27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Ji hebûna saziyên îstîxbaratê aciz in’

Şandeyek ji Tirkiyeyê ku ji rayedarên MÎT’ê, endamên konsolosxaneya Hewlêrê û leşkerî pêk dihat hefteyên borî çû herêma Kurdistanê. Tê gotin ku şandeya îstîxbaratî û leşkerî ya tirk serdana hemû partiyên başûrê Kurdistanê kiriye û hinek daxwazên xwe bi partiyên Başûr re parve kirine. Her wiha mijara ku îstixbarat li bajarê Silêmaniyê bi her awayî bi cih bûne jî rastî bertekên welatiyan hat.

Mijareke din a şandeyê jî boykotkirina kel û pêlên Tirkiyeyê bû. Şandeyê di hevdîtinan de hewl daye partiyên Başûr îkna bike ku ew ne li dijî wan in. Lê hate diyarkirin ku piraniya partiyên başûrê Kurdistanê neyînî nêzî daxwazên şandeya tirk bûne û hinek partiyan jî fikarên xwe yên der barê êrîşên li hemberî kurdan anîne ziman. Hin partî jî tenê bi guhdarkirinê re sînordar mane bersivek erênî yan jî neyînî nîşan nedane. Li gorî çavkanî û daxuyaniyan şande di van hevdîtinan de negihîştiye armanca xwe.

Ji hebûna îstîxbaratê aciz in

Ev hêrsa gel û helwesta neteweyî ya gelê Başûr, rayedarên tirk xiste nav liv û tevgerê. Hewldan li hemberî astengkirina xebatên yekitiya neteweyî bûye. Şandeyê di serdanên xwe de ji partiyên siyasî daxwaza tevlînebûna xebatên neteweyî kiriye. Xelkê bajarê Silêmaniyê der barê hebûna saziyên îstixbaratê û hatina şandeyê li başûrê Kurdistanê bertek nîşan da.

Bahadîn Mihemed ê ku li Silêmaniyê dijî da zanîn ku welatên cîhanê bi hemû awayî çav berdane axa Başûr û bi taybetî jî welatên cîran û wiha got: “Başûrê Kurdistanê teslîmê dagirkeran hatiye kirin. Rojava, rojhilat û bakurê Kurdistanê jî di heman rewşê de ne.”

‘Kes rewşa gel nizane’

Welatiyê bi navê Goran Letîf jî da zanîn ku ger welatek bê derî û pencere be, asayîşa neteweyî nebe, bêguman wê ew welat bibe cihê sîxûriyê û wiha axivî: “Rêveberan bi salan e welatê me biçûk xistin û êdî di nav me de mezin nemane û kes rewşa gel nizane.”

Li gorî Şêx Emer Berzencî jî ger baxek bê parêzvan be wê zindî biçin nav bax û wêran bikin. Ev welatê me jî bi heman awayî ye û wiha dom kir: “Welatê me ji ber ku bê rêveber e, rewşa me wisa ye. Pêwîst e hemû rêxistin û hizb bi dilsozî hev bigirin û ji bo pêşxistina welat kar bikin. Hebûna saziyên îstixbaratê tê wê wateya ku li vir destûr hatiye dayîn, ger ev yek nebe, çawa dikarin li vir bin?”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê