27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Em naxwazin di bin zilmê de bijîn’

Malbata Şenyaşar çalakiya xwe ya nobeta ‘Edalet’ê di roja 57’yemîn de didomîne.

Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku bi daxwaza pêkhatina ‘Edalet’ê 57 roj in nobetê digirin. Nobeta Şenyaşaran ji ber qedexeya derketina derve ya ji ber pandemiya koronayê li malê didome. Li ser hesabên malbatê yên medyaya civakî wiha gotin: “Edalet tune be, zilim dibe. Em naxwazin di bin zilmê de bijîn. Em ê rojên dadger li gorî edaletê biryar didin, bi hev re ava bikin. Em ê wan rojan bi hev re bijîn.” 

Çi bûbû?

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê beriya hilbijartina giştî ya 24’ê hezîrana 2018’an, alîgir û parêzvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îhbrahîm Halîl Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kiribû û Haci Esvet û kurên wî Adil û Celal kuştibûn. 2’yê nîsanê Dadgeha Cezayê Giran a 3’yemîn a Meletiyê li Fadil Şenyaşarê girtî 37 sal û 9 meh û li Enver Yildiz jî 18 sal ceza birî. Malbata Şenyaşar bi daxwaza pêkhatina ‘Edalet’ê 51 roj in li ber edliyeya Rihayê û di dema qedexeyên derketina derve de li malê nobeta ‘Edalet’ê didomîne.

RIHA