26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Divê çareserî bi giştî be

Ji sala 2011’an heta îro, li dijî alozî û pirsgirêkên Sûriyeyê dewletên din û rejîma Sûriyeyê gelek civîn û kongre li dar xistin. Ev hewldanên ku hatin dayîn aloziya li Sûriyeyê ji holê ranekir û xizmet neda gelên ku li vir dijîn. Piştî ku di sala 2014’an li herêmê Rêveberiya Xweser ji bo çareseriya pirsgirêkên gelan û jiholêrakirina aloziya li Sûriyeyê hat avakirin, ket hewldanan, gavên berbiçav hatin avêtin.

Di sala 2018’an de komxebateke Sûrî-Sûrî hatibû lidarxistin û gelek kesayetên siyasî û lêkolînerên cîhanî tevlî komxebatê bûbûn. Di komxebatê de gelek mijar berfireh hatibûn nîqaşkirin. Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê Hisên Ezam li ser girîngiya komxebatê rawestiya û got gelek mijarên ku dê bên pratîzekirin hatin nîqaşkirin û encamên girîng derketin holê. Ezam, destnîşan kir ku yekane rêya çareseriyê diyalog e, ne dûrxistin e.

Rêveberiya xweser tê dûrxistin

Ezam, di axaftina xwe de bi taybetî li ser rêyên çareseriyê rawestiya û wiha got: “Ji bo çareseriyê diyalog esas e û dê bi diyalogê pêşketin pêk bê, pirsgirêk bên çareserkirin. Lê divê ev diyalog dûrî civînên cîhanî û ajandayên derve pêk bên. Ji pêkhateyên olî, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û saziyên girêdayî wê bi tevahî ji civîn û kongreyên ku pirsgirêk tên nîqaşkirin bi zanebûn tên dûrxistin.”

Der barê hewldanên ku dûrxistina civînên navneteweyî û komîteya destûrî de jî Ezam wiha nêrînên xwe anî ziman: “Hinek alî hewl didin me ji civînên navneteweyî û komîteya destûrî dûr bixin. Ew civîn xizmeta hewldanên çareseriyê nakin. Civîn û kongreyên ku li derveyî welat pêk tînin li gorî berjewendiyên xwe jî biryaran bigirin. Bi dûrxistinê çareserî ne pêkan e. Divê em di çareseriyê de şirîk bin.”

Divê çareserî bi giştî be

Êrîşên ku di 9’ê cotmehê de li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatibûn bûn mijara nirxandina Ezam û wiha berdewam kir: “Tirkiye û êrîşên wê, li hemberî çareseriyê astengiyek e. Hikûmeta Şamê diyalogê tenê bi kurdan re dixwaze, ereb û suryanan naxweze. Em dibînin ku rêveberiya xweser nûnertiya tevahiya pêkhateyên herêmê dike. Divê çareserî bi giştî be. Hemû jê sûdê werbigirin, ne tenê aliyek. Ji bilî wê jî em tu çareseriyek din qebûl nakin.”