26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ev dêr şahida hevgirtina gelan e

Li gundê Derîcîlk ku bi 2 kîlometreyan li bakurê navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê ye, Suryan, misilman û êzidî ji demeke dirêj ve bi hev re dijîn. Lê mixabin piştre gelek suryan û êzidî jê koçber bûn.

Li bakurê gund, xaça li ser dêreke biçûk a li qada gund hatiye avakirin balê dikişîne. Dêra ku ji dêreke suryanan veguheriye meqsada hemû pêkhateyan ji aliyê şêniyên gund ve tê parastin û malbateke suryan pê re mijûl dibe.

Çîroka avakirina dêrê

Gundê Derîcîlk di serdama borî de rêya sereke bû ku navçeya Tirbespiyê bi gundên herêma Cerah û Aliyan ên gundewarên bakurê wê ve girê dida û tê de Eşû Marûkî El-Suryanî dima. Ji ber şert û mercên dijwar ên piştî qanûna guhertina çandiniyê di dema Cemal Ebdulnasir de (1958-1961), gelek malbatên li herêma Cizîrê diman, xizan bûn û zeviyên xwe ji dest dan. Di encamê de gelek ji wan neçar man ku ber bi bajarên Sûriyê yên din ve koçber bibin û hinek jî çûn derveyî welêt.
Welatiyê suryan Eşû Marûkî ji kesên ku koçber bûne û ji bo kar û peydakirina debara malbatê çûye Libnanê. Lê piştî çend salan vedigere gund û ji xelkê gund re dibêje ku vegeriyaye da ku dêrê ava bike.
Muaz Ezîz ku ji misilmanên gund e, got: “Eşû ji gundiyan re gotiye ku ew li Libnanê her tim di xewna xwe de Mar Circis dîtiye ku jê dixwaze vegere gund û dêrekê li şûna mala xwe ya li aliyê bakurê rojhilatê gund ava bike.”

Her kes tev li avakirinê bû

Şêniyên gund ên ji pêkhateyên cuda ji Eşû re dibin alîkar da ku dêrê ava bike ji ber ku derfetên wî yên madî têrê nakin. Êzidiyên gund jî dema di avakirina dêrê de kar dikirin, digotin “dêr e û xêr e”. Heta niha ev gotin li gund tê gotin.
Muaz wiha domand: “Li ser bingeha baweriya me bi jiyana hevbeş, sala 1971`ê Kurdên misilman, êzidî û xiristiyanên gund, bi derfetên xwe bi hev re dêr ava kiribûn.”
Muaz diyar kir ku li gorî mezinên gund, dema esasên dêrê tên kolandin, xaçeke kevin tê dîtin. Ev îsbat dike ku di bin mala Eşû de dêreke kevin a asûriyan hebûye.

Êzidî û misilman jî diçin wê dêrê

Di salên 1990`î de pêleke koçberiyê ya mezin ber bi Ewropayê ve çêbû. Hejmareke pir hindik a malbatan ma. Lê ruxmî wê jî dema ku welatî serdana gund dikin, destpêkê diçin dêrê û alîkariyê didinê.
Corc Marûkî neviyê Eşû ku berpirsê dêrê ye, bi bîr xist ku ciwanên êzidî yên li gund mane, dêrê diparêzin.
Ciwanên êzidî û yên misilman ên navçeya Tirbespiyê dibêjin ku dema biçûk bûn tevî malbatên xwe serdana dêra Mar Circis kirine û mûm pê xistine.
Stûnên dêra Mar Circis a li gundê Derîcîlk bûne mînaka jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de. Bi saya avakarê dêrê Eşû Marûkî dêr heta îro saxlem maye. Kurê wî Yaqûb heta çû ser dilovaniya xwe, xizmeta dêrê kir û li qada dêrê li rex bavê xwe hat veşartin. Îro jî neviyê Eşû Corc karê kal û bavê xwe didomîne. TIRBESPIYÊ

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê