27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dewlet û mafya

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Serçete Sedat Peker bi rêya dîmenên li ser înternetê belav dike, têkiliya dewletê û mafyayê radixe ber çavan. Di beşa dawî ya dîmenên xwe de Peker balê dikşîne ser sûcên dewleta tirk ên li Kurdistanê pêk anîne. Di mikurhatinan de tê gotin Suleyman Soylu û Mehmet Agar serkêşê van sûcan e.

Salên 90’î bi bilindûna têkoşîna azadiya Kurdistanê re, li Tirkiyeyê têgeha dewleta kûr ket rojevê. Bi vê pergala ku bi hevkariya artêş, MÎT û JÎTEM’ê pêş ket dihat xwestin pêşî li kurdan ango pêşî li Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bê girtin.

Bi destê vê koma çete ya dewleta Tirk li Kurdistanê di gelek bûyerên narkotik, revandin, kuştin û sûîkatê çêbûn. Bi taybet ev pergala qirêj di serdema Tansû Çîler, Dogan Gureş û Mehmet Agar de pêş ket. Rejîma AKP-MHP’ê jî li Kurdistanê bi haman şêwazî tev digeriya.
Ferqa di navbera AKP û pergala salên 90’î ew bû ku Erdogan û ekîba li derdorê veşartî, bi awayekî hosta tev digeriyan. Hevkariya xwe ya bi serçeteyan re li ser vê têgehê kûr kir û bi rê ve bir. Serçeteyê bi navê Sedat Peker yek ji van kesan bû. Lê bi demê re berjewendiyên wan hev negirtin. Ev jî bû sedem ku Sedat Peker êdî bibe yekî ji rêzê ango bibe yekî dijî têgeha li ser postê desthilatê ye.

Desthilatdariya şer li dijî Sedat Peker da destpêkirin û xwest bi her awayî wî bêbandor bike. Li ser vê yekê Serçete Sedat Peker jî vala nesekinî û ji 2’ê gulanê vir ve bi rêya dîmenan, çeteya di nav rejîma AKP-MHP’ê de xal bi xal eşkere dike.

Di vê mikurhatinê de mijara sereke ya Peker, wezîrê karê hundur Suleyman Soylu bû. Lê bi demê re yek bi yek navê ekîba li derdora wî jî eşkere kir. Di beşa dawî ya mukirhatinên xwe de Sedat Peker pêwendiyên di navbera siyaset, dewleta kûr û mafyayê de raxistin ber çavan. Vê carê Sedat Peker mirovê herî nêzî Erdogan xist nava lîsteya sûcdar û bazirganên narkotîkê.

Ew jî serokwezîrê berê Bînalî Yildirim bû. Di vê mijarê de wî kurê Bînalî Yildirim, Erkan Yildirim weke rêvebirê vî karî nîşan da. Peker eşkere kir ku Erkan Yildirim ê xwediyê bi dehan keştîyî, beriya demekê ji bo bazirganiya narkotîkê çûye serdana Venezuellayê.
Çûyina Erkam Yildirim ya ji bo Venezuellayê jî bi ticareta kokaînê ve girê da û got: “Berê kokaîn di ser Kolombiyayê re dihat. Piştî ku hezîrana par derdora 5 tonan hate girtin, rêya vê bazirganiyê hate guhertin. Ji bo vê kurê Binalî Yildirim, Erkam Yildirim çileyê îsal çû Venezulla û 4 rojan li wir ma.”

Sedat Peker da zanîn ku Erkam Yildirim gelek caran çûye Qibrisê û li wir Halîl Falyali vê xebat kordîne dike. Di vî warî de jixwe dostaniya Erkam Yildirim û Suleyman Soylu tê zanîn. Peker di dewama dîmenên xwe de hişyarî da û da diyarkirin ku eger zextên li hemberî wî dewam bikin, ew ê di rojên bên de asta herî bilind a sûcên Soylu û kesên derdora wî eşkere bike.

Di vîdeoyê de Peker dibêje “kujerê rojnamenavan Ugur Mumcu, Mehmet Agar bi xwe ye.” Li ser mijara cinayetên ku di salên 90’î de li Kurdistanê jî Peker dibêje “bi fermana Agar, karsazên Kurd dihatin kuştin.”

Ji ger ku li Tirkiyê hiqûq û kanûn nîne kesên ku wekî van tawanan tên darizandin jî îro di asta herî bilnd de di nav rejîma AKP-MHP’ê de cîh digirin. Nakokî û pevçûnên di nav van komên çete de rûyê rast û desthilatdariya Tirkiyê radixe ber çavan.