28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ev qêrîn ji serdestan hêvî nake

A.menaf Can

Ez dikarim bêjim ku di karên min de ne ajîtasyon lê hestên zarok û jinan hene. Ji ber wê jî ev yek serdestan aciz dike, yên êrîş dikin serdest in lê dîsa jî yên ji qêrîna me ditirsin ew in. 

Mêvana me ya vê hejmarê, rojnamevan û xêzkara kurd Zehra Dogan e. Me pê re der barê azmûna wê ya rojnamegerî û xêzkariyê de ev hevpeyvîn kir.

Me tu bi nasnameya te ya rojnamegeriyê nas kirî. Bi salan di ajansa jinan de xebitiyî û di dema pêvajoya xwerêveberiyê de bûyî şahidê gelek tiştan. Dikarî hinekî behsa serpêhatiyên xwe bikî?

Berxwedana xwerêvebirinê di  dîroka kurdan de qonaxeke girîng bû.  Di vê serdema girîng de, JINHA cihê xwe di warên herî zehmet de girt û  xebatkarên ajansê wek rojnameger bi mehan di kolanên berxwedanê de xebitîn. Ji ber ku di vî şerî de yên herî zehmetî dikişînin jin in. Li hemberî vî şerî yê zilam daye destpêkirin, herî zêde dengê jinan bilind e. Ji ber vê yekê, me hewl da ku peyv, bertek û berxwedana jinan bi  pênûsa jinan diyar bikin.

Me gelek tişt dîtin. Em bûn şahidê gelek bûyeran. Lê em gelek tiştan jî fêr bûn. Rojnamevaniya gelan her tim fêrî tiştên nû dibe. Di sala 2012’an de me bi 5 jinên kurd li bajarê Amedê dest bi weşanê kir. Ji wê rojê heta niha ajansa me kar û xebatên xwe didomîne.

Di pêvajoya xwerêvebiriyan de te li Nisêbînê nûçegihanî kir û gelek nûçe çêkirin. Lê dema mirov vedigere li paş dinêre ji nûçeyên te bêtir, tabloyên ku te derheqê Nisêbînê de çêkirine di bîra mirovan de ne. Gelek kesan tabloya te ya Nisêbînê şibandin tabloya Guernicaya Picaso. Tu vê mijarê çawa şîrov dikî?

Min qet texmîn nedikir ku ez ê rojekê wêneyekî wisa xêz bikim.  Min beşa hunerên bedew xwend lê min her gav bûyerên xirab xêz kirin.  Min qet ji bo hew “mijar” wêne saz nekir. Weneyên min ne lêgerîna disiplînên huneran in. Ez jineke kurd im, belê mijarên min zêdetir polîtîk in lê dîsa jî ji ber ku ez kurd im, ez xwe mecburî mijara bindestî an jî serpêhatiyên kurdan jî nabînim. Belê mijarên min kurdewarî ne lê ev tişt bi hestên mecbûriyetiyê nayên binavkirin. Heger xwe mecbûr bibînim, dizanim ku karê min dê bişibe hunera dema Stalîn. Wekî wê demê hew propagandatîf û kitsch. Huner bi mecbûriyetiyê nayê afirandin. Bi hunerê ez dikarim hin tiştan provake bikim lê naxwazim propagandaya wê bikim.

Vegotin û têgihîştin bi sînorbûnek giyanî ye. Huner bêsînoriya hişmendiyê ye ku tewra entropyayê jî tevlihev dike. Aşkerakirina hişmendiya entropiyayê dike. Hesteke bêpergal e. Huner çi qasî dikare biafirîne ewqas jî dikare tevlihev bike.

Wêneyên Nisêbînê jî Guernica  vedihewand. Dibe ku di sadebûna vî wêneyî de, ew bêyî ku tiştekî bêje, wî xwe balkêş kir, xwe mecbûr nedît lê hîs kir lê ji nişkê ve ji hestên qewimî hate afirandin. Vê taybetmendiyê ji nişkê ve bal kişand. Vê encamê jî hêjinî afirand. Dema ku min ev wêne di nav şer de çêkir, mebesta min ne ew bû ku kesan bihêjînim. Tenê min dixwest ku tiştekî îfade bikim. Lê  vê gotinê gelek  kes hejand.  Niha ev wêne arşîv û sembolek e.  Ya ku vî wêneyî taybet dike ew e ku di nav şer de bi hestên spontane hatiye çêkirin. Lê bingeha van hestên spontane kûr e.

Pênûsa zarokekî, şahidiya qirkirinekê û daxwaza îfadekirinê ya li ser resmekê… Ji du salan zêdetir jî ji ber van sedeman bi  sucdariya propagandaya terorê, azadiya te ji te hatibû girtin. Te gotibû di navbera îfadekirina polîtîk û ajîtasyonê de xeteke zirav heye. Mirov di hûnera te de ji ajîtasyonê zêdetir qêrînekê dibîne. Lê dewlet ji vê qêrînê aciz bû ku di bingeha vê de tirs hebû. Gelo çima ji vê qêrînê ewqasî ditirsin û her wiha ev qêrîn çawa dibe propaganda?

