spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwebûn derbasî weşana dîjîtal bû

Rojnameya me xwebûn ji ber belavbûna vîrusa koronayê (Covîd 19) dê li ser malpera xwe bi pdf’yan bigihêje xwendevanan. Hejmareke kêm dê ji bo arşîvê û ji bo kesên ku dixwazin mehê carekê (4 hejmar bi hev re) bi rêya kargoyê bi dest bixin were çapkirin.

Kesên ku bixwazin mehê carekê ango 4 hejmaran bi hev re ê ji bo arşîvê û her wiha ji bo kesên ku dixwazin mehekê carekê 4 hejmaran bi giştî bi dest bixin hejmareke kêm rojnameyê li matbaayê çap bikin.

Rojnameya xwebûnê vê hefteyê jî bi nivîskarên nû û naverokeke dewlemend gihîşt xwendevanên xwe. Rojnameya ku heftane tê çapkirin vê hefteyê bi manşeta; ‘Korona teşe dide jiyanê’ derket û vê hefteyê koordînatorê Weqfa Mezopotamyayê Mîkaîl Bilbil têkildarî ziman û pirtûka weqfê ‘Rêbera Rastnivîsînê’ pirsên rojnameyê bersivand. Nivîskar Sîdar Jîr jî tevli nivîskarên rojnameyê bûn. Vê hefteyê nivîsên Munewer Azîzoglu Bazan, Adar Şaman, Mizgîn Ronak, Felemez Ulug, Şervan Azad, Remezan Tûnç, Selîm Temo, Mem Avba, Rohat Alakom, Reyhan Îke, Cemîl Oguz, Dildarê Amedê, Feratê Dengizî û Înan Eroglu di rojnameyê de cih digirin.

Li ser malperê dê pdf bên weşandin

Ji ber vîrusa koronayê ketin û derketina gelek bajaran hatiye qedexekirin û rojname naçe bajaran. Em ê pdf’ên hemû rûpelan li ser malpera xwe biweşînin. Di nivîsa Edîtor de hat ragihandin ku rojnameya xwebûnê jî derbasî weşana dîjîtal dibe û tevahiya nivîsê wiha ye;

“Silav ji xwînerên xwebûnê re; Ev demek e em li dijî zehmetiyan bi zimanê dayika xwe rojname derdixin. Ev ji bo me kêfxweşî û serbilindî ye.

Vîrusa koronayê êdî li seranserê cîhanê berbelav bûye. Di rojên koronayê de jî me got ger hefteyê rojekê be jî em ê hewl bidin xwe bigihînin hezkiriyên zimanê kurdî û agahiyan parve bikin.

Bêguman wek xebatkarên rojnameyê me jî hinek tedbîr wergirtin. Kedkarên rojnameyê ev demek e li malên xwe dimînin û li malê xebatên xwe didomînin. Hefteyê rojekê em 3-4 heval tên ligel hev û rojnameyê amade dikin.

Korona bûye parçeyek ji jiyana me. Her çiqas mijareke kurewî be ewqas ji mijareke jiyanî ye. Her kes xwe tecrîd dike, civak ji hev dûr dikeve û her tişt dibe online û dîjîtal. Li cîhanê gelek rojname derbasî xebata dîjîtal bûne.

Nexweşî gihîştiye asteke wisa ku em jî neçar in hinek biryarên nû werbigirin.  Ji vê hefteyê pê ve em ê giraniya xwe bidin ser xebata rojnameya dîjîtal ango online. Em ê dîsa her hefte heman rojê rojnameya xwe amade bikin û li ser malperê xwe bigihînin xwînerên xwe. Em dixwazin hemû dildarên zimanê kurdî li ser malpera www.xwebun.org me bişopînin.

Her wiha ji bo arşîva rojnameyê û ji bo kesên ku dixwazin halê kaxiz bi dest bixin û yan jî ji xwe re arşîvan çêbikin, em ê hejmareke kêm li matbaayê çap bikin. Em ê rojnameyê mehê carekê yanê 4 hejmaran bi kargoyê ji xwîneran re bişînin. Kesên ku dixwazin rojnameyê mehê carekê bi giştî bi dest bixin divê nav, paşnav, navnîşan û telefona xwe ji maila me; rojname@xwebun.org re bişînin.

Em mêjî û laşê xwe ji hemû vîrusan paqij bikin.”