Rojnameya Heftane

Di sererastkirina înfazê de cihêkarî

Pêşnûmeya sererastkirina înfazê ji aliyê hikûmetê ve pêşkêşî meclisê hat kirin. Lê girtiyên siyasî tev li sererastkirinê nehatin kirin

Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyeyê bi giştî 355 girtîgeh hene û 220 hezar kes dikarin li van girtîgehan bên girtin. Lê hejmara girtiyan ji vê qapasîteyê gelek zêdetir e. Li gorî daneyên fermî nêzî 300 hezar girtî li Tirkiyeyê hene û ji van girtiyan hezar û 334 ji wan girtiyên nexweş in. Di van rojên ku vîrûsa koronayê belav dibe û gelek fikar ji girtîgehan tên krin jî bergiriyên pêwîst ji bo girtigehan nayên girtin.

Hikûmet ji bo bergiriyên li girtîgehan cihakariyê dike nav girtiyan û girtiyên siyasî mehkûmê mirinê dike. Berovajiyê vê yekê ji bo berdana girtiyên edlî dest bi sererastkirinê înfazê kir. Sererastkirina înfazê ku ji bo razemeniya hilbijartinê dixwest nêzî hilbijartinê derxe, ji ber vîrûsa koronayê neçar ma ku niha bîne rojevê. Sererastkirina ku demeke dirêj nîqaş li serê hatin kirin, di 31’ê adarê de pêşkêşî meclisê hat kirin.

Girtiyên siyasî tev li nekirin

Serokwekîlê Koma AKP’ê Cahît Ozkan, piştî pêşkirina pêşnûmeya sererastkirinê ya meclisê, têkildarî sererastkirinê daxuyanî da û hurgiliyên wê parve kir. Ozkan got ku pêşnûmaya wan ji 70 xalan pêk tê û sûcên zayendî, tiryak, tundiya li ser jinê, kuştina mirovan û terorê tev li sererastkirina înfazê nekirine. Dê bi sereraskirina înfazê re 90 hezar girtiyên edlî ji girtîgehên vekirî û girtî bên berdan. Wê bi sererastkirina înfazê re dema berdana bi şertê kontrola edlî bibe 3 sal.

Di serî de malbatên girtiyan, rêxistinên hiqûqê û mafên mirovan û partiyên siyasî, pêşnûmeyê ji gelek aliyan ve nirxandin û daxwaz kirin ku girtiyên siyasî tev li pêşnûmeya sererastkirinê bên kirin. Heta li ser van nîqaş û daxwazan, hikûmet serdana HDP û CHP’ê jî kir. Lê li gel van hemû niqaş û daxwazan jî hikûmet di ya xwe de israr kir û girtiyên siyasî tev li sererastkirinê nekir.

Gul jî bertek nîşan da

Ji ber ku hikûmet daxwazên civakê li ber çav negirt û girtiyên siyasî tev li sererastkirinê nekir, gelek rêxistin, tevger û ronakbiran rexneyên tund kirin. Rêxistin, tevger û ronakbiran diyar kir ku hikûmet qanûn û Destûra Bingehîn bin pê kiriye û di rewşên awarte de berdana girtiyan divê li gorî şertê wekheviyê pêk bê û hemû girtî bê cihêkarî bên berdan.

Serokkomarê berê yê AKP’ê Abdullah Gul jî bertek nîşanî sererastkirina înfazê ku hikûmet pêşkêşî meclisê kir da. Gul diyar kir ku divê kesên ku sûcên nêrînê kirine û rojnamegerên girtî jî di sererastkirinê de cih bigirin û bên berdan.

Kampanyaya îmzeyan

Lê gel vê yekê jî têkoşîna gel, rêxistinên sivîl û partiyên siyasî ya ji bo berdana girtiyên siyasî bi dawî nebû. Di 30’ê adarê de bi pêşengiya MED-TUHAD FED’ê, 39 sazî û rêxistinên civakî û partiyên siyasî, ji bo di înfazê de rêgeza wekheviyê pêk bê, bi sernavê ‘Em di înfazê de wekheviyê dixwazin, ji bo her kesî edaleta wekhev’ kampanya dan destpekirin. Hedefa kampayayê berhevkirina îmzeya milyonek kesî ye.

Ji bo kampanyayê ji aliyê siyasetmedar, hunermend û ronakbiran ve bi dehan daxuyaniyên nivîskî hatin dayîn û li ser medyaya civakî bangên piştgiriya kampanyayê hatin kirin. Bi hezaran kes tev li kampanyayê bûn û piştgiriya xwe ya ji bo girtiyên siyasî aşkera kirin.

Name şandin

Di 2’yê nîsanê de siyasetmedarê kurd Ahmet Turk jî di nav desiyasetmedar û ronakbirên mîna Celal Dogan, Kezban Hatemî, Nesrîn Nas, Oya Baydar, Riza Turmen, Tarhan Erdem û Zulfu Lîvanelî nameyak ji Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re şandin û xwestin ku girtiyên siyasî, rojnameger û parastvanên mafên mirovan jî tev li sererastkirina înfazê bên kirin.

Pêşnûmeya sererastkirinê destpêkê li Komîsyona Edaletê ya Meclisê hat nirxandin û hat qebûlkirin.Piştre jî ji bo erêkirinê dê bê Lîjneya Giştî ya Meclisê. Piştî ku ji aliyê Erdogan ve bê îmzekirin, dê girtiyên ku jê sûd werdigirin yek bi yek bên berdan.