Bifikirin, hûn di  jiyanê de herî zêde kîjan demê ji xwe yê berê hez dikin, kîjan ruh qewetê dide we? Ya min, zarokatiya min e. Ez herî zêde bi rihê zarokatiya xwe serfiraz im, çima?

Em dibêjin di ruhê zarokan de tirs tune ye ne wilo?  Lê di rastiyê de her wextî em herî zêde zarokan diparêzin ku di bûyeran de hîn zêdetir ew ditirsin.  Zarok, ji me bêtir bi bandor in û di nav bûyeran de ditirsin. Lê ligel vê tirsê, gava ku em giyanê zaroktiyê dibêjin, tirsên zarokantiyê nayê bîra me, serhildana wan, serrastî, rûmet û refleksên wan dibin îmaja berçavên me.

Ew ji hevokên Elîf Akbogayê yên irregular tirsiyan. Rojnivîska Elîfê, ji gelek pirtûk û nivîsên edebî bêtir bi bandor bû. Ji ber ku Elîfê ev nivîs li gor çavdêriyên xwe nivîsand. Elîf zarokek bû. Elîf mexdûr bû lê di aşkerekirina wê de nexwestina hêviyek, profîleke serbilind û balkêş hebû. Ji ber vê yekê nivîsa wê ewqas xurt bû.

Peyva “ajîtasyonê” di orîjîna xwe de ne peyveke şaş e. Bi mana tirkî hinekî qels û şaş e. Lê dîsa jî ez dikarim bêjim ku di karê min de ne ajîtasyon lê hestên zarokan hene. Di hemû karên min de hestên zarok û jinan hene. Ji ber wê jî wekî we jî got, ev serdestan aciz dike, yên êrîş dikin serdest in lê dîsa jî yên ji qêrîna me ditirsin ew in. Ji ber ku ev qêrîn ji serdestan hêvî nake, li hemberî wan e. Ne qêrîna belengazan e, qêrîna têkoşeran e.

Di demên girtîgehê de ya ku em dizanin êrîşên derûnî jî li ser te kirine. Te porê xwe wek firçe, nebat wek boyax, cilên ku dayika te ji bo te dirûtine jî wek tûwal bi kar anîne. Herî dawî jî ji xwîna reglê te xêz çêkiriye.  Her çiqas li Ewropayê ji sala 1970’an vir ve bikaranîna xwîna reglê hebe jî, ji bo civaka Kurdistanê tiştek nû ye û hê jî wek tabû tê dîtin. Te bi hesteke çawa çêkir û ji bo pêşerojê projeyên te yê bi vî awayî hene gelo?

Car caran azmûn û gengazî dibe sedem ku hûn biryarekê bidin û hilbijartinekê pêk bînin. Ez tu caran nefikirîbûm ku rojekê, ez ê tiştên ku li Nisêbînê qewimîne nexş bikim û dîsa rojekê  ez ê ji xwîna xwe û hevalên xwe ya reglê wêne saz bikim. Bîr û watedayîna min a ser tengasiyên min ji min re rêyek çêkir. Belê xwîn niha jî wekî hemî cîhanê li Kurdistanê jî wekî tabû ye. Bandora olê heye di vê tabûyê da. Di hemû olan de nêrînên li ser jinên reglbûyî hene: Jina bi regl heram e, xwarina wê bêekil û bêbereket e,  jina biregl xwedê jî jê dûr ketiye, deriyê wî û guhê wî ji wê re girtî ne, mala xwe lê heram kiriye û diayên wê qebûl nake. Ê tamam min ji evdên xwedê fêm kir lê min ji xwedê qet fêm nekir. Madem her tiştî xwedê çêdike, tu tişt bê wî nabe, wî çaxî xwedê çima ji tiştê wî çêkiriye  dixeyîde û heram dibîne û wekî xeydokan deriyê xwe jê re digire?

Ev dewlet hergav gelê kurd wekî mirovên heram dihesibîne. Ev dewlet zaten jinan heram dibîne.  Ev jin kurd be du caran heram e. Polîtîk be sê caran heram e, di girtîgehê de be çar, pênc, şeş caran heram e. Wekî jineke ku di çavên wan de heram, min xwest ku nerazîbûna xwe bi metaforeke “heram” nîşan bidim. Wekî jineke di zindanê de tiştekî balkeş di destê min de bû. Ew jî xwîna min bû.

Piştî zindanê, min nîgarên ku bi xwînê çêkirine,  li Ewropayê li gelek pêşangehan nîşan da. Navê van karan “Artêşa Sor ya di nav derpiyê min de ” ye. Ev navekî pir aciz e. Mebesta min ev e ku ne tenê hêlên muhafazakar lê di heman demê de çepgirên ku di hundirê xwe da “zilaman” aciz bikim. Ji ber wê gelek kes ji min re dinivîsin û dibêjin, “ma qey tu ji xwe fedî nakî?” Na ez jixwe fedî nakim. Çima ji xwe fedî bikim?

Karên min yên bi xwînê berdevam dikin. Wekî we jî got, hunera  li ser xwînê ji bo  Ewropayê  ne tiştekî nû ye lê belê hê jî li Ewropayê jî tabûyek e, ji bo  Kurdistanê jî tabû ye. Ez dixwazim li ser vê mijarê bisekinim.

Piştî biryara dadgehê, Banksy li New Yorkê derket holê û bi hunermendê kuçeya Borfê re ji bo azadiya te xêzek çekirin. Banksy xemginiya xwe bi New York Timesê  re parve kir. Piştre jî li ser înstagramê nameya te weşand. Piştî azadiya te têkiliya we çêbû ango ji bo sibêrojê di projeyeke hevpar de em ê bikaribin navê we bi hev re bibînin?

Piştgiriya Banksy ji bo min gelek bi rûmet e. Kesekî evqas navdar şerê li Kurdistanê anî ziman, ji bo gelê kurd ev gelek taybet e. Banksy bi karê xwe qirkirina Nisêbînê anî ziman. Bi saya piştgiriya Banksy wêneyê Nisêbînê bi awayekî berfireh hat nîşandan. Hêza hunerê  jî ev e. Carna huner, bi hêza xwe ya bêdeng gelek tiştan tîne ziman. Bi vî awayî, wêneyê Nisêbînê bû sembola berxwedana Nisêbînê. Di zindanê de têkiliya min û Banksy hebû. Piştî zindanê jî têkiliya me berdewam  kir û hêna jî berdewam dike. Piştî derketim wêneyekî xwe yê gava min li zindanê çêkiribû diyarî wî kir. Ji bo pêşerojê karekî bi hev re niha ne xuya ye.

Piştî girtîgehê pêşengeha te ya yekemîn  ya installation (enstalasyon) li Tate Modernê hat nîşandan. Ji bo kuratorên rojavayî wek keseke rojhilatî zêde balê dikişînî. Niha tu jî li Ewropayê hunera xwe îcra dikî. Tu qet rastî marksîzma kuratoran hatî ? Li ser pêşangehên Ewropayê çi difikirî?

Ne tenê hunermendên ku li Ewropayê dixebitin, dibe ku hemû hunermend di bin bandora vê rewşê de dimînin. Ev handîkapeke mezin e. Niha, xebatên min ên li Ewropayê û cîhanê gelek balê dikişînin. Wekî ku we got, dibe ku ev berjewendiyeke kurte-kurt be. Lê ez di vî warî de bi xebatekê re jî eleqedar nîn im. Zaten ez naxwazim her dem balê bikişînim. Ev nêzîkatî populîzmê û xelasiya mijaran bi xwe re tîne. Ez jiyaneke wilo naxwazim. Ji bilî wê mixabin, huner bûye bazarek. Ez wekî jinekê di vê çarçoveyê de dixwazim bi awayekî serbilind li ser piyan bisekinim. Zehmet e ku mirov li ser piyan bisekine û karên xwe domdar bike lê ez jinek im ku ji binesaziyeke têkoşînê têm, welatê min bi salan e di bin tundiya desthilatdaran de ye. Ji ber wê em, nêzîkatiya desthilatdaran bi saya tekoşînê ji nêz ve nasdikin. Bîrdoziya Ewropayê û nêzîkatiya wê texmîn dikim. Ji ber wê karê xwe bi tempoyeke hêdî û bi biryar dimeşînim. Belê piyaseya hunerê nas nakim. Lê berjewendiyên wê pir baş texmîn dikim. Ji ber wê yekê, li hemberî wan wekî dayika xwe disekinim. Dayika min, wekî jineke mêrdînî pir bîrbir û yeman e:)

Tu jî niha penaberî û dema dibêjin ‘penaberî’,  ‘welat’ tu çi hîs dikî?

Salek e li vir im lê hîna jî min ji bo penaberiyê serlêdana fermî nekiriye. Wekî ku serî lê bidim ew ê bendewariya min a vegera welat qut bibe û ew ê hêviyên min bimirin. Ji ber wê yekê ez ditirsim. Ji ber ku ez bi hestên xwe dixebitim, naxwazim hestên xwe bikujim. Ji bo min penaberî wekî mirov  kulîlka ji axa wan biçine û têxe vazoyekê. Lê gava welat tê bîra min; di nav dengê zarokan de bêhna nanê tenûrê tê pozê min.

[accordions]
[accordion title=”Zehra Dogan kî ye?” load=”show”]Rojnamevan û xêzkara kurd, di sala 1989’an de li Amedê ji dayik bûye. Li Zanîngeha Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Sala 2009’an li ajansa JINHA’yê dest bi karê rojnamegeriyê kiriye. Di dema berxwedana xwebirêberiyê de li Nisêbînê bi sedema parvekirin û xêzên wê, di sala 2017’an de hatiye girtin. Piştî ku di 2018’an ji zindanê derdikeve ew jî berê xwe dide Ewropayê. Niha xebatên xwe yên wênesaziyê li wir berdewam dike.[/accordion]
[/accordions]

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê