spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Du çîrokên kurt

Dildarê Amedê

Ev çîrok di salên (1801-1894) ji alî Mele Mehmûdê Bazîdî ve ji zimanê farisî hatine wergerandin û bi xeta destan hatine nivîsîn. Ew beş ji 84 çîrokên kurt pêk tê. Ev çîrok di koleksiyona Aleksandre Jaba ya destnivîsên kurdî de cih digire. Min li vir du çîrok ji wan bi zimanekî rojane wergerandine da ku baştir werin fêmkirin.

Du mirov malê xwe dispêrin pîrejinekê û dibêjin kengî em ji seferê vegeriyan û her du bi hev re hatin tu yê malê me bidî me. Piştî demekê yek ji wan tê û ji pîrê re dibêje: Hevalê min çû ber dilovaniya xwe û ez hatime wî malê me spartibû te bibim. Pîrê malê ku emanetî wê kiribû dide mêrik. Piştî demekê ew hevalê wî tê ba pîrê û dibêje ka malê me spartibû te.

Pîrê dibêje hevalê te hat û got ew miriye loma min mal sparte hevalê te. Zilam dibêje lê me got ku em bi hev re neyên tu nadî kesî. Pîrê dibêje lê wî got hevalê min miriye. Zilam û pîrê diçin ba dadger. Piştî ku dadger çîroka wan dibihîze û bawer dibe ku bi rastî pîrê malê wan spartiye hevalê wî ji mêrik re wiha dibêje: Te gotibû ku em ne bi hev re werin divê tu malê me nedî.

De vêca biçe hevalê xwe bîne û her du bi hev re werin da ku pîrê malê we bide we. Bi gotineke din a zelaltir tu biçe hevalê xwe bibîne û malê xwe jê bistîne.

Di nav wan çîrokan de, çîrokek din jî li ser teslîmkirina emanetê hatiye nivîsandin ew jî wiha ye: Carekê jî melayekî hinek perê xwe spartibû dikandarekî. Piştî demeke dirêj rojekê mela tê pereyê xwe dixwaze lê dikandar dibêje qet tiştyekî wiha tune ye û te perê xwe ne spartiye min.

Mele diçe ba dadger û hal û meseleya xwe û dikandar re dibêje. Dadger ji mela re dibêje: Tu biçe 3 rojan li ber dikana wî rûnê û qet dengê xwe neke. Roja çaremîn ez ê di wir re derbas bibim û silavê bidim te. Mela diçe li ber dikana deyndarê xwe rûdinê û qet tiştekî jê re nabêje. Roja çaremîn dadger tevî parêzvanên xwe di wê derê re derbas dibin û silavê dide mela. Mele bersiva silava wî dide, dadger dibêje: Tu çima qet bi ser min de nayêyî, ka rojekê were hal û derdên xwe ji min re bêje.

Dema ku dadger wiha dibêje, dikandar gelekî ditirse û diçe ba mele jê re dibêje: Heyra ka bîne bîra min te kengî û çawa ew pere dabû min dibe ku min ji bîr kiribe. Mele dibêje min wiha ew pereyên xwe teslîmî te kiribûn. Dikandar dibêje: Ha belê rast e niha hat bîra min û pêre pêre pereyê mele lê vedigerîne.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê