6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DYA’yê hişyariyên “felakete nû” ya li Filistînê kir

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ku di şer de piştgiriya herî berbiçav a siyasî û leşkerî dide Israîlê, hişyariya metirsiya "karesateke nû" ya li Refahê kir û hikûmeta Misrê jî sînorê xwe yê bi Filistînê re asê dike

Zêdeyî 4 mehan di ser despêkirina şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de derbas bû. Refah, ku nêzîkî sînorê Misrê ye – û tê de zêdetirî milyonek mirovên bêwar ên ku ji wêranî û şerên li Xezayê reviyane dihewîne.

Îsraîl xwe amade dike ku zêdetirî milyonek Filistînî ji bajarê Refahê derxîne da ku li wê derê jî dest bi êrîşa bejayî li dijî çekdarên Hamasê bike. Ev Filistînî piştî ku ji bakur ji ber bombebarana Îsraîlê koç kirin, di şert û mercên xerab de dijîn.

Serokwezîrê Îsraîlî Benjamin Netanyahu duh ferman da artêşa xwe ku “planekê ji bo derxistina” sivîlan ji Refahê amade bike, di nav tirsa Amerîka û Neteweyên Yekbûyî de jî êrîşeke muhtemel a Îsraîlê li ser vî bajarî heye.

Li gorî daxuyaniyên rayedarên hikûmeta Israîlê niha artêşa Israîlê hewl dide ku bajarê Refehê ji sivîlan vala bike. Hêjayî gotinê ye ku niha hejmara şêniyên Refehê bûye derdora milyonek û 3 hezarî. Piraniya wan ji ber şerê Xezayê li wir bicih bûne.

Ji ber ku Refeh nêzî sînorê Misrê ye, rayedarên Misrê jî metirsiya wan ji koçberiyeke komî ya filistîniyan heye, lewre tevdîrên mezin ên ewlekariya sînorê xwe digirin.

Hişyariya Washingtonê

Waşîngtonê got ku ew ê piştgiriyê nede ti operasyoneke leşkerî ya ku parastina sivîlan nake û ji Îsraîlê re bibîrxistineke nû ya ewlehiya xwe ya neteweyî nîşan da. Di bibîrxistinê de tê gotin ku divê welatên  çekên Amerîkî distînin li gorî qanûnên navneteweyî tevbigerin.

Berdevka Qesra Spî Karine Jean-Pierre ji rojnamevanan re got: “Di vê bibîrxistinê de ti pîvanên nû nînin. Em ji bo alîkariya leşkerî standardên nû ferz nakin.” Her wiha got ku Israîlê jî ew garantî berê dabû wan.”

Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken gera xwe ya herêmê, ya pêncemîn ji destpêka şer û vir ve, bi dawî kir, ku tê de wî hewl da agirbestek dirêj pêk were ku rê bide berdana dîlên ku li Zîvala Xezayê.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, António Guterres, “fikara” xwe ji êrîşa li ser Refahê anî ziman û hişyarî da û wekî “bandorên herêmê yên bêhesab.” Binav kir. Her wiha got ku “çalakiyek bi vî rengî dê tiştê ku jixwe kabûsek mirovahî ye bi rengekî berbiçav zêde bike.”