiha berdewam kir: “Ji bo vê yekê jî li ser herêmên ku di bin rêvebirina Rêveberiya Xweser de hesabên wan ên cuda hene. Her aliyek dixwaze di bin kontrola xwe de van hesaban pêk bînin û hebûna xwe li wan herêman rewa û fermî bikin. Armanca wan ew e ku li herêmê bêramî peyda bibe û bi vê yekê jî destwerdanên wan ên li ser herêman zêde bibe.”

Aloziyên li Idlibê ji bo civîna NATO’yê amadekarî bûn

Digel van yekan alozî û pevçûnên li Idlibê jî her diçe zêdetir dibin. Seroka Desteya Rêveber ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed der barê Idlibê de jî diyar kir ku bazarek li ser Idlibê hatiye kirin û ev yek anîn ziman: “Idlib jî yek ji van herêman e ku di bin kontrola El-Qaîdeyê de ye. Beşeke mezin ya gelê Idlibê piştgiriya El-Qaîdeyê nake, her wiha desthilatdariya hikûmeta Şamê û ya dewleta tirk jî napejirîne. Idlib di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de wekî dosyayeke bazarê ye û li ser îtifaq çêbûne. Ne tenê her du aliyan her wiha Ewropa û Amerîkayê jî di nav van lihevkirinan de agirbestek pêk aniye. Berî civîna NATO’yê hikûmeta Şamê wekî hişyariyekê bide dewleta tirk aloziyên li herêmê gurr kir. Êdî dewleta tirk di navbera du aliyên ji hevûdu xerabtir de maye. Aliyek eniya NATO’yê ye, aliyek jî Rûsya ye. Lê yê ku zirar digihijê û tim dibe qurbanî gelê sivîl ê bêguneh e.”

Ehmed diyar kir ku divê ev siyaset û bazar bên bidawîkirin, şer û kuştina sivîlan bi dawî bibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li Idlibê û li bajarên din jî divê gelê sivîl bê parastin. Gelê Xûta yê ku niha li Efrînê hatiye bicihkirin divê vegerin ser warên xwe da ku gelê Efrînê jî bikaribe vegere ser warê xwe.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê